Seydayè Xanî çewan ku anîye ziman
« Ger hebuya ji bona me xwidanek/
Alî kerem letîf û danek/
Ïlmu huner û kemal û Ezan/
şîır û xezel û Kitèb û dîwan/
-Mela Cizîrî
« Feyza me şubhè nîle, Emdicle û feratin /
Ger şeyx û wer îmame ferayè min keşakeş/
Şuxa ku ez li bendè dîlgirtîye kemendè/
Letîf û zuhr û sîma ebr û hîlal û mehweş ».
Em di hemu peyam û gazinèn Zanyarèn welat hîz de, dibînin ku ji bè Dewletî û bè xwedîtîyè digazinin. Lewre fikru ramanèn Netewî dane ji bîr kirin . Ji ber wî ku Evdal ewqas ji bè xwedîtîyè gazin kirîye.
Em di şexsîyeta Evdalè Zeynikè de hemu Dengbèj , Hunermend û kesèn ku ji bona Civaka xwe kar û xebat kirine. Çand û huner zimanè xwe heya îroyî parastine. Jîyana xwe ji dest dane, ji hemuyan re ji Xwuda rehmet , ji kesèn hèj jî Jîyan dikin û ji bona Azadî û rumeta Gelè xwe tè dikoşin , Ji wan re jî Rojèn şahî , xweşî dixwazin .
Hèvîdarin ku em ji Gazin û gotinèn Evdalè Zeynikè gelek bi fikirin rumeta hev du bizanîbin . Bi gotina Şairek me bi dawî bikim
« Ger ku bimrim ji bîr nabim , lè ? Ji bîr bibim dimrim .
Feyzî Mîrhesen / Penaber / Parîs