JIYAN Û ŞIROVA EVDALÊ ZEYNIKÊ

-Evdalê Zeynikê Disala 1800 de Li Agirî ,Navçeya Dutaxè , li Gundè Cemal verdîyè Ji Dayîk buye. Navê Dayîkê Zeynè ,Bav Silèmane. Di 3 Salîya wî de bav Diçe ser dilovanîya xwe .Ji ber wè ku ji alîyè Dayîkè ve hatîye xwedî kirin Evdalè Zeynikè tè gotin. Piştî 30 salîya xwe de xewneke dibîne ku Dewrèşek hinek Garis didè ku bixwe. Serè sibè ku radibe her wekî ku di cihanek din deye.Kilam dibèje diçe govend û Dîlanan. Navè wî li Herèmè belav dibe. Sirmelî Mihemed paşa nebîyè Ïshaq paşayè Bazîdè buye. Li Agirî Navçeya Zètka ( Elaşgir) li koşka Torpa qeleyè de jîyan dıkir Mihemed paşa nav û dengè Evdal dibihîze û tîne Dîwana xwe. Dema ku guhdarîya Evdal dike matmayî dimîne . Dibèje « xwuda ev çi Deng û sewdaye » her wisa navè Evdal li dîwanèn Herèmè û derdoran belav dibe.

Dengbèjèn herèman tèn davèjin ber hevdu lè kes nikarîbuye ku li hemberî Evdal sitrana bibèjin. Evdal rojek diçe Xamura Agirîyè , Gelè Ermen jî bi Kurdan re jiyan kirine û di nava hev de cinar bune. Keçek Ermen bi navè Gulè Dengbèjeke bi nav û deng buye .Ji Malbatek mezin û xanedan buye .Ew Evdal davèjin ber hev du.Di dawî de Gulè biryara xwe dide ku bi Evdal re bizewice. Piştî zewaca Evdal û Gula Bav File idî sitèrka Evdal hin kî din di çilwile û ronî dide. Temo ne lawè Evdal buye di pèçekè de dibinin didine Evdal .Evdal Temo xwedî dike herwekî ku lawè wîye ,li her derî bi xwe re digerine.

Dure Sirmelî Mihemed Paşa ku li Xozanè Zîhayek (Merè ejdehar) pè vedide Mihemed paşa diçe ser dilavanîya xwe. Koşk u Sera û dest hilat darîya nav xweyî ya Kurdan ji di wè demè de ji hev belav dikin. Dîwan ,Dengbèj û heya Medresèn wan û hemu Bawerıyen wan ve ser û bin dikin. Her wisan gelèn ku di nava Kurdan de jî v è ferman û kirinan para xwe digrin. Jîyana Evdal ji ber bi mal kambaxîyè ve diçe. Ava reş tè ser her du çavèn wî û nabîne, dikeve xizanî û bè xwedîtîyè . Temo Destè wî digre û digerîne. Kesek Qulingek per û Baskèn wî ku şikestı buye tînin mala evdal . Evdal Xwe û Quling wek hev dibîne . Ew jî wek Quling diqèrîya li Govend û dîlanan bu .Qulin jî li hewa û li Zozanan bu lè îro ? Ew jî ketîye xizanî û feqîrîyè
Evdal Bavè Temo Siwarè kovî , bi van hest û buyerèn ku dibîne, bi temenè 113 de Salîya xwe de diçe ser dilovanîya xwe.
Evdalè Zeynè bi sedan kilamèn Evîn û Evîn darîyè gotîye . Sîtil û meqamèn Evdal ji ew roj heya ïroyî , bi teybetî Dengbèjèn Herèma Serhedè wek Pirtuk xane û Medresek heya ïro hatîye. Bi dehan Dengbèjèn wek Mistè Heyran , Ferzè Mîlazgirè, Reso , Şakirè bedîh , Huseynè Orginosè ,Seroyè Biro , Karpetè Xaço,Ozan, Zahir , ,Mihemed Arif , bi sedan Dengbèjèn Mayîn. Ku liser sitila Evdal kilam gotine. Kilamèn wî lı Radyoya Erîvanè, Bexda , ïran li herçar deverèn Kurdîstanè buye meqam û awaz. Bi kurtasî Evdal wek Pîrè Dengbèjan hatîye bi nav kirin . Iro jî di Televîzyon û Radyoyèn Kurdî de Dîwana Dengbejan bınave Evdalè Zeynikè tèn li darxistin. Gelek Nivîskarèn Kurd Wek Yaser Kemal , Mihemed uzun, Ahmed aras, Bulend Gunduz ku Belgesela wî çèkiribu û li ser jîyan û Hunera Evdal pirtuk nivîsandine .

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply