Jiyana Alan Kurdî bû fîlm

Roja 2ê îlona sala 2015, li Bodrumê, di deryaya Îce de, ya di navbera Tirkiye û Yunanistnê de, tevî bira û dayîka xwe, di bin avê de xeniqî bûn.

Xeniqîna wî li seranserê dinyayê bûbû bûyereke mezin.

Gelek helbest, gelek stran li ser Alan hatine gotin. Dayîkan navê wî li zarokên xwe kirin û Alan bû semboleke koçberî, perîşanî û derbideriya Kurdan.

Dramaya Alan, ji aliyê derhênerekî Kurd ve li Tirkiyê bû kurtefîlmek.

Derhêner Selahattin Çelik careke din wê serpêhatiya ku cîhan hemû rakire ser piyan tîne bîra me.

Fîlma bi navê (Êdî axaftin xelas bû bebek), 5 deqe û 7 saniyan dirêj dike.

Çelik ew fîlm li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir.

Di fîlmê de behsa zaroktiya Alan tê kirin, mala wî li Kobanî tê nîşan dan. Li kêleka muzîkê helbest jî têne xwendin.

Li gora fîlmê malbata ji ber şerê navxweyî li Sûriyê, ji Şamê koçberî Kobanî dibe. Li wir jî dema ku DAIŞ êrîş dike, malbata Alman koçber dibe Tirkiyê. Alan û malbata xwe diçin li ber kenarên deryaya Îce bi cih dibin. Li wê derê li benda derbasbûna Yunanistanê dibin. Piştre dikevine destê qaçaxciyan, pereyan didin qaçaxciyan, li belemê siwan dibin û dikevin deryara Îce.

Fîlm li Gola Îznik û Orhan Gazî hatiye kişandin.

Derhêner û produktorê fîlmê Selahettîn Çelik, dibêje, ew zarokên me ne, em gelekî pê êşiyan, me got, em çi bikin, çi nekin, me got ji bo ku her demê di rojevê de bimîne, me baş dît ku kurtefîlmekê li ser serpêhatiya Alman çêbikin.

Çelik her wiha balê dikişîne ser wê yekê, ku wan li mala bavê Alman dîmen girtine, me ew dîmen kişandin, dema ku ew mal tê bimbekirin.

Derhênerê fîlmê her wiha dibêje, di dema kişandina fîlmê de, ew bi dîmenan re dijiyan, her kes pê êşiya.

Senaryoya fîlmê ji aliyê Serdar Şensoy ve hatiye nivîsandin, û piraniya beşên fîlmê di xaniyên koçberên Sûriyê de hatine kişandin, û gelek lîstikvan jî penaberên Sûriyê bi xwe ne.

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply