Jin û Zarok

Wekî her milletê  di Kurdan de jî malbat bi zarokan tê holê. Helbet ji bo ku jin û mêr bibin malbat divê zarok hebin. Ji demên berê vir de anîna zarokên pir li cem Kurdan wekî edetekê ye û  tiştekî  jî giring e. Hîn ku di ser zewacê re salek derbas nedibû, mezinên wan  e’şîran an jî malbatan ji wan  zarok dixwastin. Helbet bi gelemperî jî zarokên kur dixwastin. 
Lewra wê demê jîyan bi zehmetî li gund û çolan, derbas dibû. Sedemên wê pir in. Ji vana yek jî ev e; Karê erdê pir bû, bi gelemperî mêr li çol û zozanan dixebitîn, sedemeke din jî, ji bo ku e’şîr piçekî din jî xurt be, bi hêz be. Helbet malbat hebûn zarokên wan çênedibûn. Wê demê ji wê malbatê re digotin korocax. Jinikek heger di malbatekî de, hew qîz bianîna dinyayê jî dîsa digotin korocax. 

Bi gelemperî di malbatên wisa de mêr dîsa dizewicî. Heya ku zarokê wan çêdibû, an jî kurikek çêdibû mêr dikarîbû bi dû sê jinan re bizewiciya. Demên berê jîyan zehf zor bû. Di nav qebîle û e’şîran de her tim pevçûn hebûn. E’şîrên xurt bi ser eşîrên zeîf  de digirt û tevlî eşîrê xwe dikir. Ji ber vîya dixwastin ku zarokên wan pir çêbibin. Em li dîrokê dinêrin ku malbateke Kurd, ji kêmî 10 zarokan nehatîye holê. Ji demên berê de Kurd xwedî zarok in. Di her malê de nêzîkê 10 – 15 zarok he ne. Ji pêncan kêmtir şerm dihat qebûlkirin. Jin her sal dûcanîbûn.

Jixwe di navbeyna emrê zarokan de salek tenê he ye. Hemû temenê wan wek hevdû ne. Ev karên giran û zehmet li ser millê jina ye. Helbet vîya Xwedê Tela daye ser pişta jinan. Ev qebîlîyet di xuluqandina jinan de he ye. Lê di nav Kurdan de ev huner zêde hatîyê bikaranîn.
Lewra jinan demên berê pir zehmet kişandine. Derfetên vê demê û wê demê ne wekî  hev bûne.

Jin, Him ji alîyê tendurîstîyê ve zehmetî kişandine him jî ji alîyê pîsîkolojîk ve.Lewra jin wekî makîneyêkî nesekinîne. Her sal zarokek anîne. Di dawîyê emrê xwe de jî bi nexweşîyan re mijûl bûne. Pîsîkolojîya wan xirap bûye. Li xwe bi çavekî din nêrîne. Xwe bê qiymet dîtine. Lê belê mêr bi qetî tevgerên wisa li ber jinan nekirine. Mêr her tim hurmet dane pîrekan. Soza jinan jî di nav malê de derbas bûye. Heta carina jin pir bedew an jî bi aqil bûne, ji ber vê yekê paşnavê zarokan navê dîya wan bûye. Yanî bi navê dê hatine bang kirin û hatine naskirin. Mînak; Wekî Evdalê Zeynikê, Zivqarê Gulo û hwd.

 Gelo cîhê zarokan di malbatê de çi bûye? Bi gelemperî zarok feqîyê malbatê bûne. Ji alîyê mezinan ve pir hatine hezkirin. Zarokên kur ji zarokên keç bilindtir hatine qebûl kirin. Heger sermîyana malbatê rê bida, îdara mal û mûlk diket deste zarokên law. Helbet carina li ser keçan jî ev barê giran dihate danîn. Heger di malbatekê de zarokê law  tunebûya an nexweş bûya îdare diket destê jinan. 

Carna jin jî dibûn reîsê qabîleyekê. Fikrên zarokan di mal de bi qiymet bûn. Mezin bi zarokên xwe dişêwirîn. Di malbatên mêzin de bapîr an jî dapîr hebûn. Bi nevîyên xwe re ew eleqedar bûne. Orf û edet dîsa wan dida ber zarokan. Bingeha zarokan wan ava kirine. Ji ber vîya dîsa jin  bi zarokan re mijûl bûne û mezin kirine. Ev erkên jinan bûne.

Bi kurtasî her tişt dîsa bi destê jinan bûye. Barê jinan giran bûye. Him li çolan xebitîne, him zarok anîne him ji mêrê xwe re jintî kirine. Carna jî bûne reîsê e’şîran. Helbet di vê derê de lazim e mafê mêran jî em nexwin. Lewra heke wan jî pişgirî nedana jinan, di bin ev qas karan de jin wê bifetisîyana. Yanî jîyan parvekirin e, bi parvekirinê jîyan xweş  dibe û bêhempa dibe. Fêkiyê parvekirinê jî zarok in…

Sevda Kaplan 

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply