JIYAN Û ŞIROVA EVDALÊ ZEYNIKÊ

-Evdalek çav nabîne ketîye feqîrî û bè kesîyè , Quling jî baskè wî şikestî ku nikare bifire , Temo Quling anîye malè bal Evdal .Evdal di şexsîyeta Quling de xwe dibîne.Lewre Quling jî dema ku li hewa difirîya bi Refèn xwe ve , bi Bihara dihatin Welatè Serhedè Zozan û çav kanîyan digerîya. Avèn sar vedixwarin, lè ? iro jî ketîye nava dest û pîyan . Serpèhatîya herduyan yek buye , lewre Quling li hewa difirîya , ji Felekè re digot ‘xwe bide alî’ Evdal jî Gula Qîzan û Bukan bu Ozanè govend û Dîlanan, li cemaetèn Rusîpî û maqulan bu lè ? îro kes guhnadè.

Berdewamîya Bendek Kilama Evdal
« Quling tu ji kutè ji Mèrdînè / Te hèlîna xwe çèkirîyè li pèşberè Şaneşînè/ Quling min dî Şalul dixwend Bilbil jè re tew tew dikir/Qijikè baskè xwe dawdişand devè xwe xistibu kewa vè birînè/Wayè limin »
– Şirove Evdal ji Quling re wiha tîne ziman. Di hemu Kilam û helbestèn kurdî û Dengbèjan de xweşik buna Şalul û Bilbilè tè kirin. Dema ku Şalul dixwîne Bil bil li ser hèlîn û darè ew jî dixwîne. Bi deng û xweşik buna Şalulè re lewre bi gotinek Bav û Kalan « Serafè Durè ( Kevirè cewher) Durè nasdike. Lè li alîyè din Qijika mal xirab ku disa gotina Bav û kalan « Ji serè Qijikè Qelî çè nabe » Qijik jî qiştina wîye ketîye nava Laşan û birînan nukul dike . Şalul xwendîye , Bilbil tew tew kirîye jè re ne xeme.
Ne bi tenè Qijika reben ‘Mirov jî’ wek Şalul , bilbil û Qijikè hene, ku ne xema wanin . Evdal xwe û Quling tîne ziman. Ew jî Demek li Dîwana Sirmelî Mihemed paşa de Kilam gotîye. Mir û Maqulèn li Dîwanè jè reTew tew kirine, biminder û Dosek buye. Li dewet û govendan gerîyaye nav û Dengè wî belav buye. Quling jî dema ji Ser hedè ku ref bi ref kişîyane Welatè Germistanè Beruyè . Li hewan yek ji wan dida pèşî wek Rèberek ku rè nîşanè refèn xwe bida. Di ser çîya û Zozanèn bilind re difirîyan. Deng û Sewta wan diketin Daristan û Zinaran .Kewèn Gozel , Qaz û hemu Balendeyan ji wan re tew tew dikirin .

Dengbèjan di kilamèn xwe di anîn ziman « Qirika Kewa min a Narîn weke qirika Qaz û Qulangan » Lè ? Tu carî nehatîye gotin weke « Qirika Qijikè ». Lè Evdal li ser xwe û Quling van Bendan hunan dîyè û rewşa xwe û ya Qulin wek hev daye dest . Di vir de Hozanè bi nav û deng nebi tenè jîyana Mirovan tîne ziman , her wisan Xweza û Ajalan jî di nava Sitranè xwe de vedibèje. Em li bendek Kilamè bibînin ka çi dibèje.

Evdal « Guling her çar mehèn Zivistanè, cîh û meskenè te Suwèrege/
Quling bese baskèn xwe bi ser minde nehejîne, Li ba neke/
Tu ciwanî bilindaya xwe nexape, ma qey tu nizanî,
Ewè ku herçar çavan û du dilan ji hev du diqetine,
xwuda Rebè jorîn Qoce feleke/Way limin »

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply