Jîyan û Felsefa Mahatma Gandî

Mahtma Gandî( Mohandas Karamçand Gandî) 2 Çirîya Pêşîn 1869  li Porbandar, Hîndûstanê hatiye dinê. Bavê wî, Karamçand, serokvezîrê Porbandarê bû. Dîya Gandhî , jina bavî wî ya çaremîn û jineke Hîndû û oldar bû. Li Hindistan her feqîr û dewlemendek xwediyê  polekê( sinif) ne, Gandhî ji hatina xwe ve bû endamekî pola karkeran.

Mahatma Gandhî gelek tişt hîn bûn ji dayika xwe. Ghandî goşt nedixwar, zîyan nedida zîndîyan, bo aramiyê rojî digirt û tolerans(xweşdîtin) dixwast boy gelê xwe, miletê Hîndistanê.
Mahatma Gandhî hê 13 salîya xwe da, bi xwastina malbata xwe, Kasturba Makhanjî ya 13 salî re dizewice. Ji wê zewacê dibe xwediyê çar kuran.
Gandhî li welatên rojava wek Mahatma an jî Gîyanê Bilind tê navkirin. Mohandas Gandhî rêberê yekemîn e ku vê sedsala me da, şoreşeke bê xwîn anîye hole, bûye serok û rênîşandarê gelan ku îro karberdan, çalakîyên rûniştandinê,çalakîyên dijberiyên şer, ev hemû rê û rêbazên wî ne.
Gandhî 1888 de diçe Londrayê û dest bi xwendina dadê dike. Wî wextê xwe yê ku Londrayê derbas dike, daxwaziya diya xwe bi cîh tine û ji alkolê, jina, goşt xwarinê dur dimîne. Ew wextê ku li îngilîzstanê derbas dike gelek zor û dijware bo Gandhi ji ber ku nikare hînê urf û edeten Ewrûpayî be.

Bi qedandina zanîgeha xwe Mahatma Gandhî vedigere Hindûstanê û li wir dest bi parêzeriyê dike. Midetekî wî karî dike lê serkeftinê nabîne û derbasî mamostetiyê dibe.Dûvre navbera wî û serbazekî Brîtanî pêvçûn derdikeve û Gandhî Hîndûstan ê terk dike, diçe Afrîkaya Başûr.

Dema Gandhî li Afrîkaya Başûr dimîne , dibîne ku neheqiyeke mezin Hîndû ya tê kirin. Hê rojên wî yê nû li wir xerabîyek tê sere wî jî. Rojekî bi trênê dertê rêwîngî yê, bilêt a wî bilêteke pola yekemîn e lê tu were binhêre bilêta yekemîn kêr naye ji ber ku ew ne îngiliz e. Encamê da ji trênê tê avêtin. Ew tiştên tê serê wî bandoreke mezin ser dihêle û Gandhî dest bi pirsa xwe dike, derheqê civakê û mafê gelê Hîndû yê li Afrîkaya Başûr da difikire.

Heta we demê Hîndûyan nikaribûn tevî hilbijartinekê bibûna. Gandhî gazî heval û serokên Hîndûyan dike û gelek civîn çêdibin. Mahatma Gandhî ji bo heqê Hîndûyan dest bi têkoşînê dike û serdikeve. Gandhî tenê tiştek ji Hîndûyan dixwast , ew jî têkoşîneke bê zordarî bû. 
Gandhî wisa bawer dikir ku heke pey jin, mal û malbatê here , ewê bibûya bêbextî bo tekoşîna gelê wî. Dixwest ku aram be û tiştên nefsî dur bisekine. Ji bo wê destûr xanima xwe xwest û sonda azebî û tekbûnê kir.
Rêberên Ewrûpî gelek zagonên zor derheq Hîndû yan derdixistin, neheqî û zordarîyeke mezin dianînin sere wan. Jin û zarokên 8 salî mezintir wek tawankar dihatin hesibandin û şopên pêçiyên wan dahatin hildan. Ew dem hat, Mahatma Gandhî dest bi berxwedana pasîf kir û dijberî wan zagonan serî netewand. Ew berxwedan dûvre bi satyangraha hate nav kirin.

Navbera satyangrahê û berxwedana pasîf da ferq hene. Li berxwedana pasîf da hezkirin nîne lê satyangrahê da qet nefret tune. Li berxwedana pasîf da car caran wexta dem hat çek tê bikaranîn, satyangrahê da hêzên bedenî jî qedexe ye. Li berxwedana pasîf da fikrê hilveşandina hember heye, lê satyangrahé da tiştekî piçûk wek çêr lêkirin jî tune.

1915 an da Gandhî vedigere Hindistanê. Bi vegerandina xwe ve dest bi karê çandî, aborî û tendûristî dike. Piştgiriyê dide gundiyan û bo çêkirina dibistanan, nexwaşxanan, rê nîşan dide, rêbazî dike.
Gandhî serkeftinên xwe yê herî mezin 1918 an da ji aloziya Çamparanê û dema Kheda Satyagrahê da dest dixe. Piraniyên xwedîyê axê Brîtanî bûn û hemû gundiyên Hîndû feqîrî û birçîbûnê dikişandin. Bêheqiyeke mezin navbera jîn û mêra , feqîr û dewlemendan da hebû. Bi evqas dijwariyê da Îngilizan baceke nû didan ser xelqê, milet bêzar bûbû. Gandhî heta destê wî hat alîkarî da gundî û belengazan.
Ji bo wan alîkariyan bi destên îngilizan ve kete girtîgehê. Pey girtina wî bi sed hezaran milet ber dadgehê civîya û mehkeme mecbûr ma û biryara serbestî ya Gandhî hate dayîn.
1921ê de Gandhî bû serokê Kongreya Netewî ya Hîndistanê. Armanca kongreyê mekezagoneke nû bû.
Mahatma Gandhî 1928an da Hindistaneke serbixwe ya girêdayî Komên Milet ên Îngilizî xwest. Îngilizan tu bersiv nedan û 31 Berfanber 1929 da Kongreya Netewî ya Hindû li Lahorê civînek pêk anî û wê rojê ala Hîndistana azad hate vekirin.
Bi destpêkirina Şerê Cîhanê duyemîn da Gandhî ser azadiya Hindûstanê sekinî û kampanyayek hate amadekirin. Navê kampanyayê ” Hîndistanê terk bike Britanya” bû. Ew kampanya têkoşîna herî mezin bû li dîroka Hîndûyan da. Hate gotin ku heke azadî tune be, em jî wî şerî cîhanî da tu piştgiriyê nadin Brîtanyayê.
Gandhî û hevalên wî 1942an da li Bombeyê de hatin girtin. Gandhî du sala li qesra Aga Khan da hat girtin. Wê demê da alîkarên Gandhî serîhildan û gelek zîyan dane Îngilizan, Îngiliz bêgav man û Gandhî hate berdan.
Li Hindistanê pirraniya misilmanan dixwastin ku ji Hîndûyan veqetin. Gandhî tu car nedixwast cûdatî bikeve nava miletê Hîndûstanê, digo em yek in û bi hev re nin.
Yaliyekî din ve jî Serokê Yekitîya Misilmanan, Mihemed Ali Jînnah, gelek misilman topkiribû û piştevaneyeke mezin bidest xistibû.
Gandhî nedixwest Hîndûstan bibe du perçe lê Mihemed Alî Cînnah nehate qanî kirin . Pakistan 1947 da ji Hîndûstanê veqetiya.
1948an de Gandhî li baxçê mala xwe da wexta meşa şevê dikir hate kuştin. Kujerê wî Hîndûyekî radîkal bû û angorî wî sedema perçebûna Hîndûstanê Gandhî bû. Xwelî ya Gandhî gelek dewerê Hindûstanê re hate şandin.
Rêgaz( Bingeh) ên Mahatma Gandhî 
Rastî
Jiyana xwe bo dîtina rastiyê yan jî satha yê derbas kir.
Dibêje ku têkoşîna min a heri mezin dijberî îblis, tirsên min û bêbaweryên min in. Bo baweriya xwe dibêje ku Xweda rastî ye. Dûvre gotina xwe diguhêrîne û dibêje rastî Xweda ye.

Berxwedana Pasîf
Tu kesî wek wî ew berxwedan li jîyana sîyasetê da neceribandiye. Berxwedana Pasîf(ahimsa) felsefa Gandhî ye.

Goşt nexwarin
Piçûktîya xwe da bi xwastina hevalê xwe goşt dixwe lê careke din devê xwe nadê. Rojî girtin ji wek rêyeke sîyasî didît. Alîkî din va jî goşt li wir biha bû , angorê wî, ew perê bo goşt dihate xerckirin têra gelek tiştê din dikir.

Brahmaçarya
Waxta Gandhî 16 salî bû bavê wi nexweş dikeve, Gandhî jî hema wisa ber seri wi ye. Şevekê apê wî dixwaze dewsa wî li cem bavê wî bisekine û Gandhî jî derbase oda xwe dibe. Nikare hemberî hestên xwe bisekine diçe cem jina xwe. Midetek şûn da bavê wî wefat dike. Pey ve bûyerê ra Gandhî xwe efû nake. Eva bandoreke mezin ser Gandhî dihêle. Gandhî 36 saliya xwe da dev ji cinsîtiyê berdide. Ji we biryarê da tesîra felsefe ya brahmaçar ê giringe.

Sadeyî
Gandhî dibêje ewnê xizmetê didin cîvakê dibe ku sade bin û ew sadetî yé wana bigêjîne brahmaçarya yê. Gandhî vegerandina ji Afrîkaya Başûr dest bi cil û bergên Ewrûpî berdide û heta destê wî tê wek Hîndûyén din dibe xwedîye jîyaneke sade.

Bawerî
Gandhî Hindû bû waxta hate dinyayê û heta dawiya jîyana xwe da hindûîzm kar anî. Angorê wî hemû ol wekhev bûn .

Çavkanî: 
Fîlma Mahatma Gandhî, 
https://tr.m.wikipeda.org/wiki/Mahtma_Gandi,
http://www.history.co.uk/biographes/mahatma-gandhi,
Mahatma Gandhi, Apostle of Nonviolence: An IntroductionBy John Dear 

01/04/2016
Welat Agirî

 

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply