Jiyana Caban el-Kurdî û kurê wî bi Tirkî hat weşandin

Wergêr Ahmet Varol berhêma Daham Îbrahîm el-Hesînyanî ya bi zimanê Erebî û bi navê “Sahabî Ceban el-Kurdî” vergerand zimanê Tirkî bi vê sayê cara pêşî li ser vî sehabîyî çavkaniyek evqas berfireh bi Tirkî behsa heyata wî dike hate weşandin. Pirtûk ji Weşanên Asaletê serê salê wê bê belav kirin.

Pirtûka bi navê “Sahabî Caban el-Kurdî û Tabiî Meymun bîn Caban” a ku Dr. Daham Îbrahim el-Hesinyanî derbarê sehabe Caban el-Kurdî û kurê wî Meymun el-Kurdî da bi erebî weşandibû, bi Tirkî jî hat çapkirin.

Di heyama Hz. Mihemed da ji xêncî Ereban gelek meriv, eşîr û miletên din jî bûbûn Misilman û her wiha ji Kurdan jî hin kesan îman bi yekîtiya Xwedê anîn û Pêxemberiya Hz. Mihemed qebûl kirin. Di lîteratura Îslamê da ji kesên di civata Pêxember da rûniştine û pê ra hevaltî kirine ra jî sehabe tê gotin. Ji wan sehabeyan yek jî Caban el-Kurdî ye.

Amadekarê pirtûkê berî dest bi qala jiyana Caban el-Kurdî bike xwendekaran di mijarên Kurd û Kurdistanê da jî agahdar dike.

Beşeke pirtûkê ji bo nasandina erdnîgariya Kurdistanê hatiye veqetandin

Di vê beşe da ji dîroka Kurdistanê bigire heta sînorê Kurdistanê û jê wê jî heta girîngiya stratejîk a axa Kurdistanê bi hûrgilî hatiye vekolandin û pêşkêşî xwendevanan hatiye kirin.

Ji bo nasandinê bi hûrgilî qala kesayeta miletê Kurd jî hatiye kirin. Pirsên wek cil û bergên miletê Kurd li xwe kirine çi ne? Çi çek bi kar anîne û koka navê Kurdî ji ku derê tê jî di nav pirtûkê da hatine bersivandin.

Di Ansîklopediya Îslamê ya Weqfa Diyanetê da di gotara der barê Kurdan da qala Caban el-Kurdî tê kirin û tê gotin ku ew ji nav miletê Kurd Misilmanê ewil e û sehabe ye.

Di vê pirtûka ji alî Ahmet Varol va hatiye wergerandin da tevlî Caban qala jiyana Meymun el-Cabanê ku kurê Caban el-Kurdî ye jî tê kirin.

Di nasandina pirtûkê da tê gotin ku ev berhema bi wergera Tirkî hatiye çapkirin cara ewil der barê Caban el-Kurdî û kurê wî Meymun el-Kurdî da agahiyên ewqas berfireh wek pirtûkekê di nav xwe da dihewîne ye.

Nûçe: Abdullah Araf

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply