Jiyan, Evîn û Azadî

Jiyan di evînekê bê sînordaye,
Evîn di jiyanê daye,
Lê armanc bê hidude,
Tu sînor di armancê de tuneye.

Jiyan û armanc ku bi hevra bin jiyan xweş e
Jiyan evînek xemilandiye li nav,
baxçeyên gulan.

Kê dikare bersîva evîne bide
Kê dikare wê nîşan bide.
Kê dikare jibona pêlê evînê canê xwe bide?
Û xwe feda bike.
Jibona nergiz û rihanan.

Kê dikare xwe serê kendalan ra bavêje.
Bi teht û zinaran ra heval tiyê bike.

Li ber axa welatê xwe bejna xwe bitewîne.
Kê di beje mîr nabin şivan ji bona evînê
Di jiyanê de şivan jî dibin mîrê mezin li Cîhanê.
Tu dikarî bi Xezalê ra bi bezî li serê çiyan.
Tu dikarî bi teyrê baz ra bifirî.
Tu dikarî jibona evînê xwe bi agir bişo,
Û bi ava şêlû xwe zelal bikî.

Tu dikarî jibona evînê, bibî Siyabend û Xecê.
Tu dikarî kurmên hundurê xwe jehrdayî bikî.

Ger ewqas hêsayî bûya wê herkes ,
Bibûya Mem û Zîna bê zewac.

Hebû daykekê  bê zewac  rewş û xwşikbûna wê,
Xeml û rengê wê li ser tu kesî tunebû.

Hinarê rûyê wê wek çiyayê Agirî û Elgez.
Sor dikirin wek sêvên xelatê.
Çavên wê weke perestegaha zerdeşt di biriqîn.

Porê serê wê weke titûna  Mûşê  ta  bi ta  xelek bi xelek,
Bihna gul û sosinan tev li axê di bûn.
Ji kaniya çavên wê Dîcle û Firat diherikîn.

Taca serê wê ji aqut û zimrut ji baxçeyên Îremê bûn.
Ji baxçeyê wê textê zêrîn dinavê da xêr û bêr di bişkivîn.
Çiqas xweşik bû jiyan li ser wê axê.

Kulîlkan bi tirijna rojê hêdî hêdî serê xwe radikirin,
Li nava baxçeyê wê.

Beybûn û gul rihan û sosinan pê ra dîlan digirtin.
Lê rojekê ba û bahoz hat toz û duman rabû.

Taca serê dayîkê rakir sing û baxê wê xirab bû.
Kulîlkên wê gişt çilmisîn rengên wan temirîn.

Porê dayîkê belav bû li ser dar û deviyan.
Lêvên wê qelişîn  fistanê  lê zîvar zîvar bû.

Pişta wê kupiya porê wê sipî bu qermiçandin ketin rûyê wê.
Bi vê hal û rewşa xwe ve jî dîsa xweşîk bû dayîk.
Di qermiçokên rûyê wê da hêvî û hêz,
Di tirijnê çavên wê de jiyanek bê hempa hebûn.

Dayîkê pişta xwe dabû kendalek berê xwe dabû çiyakî.
Bi awirên tuj dinhêrî dizanîbû çiya herdem,
Berxwedan û xilasiya dayîkê bû.

Kengê serê wan ketiba tengasiyê çiyan sitara  xwe ,
avîtibû ser wan û xisti bu nêvanên xwe.
Carekek din taqet û hêz dihatin dayîkê.

Tirîjnê çavên wê li tehta diketin ji hev kerî kerî dibûn.
Tovên jiyanê carek rijiyabû ser xaka wê.
ked û xwîdan rijiyabû ser xaka wê.

Dayîk di nava baxçeyê xwe de nûva dest bi leqatê kir.
Destê dayîkê qelişîbûn ji paleyê.

Di nava şevên reş û tarî de dinûhurand,
Heya berbanga sibê.
Qet xew ne diket çavên dayîkê.

Dengê nûhurandina dayîkê çibû tovê jiyanê.
Tovê sedsalê êdî hêdî hêdî dileqiyan.

Ji cîhên xwe perwaz didan di bin axê de.
Erdê qelişandin di nava qelîştekê erdê de,
Serê xwe rakirin.

Li dora xwe nihêrîn çav li rojê ketin û keniyan.
Tamara mirinê îdî li ser çavê wan çûbû .

Ber bi rojê û çiyan diçûn zarokên dayîkê.
Ewan serê xwe ji rojê ra çiyan jî ji wan ra ditewand.
Dayîk hêdî hêdî ber bi Mem û Zînê va diçû,
Mem û Zîna bê zewac.

Amadekariya deweta Mem û Zîn dikirin.
Dayîk jîn bû jîn êdî jiyan bû.

Ehmedê Xanî bi esqû coşbû bi çavên xwe nedidît ,
Lê bi guhên xwe dibihîst keser nemabû di dil da.
Nebiyê Şêx Seîdê kal,
Seyid Riza û Xalid begê li wesyata wan,
Xwedî derketi bûn.

Dayîk dîsa jîn bû , hate ser xweşikbûna xwe ya berê.
Taca xwe da serê xwe berê xwe da keske sora rojê.
Roj xwe da bû ser xaka welatê roj û agir.
Jiyan di evînekî bê sînorde ye
Li Cizîra Botan Birca belek de ye.

Jiyan li kela Amedê, çiyayê Sîpan û Xelatê de ye.
Jiyan di kilamên Evdalê Zeynikê û dengbêjên Serhedê  de ye.
Jiyan xweş e li welatê Serhedê,
Bajarê Muşê li çiyayê Kurtikê.

Jiyan xweş e li Xamirpêt, Bilêcan û Qolîbaba.
Jiyan xweş e derê biharê xule xula ava Muradê ,
Dengên karan û berxan re,
Jiyan xweş e bilûra Şivanan dengên kilamên bêrîvanan.

Jiyan xweş e li bajarê Muşê
Li, herema Xandirîsê li gundê Sêgira,
li dîharê Mîrhesen warê dayîk û bavan.

Feyzî Mîrhesen

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply