‘Jinan bi dûrikan ji xwe re xweseriyek ava kirine’

Nivîskar Çiya Mazî bi pirtûka xwe “Baxek ji Folklora Kurdî” ji folklora derdora Mêrdînê berhevkariyek kiribû. Vê carê wî li ser pirtûkê, xebata xwe ya ku kiriye û folklora vê derdorê axivî.

Nivîskar Mazî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bi taybetî qala dûrikên Mêrdînê û pêre li ser yên rojavayê Kurdistanêş, yên Xoresanê, derdora kurdên Anadoliyê jî kir.

Ji dûrikan heta payîzokan

Mazî got ku dûrik ji çar rêzikan pêk tên û dikevin nava malbata beytikan û wiha dom kir: “Li derdora Mêrdînê jêre dibêjin dûrik, li hin herêman navên cuda lê dikin. Li derdora Cizîrê û herêmna Botan heyranok, payîzok. Qewlêrk jî li hin deveran tê gotin. Payîzok stran in jî û dirêj in. Lê esil Dûrik (Manî) wekî 4 rêzikan pêk hatine bi gelemperî.

Li Mêrdîn herêma Çiyayê Mazî bi taybetî di dema bûkanînê de hatine gotin. Hinekî yên paleyê û pîşeyên din jî hene lê ew wekî stranan hatine gotin û ji 4 rêzikan dirêjtir in. Min xwest taybetiya herêma Mêrdînê derxim holê. Ne bi awayê akademîk, bi awayekê berhevkarî min ev kirin. Divê lêkolînên berfireh, lêkolînên sosyolojîk li ser bêne kirin.”

Rexneyên jinan

Mazî bibîr dixe ku dûrik awayê jiyanê nîşan didin û van lê zêde dike: “Jinan di wan demên berê feodalî de (50 sal berê) ji xwe re xweseriyek ava kirine. ew êdî bûne kaîdeyekê û mêran di dema berzkirinê de bertek nîşan nedane. Rexneyên ku li civatan qet jinan nikarîbûn li mêran bikira di dema bûkanînê de li mêran kirine û fikrên xwe ji bo jiyanê jî anîne zimên.

Her wiha Mazî ji bo  dûrikên derdora Amedê jî got ku li wir ligel yên kurdî yên bi tirkî jî hene ku ji wan re jî gotine “manî”. Mazî qala dûrikên aliyên Xoresanê, aliyên rojavayê Kurdistanê, yên kurdên li Anadoliya Tirkiyeyê jî kir û ji hemûyan her yek  çarîkek xwend.

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply