Jîyan mafê min e!
Ez li ber derê jîyanê disekinim. Çimkî jîyan mafê min e.
Heger wisa neba ez li vir nedibûm.
Ez ne tesadûfek im.
Ji ber sebebekî ez li vir im.
Çarenûseke min heye.
Armanceke min heye.
Kenê zarokî li ser lêvên min, ez ji cûcikan bextewartir im.
Şev û roj, xewn û xeyal, hebûn û tunebûn li dor min dizivirin.
Behre û xelatên min hene ji Xwedê da.
Heger kêmasî be, tenê ya min e. Ew tiştên ez dikim hin tiştên ez dişêm bikim da ew in.
Hal ev e ku di vê dinê da tenê ez dişêm rêç û dewsa xwe bihêlim…
Jîyan ji min mezintir e, di nav jîyanê de zêdetirîn tişt hene.
Divê ez bizanibim, ez ji bo peywendîyên di nav dilê jîyanê da hatime afirandin;
Hezkirin.
Aqilmendî.
Xwendin.
Hînbûn.
Fêdakarî.
Xîret.
Xebat.
Desthevgirtin.
Ber bi paşerojeke xweş û geş ve guherîn.
Stêrkên asîmanan çawa diherikin ez jî wisa diherikim.
Ber bi tarîtîya mirinê ve.
Zêdetirîn jîyîn mafê min e.
Ji bo armanceke mezintirîn.
Ji bo sedemeke gewretirîn.
Ji bo jîyaneke xweşiktirîn.
Dûv min da dê her tiştek bibe mirateya min.
Zanîna wê mafê min e, parçekî wî tiştî yê ji min mezintir e jîyan.
Ez tenê di gerdûnekê de dijîm lewra.
Gerdûn tê wateya stranekê.
Stran bi tesadûfî nayên nivisîn.
Bi herf û herf, peyv û peyv, hevok û hevok daçikilin ser singên mirovê bindest û bêkes.
Ji ber hindê her stranek afirînerekî xwe heye.
Ez ji bo xwe jî remz û nîşaneya afirînerekî me.
Notayekim gewretirînê senfoniyan ez.
Ji bo afirandina stranek a jîyaneke din alîkarî mafê min e jî.
Mafê min e jî rola xwe lîstin û lûtkeya behreyên xwe nîşandan.
Bi zanîn û bilindkirina mebesta afirandina min ve jîyîn mafê min e.
Ez li ser hebûneke bêhemta rûniştime.
Ez têm kuştin jî lê ez di bin da namînim û têk naçim.
Jîyan derbareyê min da ye û kirina min bi min dimîne.
Ez ê ya herî baş bikim. Çimkî jiyaneke bi serkeftî û serfirazî peywira min e.
Tê bîra min, mirin jî heye ha, ew belayek e.
Rast e, hinekî nexweş e.
Lê bele Xwedê di dawîyê da tê rehmê.
Dê hemû êş û azarên min derman bike û ez hezkirina Wî wek afirandineke nû dizanim.
Ez bi tesadufî nehatime hilbijartin.
Jîyan mafê min e!