Bixêr û xweşî hatî
keça jîr û jêhatî
weke royê hilatî
Hilat, revî reştarî
hat, li min evînbarî
dil û can re hawarî
Roya jînbexta minî
hêva ser textê minî
kevoka drexta minî
Tu hatî cîhan hejî
raperîn hiş û mejî
şengebîya por kejî
Bedewa bejin zirav
rûdêma geşa bi tav
por berdayî wek sûlav
Serçav re hatî jîrê
xweşkokê û xweşmîrê
awir bi saw û tîrê
Hêvana canê jînê
kanî ya vîn û evînê
ez dînkirim lê dînê
Bihar ji rengê te ye
narîn ji dengê te ye
hêvî ji şengê te ye
Vaye bihar xemilî
bi nêrgiz û gulgulî
janê derxe ji vî dilî
Were dîlberê canê
şîrînê dilovanê
em herine seyranê
Rengvedana sorgula
fîxana van bilbila
derxe ji dil van kula
Firinde cot hevalin
gul û çîçek dikalin
ji xeman re vemalin
jîn û hêviyek nû rist
dil û can girte bi dest
te vejand bext û hest
Canê winda, rizgarkir
bextekî spî, li barkir
dojeha li dil, sarkir
Keçê te çi ji min kir
rindê te çi li min kir
yarê te çi bi min kir
Spas her deman û gava
şanderê rêz û silava
hêvî ya bûk û zava
Mihemed Hesko(birasoz)
Duşem, 09.12.2019. Almanya