Jiyana Baba Tahirê Uryan Hemedanî (937-1010)

Navê Baba Tahirê Uryan Hemedanî, Tahir e. Jê re Baba gotine, ji ber ku yek ji melek û mirovê qenc ê Ehlê Heq ê Yarsanê ye. Bikaranîna bêjeya “Baba” beriya navê wî, di nav kurdan de ji bo rêberên dînî yên Yarsanê û terîqeta derwêşîzma Îslamê, bi hevmanaya bêjeya “Pîr” tê bikaranîn. Her wiha jê re “Uryan” gotine, yan wî bi xwe vî navî ji xwe re bijartîye, yanî ”rût, vekirî”. Ji ber ku bawerîya wî bi felsefeya sofîzmê hebûye, wekî teorîyek û di pratîkê de bi awayê derwêşîzmê daye xuyakirin.Vêca jê re Hemedanî gotine, ji ber ku li Hemedanê jiya ye û her li wê jî koça dawîyê kiriye û hatîye veşartin. Di şiirê de navê xwe yê rasteqîn ku “Tahir” e, wekî naznav bikar anîye.

Kevintirîn çavkanîya xeberên jiyana Baba Tahir tê de hatîye nivîsandin kitêba Rawendî ye. Mihemedê kurê Elîyê Silêmanê Rawendî, di sala 599k/1202z de kitêba “Rahetu -l Sedûr We Ayetu l-Serûr Der Tarîx Al Selçuq” nivîsandîye. Di sala 1333an de bi hewlê Mihemed Îqbal û bi nivîsandina perawêz û fîhristan jê re ji alîyê Mucteba Mînewî ve hatîye çapkirin.

Ya rast ew e ku bi temamî sala hatina dinê ya Baba Tahir ne kifş e. Di çavkanîyek de derbas bûye ku “Baba Tahir kurê Ferîdûn e, di sala 410k/1019z sax bûye, ji belgeyên rastgo seh kirîye ku her di wê salê de jî koça dawîyê kirîye”. Hinek di wê bawerîyê de ne ku di sala 326k/937z-410k/1019z de jiyaye, hinek din dibêjin 390k/999z-450k/1058z jiyaye, beşek din wî hevçaxê Ibn Sîna (428k/1063z) hesêb dikin. Yên wisan jî hene bi hevçaxê Xoce Nesîreddîn Tûsî (672k/1273z mirîye) dihesibînin.

Tezkerenivîs, serdemên cihê ji bo jiyana Baba Tahir diyar dikin, yên ku

wî hevçaxê ‘Eynulquzatê Hemedanî (525k/1130z mirîye) dihesibînin diyar e ji rastîyê dûr ketine, ji xwe yên wî hevçaxê Xoce Nesîreddîn Tûsî jî dihesibînin, hê zêdetir ji rastîyê dûr ketine.

Reza Qulîxanê Hîdayût wiha dibêje: “Tahirê Uryan Hemedanî, navê pîroz ê Baba Tahir e, ji zana, eqilmend û arifên serdema xwe bûye, xwedîyê keramet û meqamên bilind bûye, hinek wî hevçaxê sultanên Selçuqî dihesibînin, ev ne rast e, Baba Tahir ji şêxên kevn e, di hevçerxa Deylemîyan de bûye, di sala 410k/1019an de berîya Unsurî, Firdewsî û hevdemên wan koça dawîyê kirîye”.

Her di warê diyarkirina serdema hatina dinê ya Baba Tahir de, Mîrza Mehdîxan Kewkeb serî li yek ji dubeytên Baba Tahir dide, ku dibêje:

  • Mu an behrum ki der zerf amedestum
  • Mu an nuqte ki der herf amedestum
  •  
  • Bi her elifî elif qeddî ber ayu
  • Elif qeddum ki der elf amedestum

Vê dubeytê bi hesaba ebcedê ronî dike û rista “elif qed elif = E (elif). L (lam). Q (qaf). D (dal). E (elif). L (lam). F (fê)” dike 326k/938z, yanî sala hatina dinê ya Baba Tahir dihesibîne.

Çavkanîya berê, rûp: 36, “ji Mîrza Mehdîxan Kewkeb, Şerh Hal Baba Tahir, micele Asyay Bengale, 1904” hatîye wergirtin.

“Ji bilî vê hesaba ebcedê, li gor me di wan dubeytan de nehênî û miammayek zêde de heye û zexmîya felsefeya Baba Tahir di warê yekîtîya hebûnê de radixe ber çavan, em bi vî awayî şiroveya van dubeytan dikin:

Şair dibêje, ez ew derya me ku di qabeka biçûk de xwe nîşan didim, yanî ez ji hemî “bûn/hebûnê”ê pêk hatime, lê ketim qalibê kesekî kifşe/diyar wekî çawan qabek av yan dilopek nimûneyê deryayekê be.

Ez ew noqte me ku ji herfê hatime. Herf li beramberê deryayê û noqte jî li beramberê qabê ye. Her wiha mebest ji herfê manaya “Bismillahirrehmanirrehîm” e, bi vî awayî eger noqteyek ji “Bismillah”ê be dibe beşek ji Xwedê.

Ji her elifekê peyker, bejn û qama elifê peyda dibe. Mebest ji elifa yekem herfa “elif”ê ye, remza “elif”ê tak e yek e, yanî Xwedê elfa duyem a bejn, qam û vicûda wî bi xwe ye ku ew jî di wêneya “elif”ê de ye, di vê ristê de şair dixwaze bêje, bi xwe beşek ji Xwedê ye.

Bejn û qama ku wekî “elif”ê ye, ji elifa Xwedê hatîye.

Her çi hal be, li gor çavkanîyên bawerpêkirî Baba Tahir di navbera nîvê duduyan ê sedsala 10an û nîvê yekê yê sedsala 11an de jiyaye, ji bo hatina dinê û koça wî ya dawîyê ev salên han hatine diyakirin: 327k/937z-401k/1010z.

Di serdema jiyana Baba Tahir de dînê Ehlê Heq Yarsan li gelek herêmên çiyayî yên welatê kurdewarî û navçeyên nêzîkî Kurdistanê hebû. Zêdetir ev dînê han, li gel ku ji Îslamê jî kevintir e, lê di nav zeman de bi awa wekî mezhebeke misilmantîyê xwe dida nîşan û di nav zeman de yarsanan dijîtî kirin, bi taybetî di serdema Osmaniyan de ji wan re “Xulatê Şîe”, “Batinî” û Elî Îlahî jî digotin.

Bêguman hewayê dînî yê Yarsanê ku tevlî sofîzma Îslamê bûye, ne tenê di şiirên Baba Tahir de derdikeve, wekî em ê di dawîyê de behs bikin, belko bi xwe jî endamekî wê yê mezin bûye û rêxistina dînî ya Yarsanê de xwedîyê sevîye, derece û meqamekê taybetî bûye, ku zimanê wan ê resmî diyalektê Goranî yê zimanê kurdî ye. Li gel ku ew zimanê Baba Tahir ku dubeytan pê nivîsandîye, ne diyalektê Goranî ye û diyalektekî Lorî yê navçeyî tê de heye, lê peyrewên Yarsanê jiber dikin û bi sirûd dibêjin, ku li gor wan lazim e kesek nehênîyên wan fehm neke. Dibê em vê jî ji bîr nekin ku Baba Tahir diyalektê Goranî zanîye û vê tesîrê dubeytên wî kirîye. Ji bilî vê, belgeyên din di dest de hene ku Baba Tahir şiir bi gelek diyalektên kurdî yên têkel gotine, di vî warî de di destpêka sala 1968an de xebatkarê zanistî yê Beşê Kurdnasîyê yê Liqa Rojhilatnasî ya Akademîya Zanistî ya Ermenîstanê Gurgîn Akûpov hatibû bajarê St. Petersburgê (Lenîngrada wî wextî), di derbarê Baba Tahir de ji min re vê neqil kir:

“Di sala 1943an de, rojekê ez li Tehranê bi Reşîd Yasemî re rûniştibûm, Sedrî Qazî jî li wir bû, behs hat li ser Baba Tahir, Yasemî rêzeşiireka Baba Tahir xwend, ku goya wî ji mirovekî kal seh kirîye, ew rêzeşiir ev bû:

  • Kî gutî kî nîne li dunya da raz
  • Ev kî min şeydayî teyim ew raz nîne?

Yanî: “kê dibêje ku di dinê re rastî tune, gelo ew ne rast e ku ez dînê evîna te me?”.

Min ji Akûpov pirsî: gelo te çima vê rêza şiira Baba Tahir nekirîye nav dîwana wî? Wî got: na.. ji ber Baba Tahir li ba Yarsanan xwedîyê paye û qedrekî bilind bûye, hinek ji dubeytên wî ji bo pîrozî, di perawêza destnivîs a kitêba dînî ya Yarsanan Serencamê de tomar kirîye. Minorsky sêzde dubeytên Baba Tahir di kitêba Serecamê de peyda kirine, hevalên wî yên ji Yarsanên Ehlê Heq jî sih û yek dubeytên din jê re şandine.

Di kitêba “Serencam”ê û “Komek Name û Şiirên Ehlê Heq” de derbas bûye ku Şahê Alem Baba Xoşên (406k/1015z-467k/1074z) dema ku bi yaran û siwaran re serî li Hemedanê dide, dibe mêvanê Baba Tahir. Bûyer zêdetir ji neqlên efsaneyî tên wergirtin, wekî piranîya bûyerên dînê Yarsanê, bi taybetî Baba Xoşên pênc sal piştî koça dawîyê ya Baba Tahir hatîye dinê, lê bêguman efsane dibe rastî, j ber ku ev hevûdu dîtin bûye sebeb berhemê edebî derkevin orteyê.

Goya di gotûbêja di navbera Baba Tahir û Şah Xoşên de, Baba Tahir dibêje:

  • Herkes şaheş tuyî haleş hemîne
  • Serîneş xişt û balîneş zemîne
  •  
  • Curmum în est ki tu dost darum
  • Herkes dosteş tuyî haleş çunîne

Yanî:

  • “Her kesê tu şahê wî bî dibê halê wî wiha be
  • Qermît balge ye û erd doşeke
  •  
  • Gunehê min ew e ku tu dostê min î
  • Yê tu dostê wî bî dibê halê wî wiha be”.

Di sirûda heştan a Serencamê ya sirûda dînê Yarsanê de, Baba Tahir navê wî wekî melekekî wî dînî derbas bûye:

  • Rewacî her dîn, ser helqey şahan
  • Cemşîdî Cem bîn, şonberî rahan
  •  
  • Îrecî Yehya, Siyaweşî Key
  • Husêyni şehîd, ne Kerbelay tey
  •  
  • ‘Alî Qelender, Tahîr Qelender
  • Henîçîş wa çûm, pûrî Iskender

Manaya wê:

  • “Serdarê dîn û serhelqeyê şahan î           
  • Cemşîdê Cem î, rênîşander û şûnhilgir î
  •  
  • Îrecê Yehya û Siyaweşê Key î
  • Husêynê şehîd li seraya Kerbelayê
  •  
  • ‘Alî Qelender û Tahir Qelender
  • Ez çi jî bêjim tu zêdetir î, kurê Eskender î”

Şairê Yarsanê Farix xwedîyê vê sirûdê ye û behsa navê ‘Alî Qelender û Tahir Qelender wekî giregirê ji mezinên dînê Yarsanê kirîye. Vêca em dibînin ‘Alî Qelender (sedsalên 8 û 9ê koçî û 14 û 15yê zayînî) ku yek ji pîr û mezinê Yarsanê ye, behsa çûna Şah Xoşên bi 900 kes yar û siwaran re li Hemedanê dike. Di van dubeytên xwarê de ev derdikeve ku di warê manewîyatê de ruhê ‘Alî Qelender û Baba Tahir yek in, yanî ruhê Baba Tahir piştre çûye nav qalibê wî de (dunadun), ji ber wê ye ku Şah Xoşên çûye Hemedanê û bûye mêvanê ‘Alî Qelender, di vî warî de wiha dibêje:

  • Şam bî we mîhman, Şam bî we mîhman
  • ‘Alî nam ‘Alî şam bî we mîhman
  • Çenî nuhsede baş qelenderan
  • Baba Tahir bîm, merdî Hemedan

Manaya wê:

  • “Ez bûm mêvanê şahê xwe
  • Ez berz û bilind bûm mêvanê şahê xwe
  •  
  • Nehsed kes ji qelenderan mêvanên min bûn
  • Ez Baba Tahir bûm mêrê Hemedan”

Pîr Qubadê Dîwane (sedsala 8ê koçî-14yê zayînî) ku yek ji pîrên dînê Yarsanê ye, li ser hatina baregaha Şah Xoşên li mala Baba Tahir wiha dibêje:

  • Ew yaney Tahir ew yaney Tahir
  • Baregayî Şam ew yaney Tahir
  •  
  • Bukan û kerem qedîmi qahir
  • Negird hurî zatişen hazir

Manaya wê:

  • “Mala Tahir mala Tahir
  • Bû barageha Şah mala Tahir
  •  
  • Çavkanîya keremê ye, kevin û bi şiyan
  • Agahdarê hemî kar û kirinan e”

Di derbarê bi gihîştina hevûdu ya şahê cîhanê Baba Xoşên û Baba Tahir de, rojhilatnasê rûs V. Êvanov zanyarîyeka baş dide dest, bi taybetî sohbeta di navbera Şah Xoşên û Baba Tahirê Hemedanî û Fatmelereyê de. Ev gotûbêj sembola romantîk ya nazik ya insên digihîne kopa serî ya zanayîyê, bi taybetî ew jina xwedîyê bîr û raya pîroz û bi exlaq ku di bin xizmeta Baba Tahir de bûye, di koşka Şah Xoşên, Baba Tahir û Fatmelereyê de cewhera jinanîyê bûye. Gotûbêj bi şiir, bi kurdî û farisî bûye.

Mezintirîn çavkanî di dîroka dînê Ehlê Heq ê Yarsanê de, şahê xebatê yê Hacî Nîmetullahê Mukrî yê bi navê “Şahnameya Heqîqetê” ye. Di vir de nivîskar ji nav hemî ew rêberên peywendîya wan bi dînê Yarsanê re heye, cihekî diyar ji Baba Tahir re veqetandîye, ku bi xwe navê wî dike “Mezinê Ehlê Heq”.

Êdî nabe bê liberçavgirtina dînê Yarsanê bîr li şiirên Baba Tahir bê kirin û pêwist e ew dîn jî -qet nebe di warê nivîsandina edebîyata kurdî de- bi çavlêkerîya sofîzma klasîk a teorîya Îslamê ku beşek e ji sofîzma cîhanê lê bê nêrîn, her çend di warê praktîkê de Baba Tahir xwe wekî derwêşekî wê serdemê dide nîşan jî.

  • Prof. Dr. Maruf Xeznedar: ”Dîroka Edebiyata Kurdî C. I”
  • Kurmancîya wê: Zîya Avci -Elîşêr
  • Çavkanî: Riataza

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply