Me li ser Evdal hîn şiroveyè xwe anî ziman lè em keda Xanima Evdal Gula Bav file jî çendgotin bînin ziman .Keda Gulè wek jînek Dengbèj em ji bîrnekin .Lewre gelek Kilam û Awazan afiran dîye. Buye sembola jina Kurd, Ermen û yèn mayîn.Gelek jinèn kurd kilamèn Dengbèjîyè afiran din û gotin ; lè ? Zilaman kilamèn Pîrekèn Kurd li diwanan gotin . Em dibînin ku Jina Kurd idî cîhè xwe dinava , çand û Huner, Sîyasî û Leskerî de girtîye.Her wekî ku Arama dilè Evdal û Gulè hatibe cîh
Lè mixabin ku Evdal û bi sedan kesèn wek wî di dema Eşirî û Mirekan de jîyan kirine . Wek îro Netew û Sazîyèn wè demè nebune , ji xwe gazin û lewme jî ji wire.
-Dema ku mirov jîyana Evdalè Zeynikè sirova wî bike,û bide dest, Mirovè Du potreyèn Evdal bibîne. 1 Evdalè Zeynikè Ciwan , Dengbèjè Sirmelî Mihemed Paşayè Zètka , Kela Topraq qele navdar bibîne . Weke deng û sewta qaz û Qulingèn Bihara kilamè Evîn û Evîndaran û şahè Dengbèjan .
Evdalè 2 ya Evdalè jar , çav nabîne ,xizan û bèkese. Sirmelî Mihemed Paşa jîyana xwe ji dest daye, dezgah û desthilatdarîya Mîrekèn kurd belav kirine. Bi tevî Temo
ku bi zarotî de li bal wan buye ,bi destè Evdal digre û digerîne. Em dema ku Evdal tarîf û şiroveya wî bikin Evdal di kilama ma xwe de xwe tîne ziman . Ka em çend gotinè ku anîye ziman bi we repar ve bikin û dure şirove û rewşa wî bînin ziman .
Kilama Quling « Guling tu ji ku tè ji Leterè / Te hèlina xwe çèkirîye li pèşberè Şaneşînè vè sivderè/ Ka were em bi hev re dia bikin ji Rebè jorin ,Bi çavèn min vebe , Baskè tebi cebire/ Li ba Xwida bila miraza min û te bavèje koşè vè tefterè/ Ka were em herin ser şèx û Zîyaretan bigerin lè ? kanè şèx û Zîyaretèn dewra berè »/