Daxistina Dosyayê wekî PDF
Jin û Kanîya Avzêrîn a Folklorê
Ji mêj ve ye ku jina Kurd bi gelek şêweyan mîna semboleke folklorîk derketiye pêş û kedeke wê ya berbiçav di parastin û dewlemendkirina folklor, zargotin û wêjeya devkî ya gelê Kurd de heye. Wê gelek stran û çîrokên tijî hest, çakzanî û serpêhatî li çanda me zêde kirin û jîyana me pê xemiland. Rola jinê di parastina zimanê Kurdî de pir zêde bû, çi ku ew ji zilaman bêhtir di nava malê de dima û têkilîyên wê yên bi derûdora derveyê civaka Kurd ve kêm bû. Jinên Kurd hemû kar, şahî, xweşî û her weha nexweşîyên xwe bi stranan bi belge dikirin, ji ber ku bi gumana wan stranan karîbû demê bibihurînin û giranî û zehmetîya karên nava malê sivik bikin. Wekî din, di warê xwexemilandina bi cil û berg û xişiran de, her dem bi cilên rengîn, bedew û lihevhatî bal dikişand ser xwe ku ev yek jî jîyanhezîya wê nîşan dide.
Di vê kurtenivîsarê de, ez ê heta radeyekê hewl bidim ku hin alîyên folklora jinane ya jinên Binxetê, herêma Cizîrê, nîşan bidim.
Jin û Stranên Folklorîk:
Her çendî zargotina Kurdî û wêjeya devkî tu cudahîyeke berbiçav nexistiye navbera jin û mêran de, lêbelê piştî çavgerandinekê mirov tê dibîne ku mêran bêhtir guh daye stranên şeran û dengbêjîya di civatên odeyan de bi giranî bûye para wan. Li hêla din, jinên Kurd stranên girêdayî dîyardeyên civakî saz kirine û ew her dem bi şêwazeke nêzî hest û dilînîyên mirov gotine ku ev yek -heta radeyekê- heta roja îroj ajotiye. Jinan wêneyên kevn ên jîyana xwe ya rojane bi stranekê dianî ziman.
- Stranên Kar: Jina Kurd li gel hevalên xwe di ber karên giran re gelek stran digotin da ku ew stran dijwarîya kar bi wan bide jibîrkirin û wan karan li wan sivik bikin. Li vir jî her karek xwedî stranên taybet bû û stranên jinan li gor karan cuda dibûn ku em dikarin li jêr çend stranên di ber karên celebceleb re binivîsin:
– Stranên Di Ber Destarhêranê Re:
Pêdivîya destarhêranê bi kedeke pir mezin hebû û ji bo jinan karekî giran û zehemt bû. Dema jin li hev dicivîyan û dest diavêtin destarên xwe, wan çend stran li hev dianîn û bi awazine xweş û balkêş dida ber hev û digot:
De bihêr, de bihêr dayîkê
Te çi ji min û xwayîkê
Ez ê te bidim Nişûgo
Nişûga min û kê ye
Em ê te bidin Elîyo
Elî diavêm ber avê
Lê direşînim xunavê
Elî Mêrsînî ye min navê
Straneke dî ya di ber destarhêranê re dibêje:
Lo lo pismamo lazim bi lazim
Sê tiştên giran ji pismam dixwazim
Yek kil û neynik û cotek berbazin
Lo lo pismamo mişara tûtinê
Ji tûtinê hatiye ber qurafitinê
Pismamekî min e çima min nadinê?
Lo lo pismamo lazim bi lazim
Hûçikê pismamê min gaza ber gazê
Xwelî li pismêm be ku dotmam naxwazê
Straneke dîtir a di ber destarhêranê re dibêje:
Vî alî mala, wî alî mala
Mexelê karê xezala
Ma ew kî çû seyda xezala?
Ma ew kî bû bavê delala?
Zinar çû seyda xezala
Zinar bû bavê delala
Serî anîn tev guhara
Mihîn anîn tev hevsara
Deve anîn tev igala
Ne xwar û ne da hevala
Genî kir û avêt newala
– Stranên Di Ber Conîkutanê/Dankutanê Re:
Ev kar ji hêla jin û mêran ve dihat kirin lêbelê bi taybetî jinan çend stran ji bo vî karî saz kiribûn ku yek ji wan ev e:
Hê hê hayê, min dan kutayê
Danê kê ye? Yê melê ye
Mele ji ku ye? Ji Mamerilê ye
Çi keçika dan dikute
Çi xwêdana jê diniqute
Dilê xorta pê dişewite
– Stranên Di Ber Kilandin/Keyandina Meşkê Re:
Jinên Kurd her wisa di ber çelqandina meşkê re stranên lihevhatî digotin ku yek ji wan eva jêrîn e:
Dew dikilim û dew nabe
Mala Sofî xera be
Dewê çêlê çênabe
Dew ji dewê tiştîr e
Meşk eyarê xenzîr e
Dew dew dew, dew dikilim û dew nabe
– Stranên Paleyîyê:
Her weha yek ji mînakên stranên di ber paleyîyê re ev e:
Navê şivanê min Elî ye, lo lo şivano
Gopal ji gula spî ye, lo lo şivano
A li ser bêrîyê cindî ye, lo lo şivano
Navê şivanê min Emir e, lo lo şivano
Gopal ji gula zer e, lo lo şivano
A li ser bêrîyê esmer e, lo lo şivano
- Stranên Şahîyê: Para bûk û zavayan jî di stranên folklorîk ên ji devê jinan de hebû. Ji mêj ve ye ku jinan şahî û hine bi stranên xwe yên xemrevîn û serinrakêş xemilandine û bûk û zava bi wan stranan dilxweş kirine.
Dema diçûn xêl û berbûyê, jinan ev stran digot:
Siwar diçû bûkê, xêlê
Siwarê me siwarê Tetera
Xar berdabûn dor bêndera
Siwarê me siwarê Romîya
Xar berdabûn dor xanîya
Straneke dî ya ku divêje ser zava dibêje:
Bera nehata tava baranê
Bera şil nekira pîkê dikanê
Nav bedilê Elî bêhna rîhanê
Bera nehata tava teyrokê
Bera şil nekira Çîyayê Bagokê
Nav bedilê Elî bêhna bîyokê
Straneke dîtir a şahîyê bi dilrevînî dibêje:
Terqînek ji çîyê tê, îşev ewr e
Bûk û berbû ji rê tên, îşev ewr e
Destmalka tewromewr e, îşev ewr e
Da ber anîka gewrê, îşev ewr e
Jin, Cil û Berg û Xişir:
Di warê lixwekirina cilan û xwexemilandina bi zêr, zîv û xişiran de, jina Kurd her dem bi rengerengîya cil û bergên xwe û bi xemil û xişirên xwe yên ciwan bal kişandiye ser bedewî û xweşendamîya xwe.
Ji berê û paş de cil û bergên jina Kurd di dirûvê kevokekê de hatine sêwirandin. Cilên Jinên Kurd temamê laşên wan dinixumînin. Jinepîrên me heta nuha wan cilan li xwe dikin, lêbelê îro ew kevneşopî hêdî hêdî ji holê rabûye û êdî keçên me wan cilan tenê di şahî, dawet û boneyan de li xwe dikin. Cil û bergên wan bi çend tuxmên caw dihatin dirûtin, wekî xerpotlî, qedîfe, şal û basme. Hin ji wan cawan rengîn û gulgulî bûn û hin jî bi qeseb û pirpirk bûn.
Cilên jinan ji gelek parçeyan pêk dihatin, wekî delingê fireh, binkirask, kirasê bihûçik, xeftan, cotek hibrî (hirbî) û her weha jinan hibrîyeke tenê dida dora serê xwe, qutikê çox û pêşmalk li ser kiras û xeftan li pêşîya xwe berdidan.
Wan ne tenê xwe bi cilan dixemiland, lêbelê bi zîv û zêran jî, wekî: Zêrêwan, lîre û almeyek di ortê de dixistin sûtîyê xwe. Serê xwe jî bi çilab, itif, maşele û hilal dixemilandin û her weha xilxal û bazinên zîv li dest û lingên xwe dikirin.
Di vê kurtenivîsarê de, min heta radeykê hewl da ku kevneşopîyên jinên Kurd ronî bikim ku piranîya van zanyarîyan ji devê dapîra min Henîfayê hatine wergirtin. Di vê nivîsara sade û sivik de, min hewl daye ku balê bikişînim ser rola mezin a jinên Kurd di parastin û xwedîderketina li çanda Kurdî û zargotina resen û dewlemend a gelê Kurd. Helbet parek zargotina me bi keda xebatkar û xemxwarên çanda Kurdî hatiye berhevkirin û arşîvkirin, lêbelê para herî mezin li bende xebateke dûrûdirêj û xwêdanrêj e ku ancax sazî û dezgehên çandî dikarin xwedî li vê çanda zengîn û piralî derkevin û berhev bikin, arşîv bikin û paşê bidin ber xebateke hûrbîn.
Medya Ebûzêd
Çavkanî – Lînk: http://sormey.com/ku/jin-u-kaniya-avzerin-a-folklore-2/