Jinbav

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Keçikek û bavê wê hebûn. Bav û keç jiyana xwe li ba hev derbas dikirin. Dayîka keçikê mirî bû. Piştî çend sala zilam ji xwe re jinekê têne. Keçeke wan çêdibe. Piştî gelek salan herdû keçik dibine ciwan. Dema ku xweşik û bedew bûn, xort dihatin xwezginiya wan. Ê ku dihat keçik dixwestin. Ti kesî keça jinbavê nedixwest. Jinbavê dixwest keça xwe bide, lê tu kes nedihate xwezginiya keça wê. Jinbavê di tirsa ku keça wê di malê de bimênê. Ji ber vena keçka dî nedida xorta…

Rojekê ji rojan jinbav ji keça xwe re dibêje;

– Ji xweha xwe re bibêje emê mewlûdê bidin. Ji bo ku em agirê xwarine pexin dar ji me re lazimin. Ji bo vena herdû herin dara.

Keça jinbavê tê meselê ji xweha xwe re dibêje. Keçik dibêje:

– Heta bibê sibê înşaellah emê herin. Roja dî her dû xweh bihev re çûne dara. Têra malê dar didine hev. Keçik barê xwe girandike. Keça jinbavê jî hindik dara hildigre. Berê xwe didine malê. Di rê de keçik gelekî tî dibe û diweste. Keçik li bin siya darekê diraweste û dibêje keça jinbava xwe “tu here malê bêje dayika me berbê avnê ji min re bîne û were, ez hew dikarim bimeşim.” 

Keça jinbavê tê malê. Buyerê ji dayîka xwe re dibêje. Dayîka wê sewilkek av hildigre û berê xwe dide daristanê. Di rê de çêlîka mar dibînê. Wê çêlîkê dixê nava sewilkê avê û tê bal keçikê. Sewilk dide keçikê. Ji tîbûna keçik sewilk bi ser xwe da dike. Keçik têdigihijê ku tiştek kete qirka wê. Ji jinbava xwe re debejê. Jinbava we dibêjê:

– Min hirî dihunand, çêdibe ku qetek ji hiriye bê. Tiştek nabe.

Duvre herdû bi hev re têne malê.

Çêlîka mar her roj di ûrê keçikê de mezintir dibe. Her roja ku derbas dibe ûrê keçikê mezin dibê û rengê wê diçilmisê. Jinbava wê ji bavê keçikê re dibêje:

– Tu dibînê bê çawa ûrê keça te her roj mezin dibê. Wê me li dinye rezîl û şepirze bikê. Çareke ji keça xwe re bibîne. Wêna ji ba me bibe. Da kes pênehisê.

Zilam dibêje:

– Ezê çawa keça xwe bavêjim?

Ji neçarî biya jina xwe dike. Sibehê zilam ji keça xwe re dibêje:

– Keça min ezê herim çiyê. Tu jî bi min re were. Hem tê behna xwe berde.

Keçik biya bavê xwe dike. Piştî ku gelekî meşîn keçik hem tî dibe hem diweste. Heta dibe şev dimeşin. Keçik dibêje bavê xwe:

– Bavo ez tî bûme.

Bavê wê dibêje:

– Tu li vir biraweste. Bîrek li van dera hebû. Ger bîrê bibînim ezê avê ji te re bênim.

Duvre diçe avê tîne. Piştî ku keçik têr av divexwe xewa wê tê. Bavê we jê re dibêje:

– Tu raze emê sibe rêya xwe dewam bikin.

Keçik diraze. Bavê keçikê bêdilê xwe dev ji keça xwe berdide û rêya malê digre. Bavê keçikê bi dilêkî xemgîn ji keça xwe dûr dikeve. Nîvê şevê keçik şiyar dibe li dora xwe dimeyzênê lê bavê xwe nabîne. Dengê gura keçikê dibizdênê. Ji tirsa keçik diçe serê darekê diraze.  Heta sibehê dixew ve diçe. Sibehê tî û birçî şiyardibe. Piştî ku dinya ronî dibe hedî hedî şivan keriye xwe ber bi çiyê ve dimeşenin. Piştî ku şivan gihaştin cihê keçikê, keçik ji wan nan û av dixwaze. Şivan nan didine keçikê. Keçik têr nan dixwe. Lê av li ba şivana nebû. Şivana jê re gotin ger tu bi me re werê emê herin ber çem. Emê sewalê xwe avbidin. Ê dî tu jî têr av vexwe. Keçik bi şivanan re diçe. Dema ku gihaştin ber çem ji tî bûna keçik serê xwe dixê nav avêde û têr av divexwe.  Wê demê marê di avê de bangî marê di ûrê keçikê de dike. Marê di ûrê keçikê de naxwaze derkeve. Dibêje:

– Ez dinav kezep û gurcika deme. Ezê bêm çi?

Marê di avê de dibêjin:

– Ev der gelekî xweşe, hemû şînahiye.

Bi vî awayî marê di ûrê keçikê de tê xapandin. Dema ku keçik ji bo ku avê vexwe xwe ditewênê mar xwe ji devê keçikê tavêje nav avê. Keçik di careke de sivik û rehet dibe. Duvre pal dide darekê. Behna keçikê fereh dibê.

Piştî ku keçik xweşik û bedew bû şewqa wê da avê. Vê rojê mîrzadê jî ji bo ku hespê xwe avbide tê ser çem. Lê hespê wî avê navexwe. Mîrzade dibêje:

– Ev av, ava her gavê ye û hespê min jî ê her gave ye. Çima vê carê ave navexwe?

Mîrzadê dibîne ku li bin siya darekê keçikeke bedew û rind runiştiye û şewqa wê dide avê û hesp jî ji wê şewqê ditirse û ji ber wê sedemê avê navexwe. Mîrzadê tê bal keçikê. Dîtin ew dîtine. Di carekê de dildikeve keçikê. Evîna xwe ji keçikê re dibêje. Keçik jî xwesteka wî dipejirîne. Mîrzade dibêje:

– Ezê te niha bi xwe re biribane lê gelo we gel çi bibêje. A baş tu li vir li benda min bisekine ezê herim siwara binîm û te bibim.

Dema ku mîrzadê diçe du pîrejin diber keçikê ve diçin. Yek ji wana rêya xwe dewam dike ya dî li ba keçikê disekine. Dema çav li bedewbûna keçikê dike dibêje:

– Keçikê wan cilê xwe jixwe bikê. Ezê jî cilên xwe jixwe bikim. Êdî tê cilên min, ez jî cilên te li xwe bikim.

Keçik ji neçarî cilên xwe ji xwe dike û cilê pîrejinê li xwe dike. Pîrejin keçikê ji serê darê tavêje. Dema keçik dikeve erdê keçik dibê giya. Dema ku mîrzadê tê çav li pîrejinê dike şaşdibê. Dibêje:

– Ev, çiqas pîr û nexweşik bûye. Ezê çawa pê re bizewicim.

Ji neçarî pîrejinê bi xwe re tênê. Dema ku pîrejin ji wir diçe bi xwe re desteyek giya hildigre. Mîrzade û pîrejin têne mala xwe. Pîrejin ew giyayê di destê xwe de li hewşê direşîne. Pîrejin ji sibehê heta êvarî li derve digerê û tê. Rojekê ew giyayê di hewşê de dîsa dibê keçik. Lê heya pîrejine jê nîne. Dema ku pîrejin derdikeve derve keçik hemû karê malê pêktîne. Xwarînê çêdike, firaxa dişoye, hundirû paqijdike. Pîrejin ku ji civata xwe tê şaş dibê lê ji bo ku karê di stuyê wê de xilas dibe kefa wê tê.

Rojek ji roja mîr dibêje wê her kes hespekî xwedîbike. Pîrejin dikevê taya xwe de. Dibêje:

-Ezê çava di vî temenî de hespekî xwedîbikim. Dema ku pîrejin vê gotinê dibêje keçik xwe derdixe meydanê.

Dibêje:

– Ezê hespê ku dikevê para te xwedîbikim.

Pîrejin bi vena kefxweşdibe. Keçik her çiqas destnimej digre giya çêdibe. Her çiqas nimej dike giya çêdibê. Hesp ji wî giyayî têr dixwe.

Di demeke nêzîk de hesp qelew û jîr dibe. Rojekê zilamek di ber mala pîrejinê ve diçe û keçikê dibîne. Tê û hemû tiştê ku dibîne ji mîr re dibêje. Mîr ferman dike ku her kes hespê xwe bîne. Hemû kes hespê ku xwedî dikir dibe bal mîr. Pîrejinê jî hespê xwe diajot lê hesp ji cihê xwe nadilepitî.

Çi dikin nakin hesp ji cihê xwe nalebite. Zilamê keçik dîtibû dibêje heta ew keçik neyê ev hesp ji cihê xwe nalebite. Ji pîrejinê keçikê dixwazin. Pîrejin dibêje keça min nîne. Ew zilamê ku keçik dîtibû dibêje min ew dîtiye. Diçe ji hundir keçikê derdixe. Dema ku keçik derdikeve mîrzade wê dibîne û dibêje keçika ku min li ber çem dîtibû ev bû. Mîrzade diçe bal keçikê.

Keçik serpêhatiya xwe ji mîrzade re dibêje. Mîrzade ji mirovê li dora xwe qirşik û dara dixwazê. Dar û qirşika tênin. Êtûnekê amade dikin. pîrejine tavêjin nav êtûnê. Heta dibe xwelî. Lê xweliya jinepîrê bela xwe ji keçikê venekir. Duvre xweliya pîrejine tavêjin deryayê. Bi vî awayî ji pîrejine xilasdibin.

Duvre mirzade bi leşkerên xwe re diçe mala bavê keçikê. Ji bo bêbextiya jinbava wê, mirzade jinbava keçikê dixe zîndanê û bavê keçikê tenê dixe bexçevanê qesra xwe. Keça jinbavê jî dixe berdestekê keçikeke din. Keçik û mîrzadê heta dawiya temenê xwe bi dilşadî û kefxweşî jiyana xwe dewamkirin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply