Jiyan Dengvedan e

Rojekê bav û lawik bihevra hevaltiyê dikin; dimeşin, digerin derin zozana li çiya û şkeftan rast tên û meşeka zihnî li ser xwezayê pêk tînin. Lawik kêf û coşa wî zêde dibe û bi dengekî bilind bang û sewta xwe derdixîne. Lê hema ew gotin û dengê wî zarokî li wî vedigere û ji bavê xwe dipirse: “Bavo! Ez çi dibêjim, ev çiya û şkeftên li vê derê dengê min li min vedigerînin.” Bavê hişmend dibêje: “Lawê min! Jiyan dengvedan e.” Belê, herkes gor libat û tevgerê xwe rindê ya jî xerabîîê dibîne, li xweşîyê û nexweşiyê rast tê.


Bêguman ew çîrok, ji bo ku mirov qencî û xweşî di heyata xwe de bikin destûr û rêgez, di mîtolojiyê de cih girtine. Lewra, gelek mînak, wek dûrbîn û nerdewana rê û rastîiê razber dikin, tiştên kûr û dûr berbiçav dibin. Ji bo ku mirovahî pend û şîretan bigrin di kîtaba pîroz de wiha tê gotin; “Ji bo ku mirov mêjiyê xwe bişixûlînîn, em mînaka didin.”(heşîr/21)


Çawa ku kiryarên qenc û salihan bi du vefata însên winda nabe, tên mihafezekirin û di her westgehê de pêşwazîya mirovan dikin. Herweha ew xebatên me; axaftin, kar û tevger, têkîlî û tevkarî li vê dinya fanî jî derdikevin pêşiyê benîadem. Her însan li gor neynik û nêzikatiye xwe dorhêla xwe dinêre, alemê temaşe dike. Bi rengê berçavkê xwe jiyan ya dibe şîn ya jî şahî..

Malbat û civak, zarokên xwe biçûk dibînin; şermezar dikin, rexna lê dibarînin…Zarok hîn dibin rexnekariyê, qerf u tinazan. Mezin li hember biçûkan bi qehr û ser çav qermîçin dibin, peşerojê de ew jî rîspî xwe wek mînak dibîne û di heyama xwe yên xortbûn de agresîf dibin.
Gelek bav û dê hene li dijberî tevgerên keç û lawikên xwe bi sebr in, rûkenin; di qelb û dilê wan de wêrekî û hezkirinê diçînin û zarokên wan jî wek mêrxas û pêlewana li ber her bûyerên nerind û neyîni berxwe didin, di nav pelên heyatê de nafetisin.

Gelo çima hinek zarok newêrek in hinek ji wêrek in, hinek fedok in hinek ji nefedokin? Çima hinek bi xwe bawer in hinek jî xwe naecîbînin, hinek jîrek in hinek jî sist û çilmisîn e? Bêgûman kesayetî û şexsîyet a zarokan bi têkîli û tevgerên malbat û civaken re pir eleqedariye xwe heye.

Bi kûrtayî nêrin û nêzîkatî yê bav û dê ya qebîliyetê gede û sebiya geş ya jî hişk dikin….Hz.Elî (R.A) dibêje; “Mirov di bin zimanî xwe de veşartî ye”. Mixabin, rîspiyê malbatê û civakên dema zilamekî gihaştî û kamil be, gelek bi miqayte diaxifin, encax wexta zarî be bê fîlitre dipeyîvin…

 

Mehmet Akbaş

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply