Pêncşem , 24 Îlon. 2020

Jin, Cin, Bizin …

Şeveqa zû, saet di pêncan de ez radibûm û min berê dida metroya Şîşxanê. Bi şîlaqên çavên xwe ve ez diketim rê. Ber mizgeftê her dem wê saetê de çend kal disekinîn. Gorî min hewqas jî nûranî nebûn rûyên wan a. Ez kolanê derbas dibûm û diketim hevrazê Şîşxanê, her roj derketina wî berjêrî îşkence bû. Min di emrê xwe de tu berjêrî hewqas nefret nekiribû. Ez çi qas hevraz dibûm hewqas diketime dil û hundirê xwe. Teze wan rojan min ferqkir hizn, tenêtî û mejbûrîtî çî ye.

Min xwe dida jorê, xweha min jî morî morî di netika min de berjir dibû. Tuncika min a min zehf jê hez dikir dikete nav xweha netika min. Û ez piştî qartxwendinê heviya metroyê disekinîm. Metro dema biba û bideng dihat hinekî ez dicemidîm, lê belê bayê metroyê tuncika min a şil nikaribû. Metro disekinî û deriyên otomatîk vedibûn ez bêmede diketim hundir. Dîsa weke her caran, şekl û şemalên wan ve kifşe çend xwendekar û karker hebûn. Cîhekî vala şansê min re hebûya ez rûniştima, tunebûya jî ez ê qedera xwe razîbûma û heta Maslakê ser piya biçûma. Carina ku min xewa xwe rind hildabûya min qîzek dixiste hedefa xwe û heta ez peya bûma min çavên xwe ser hilnedida. Carekî dîsa min qîzikeke porzer, lêvsor, bejn dirêj xistibû hedefa xwe. Bêbavê şeveq şeveq xwe çawa hewqas boyax kiribû, û qîzek çawa hewqas bedew dibû? Qizîkê ferqkiribû ez dêhna xwe didêmê. Lê ez xwedî tecrûbe bûm û wêrekbûm, min bênaber wê temaşe dikir. Min barike xwe zehf windakiribû çimkî min wextekî dêhna xwe dayê ez hatime Haciosmanê, yanê rawestgeha dawiyê.        

Xwezî ev bîranîna vir de biqediya! Ez heta metroyê peyabûm û dîsa sarbûm, hatime kargehê yanê cîhê înşaetê ez nîv sietî dereng mabûm. Ewî em didane xebatê xwe re mehnî dît, got ‘’Erol Beg te zihmet nekira û nehatayî!’’

Min got ‘‘Ezbenî estexfûrûllah, di metroyê de erizeke teknîkî hebû, ji ber wê ez dereng mam.’’

‘‘Ez jî metroyê ve hatim, min tu erize nedît.’’

Ez hişbûm, derewa min derketibû holê, ez bikim ku herim kincê xwe biguhirînim dengek hat guhê min:  ‘‘Edî neyê, perê te ezê bişînim ji te re.’’

Min serê xwe xiste ber xwe û ber bi metroyê ve meşiyam. Ez hêrsa lê bûm hişê xwe bixwim. Di gerdûnê de ez xaleke pir piçûk, sermediyê de demek pir pir kin bûm… Tu qedr û qîmeta min tunebû, ez derewek bûm… Lê ez bawer bûm ku yekî xwediyê her yekan ê min bibihîze, wisa nebe vateya van êş û elemên min ê çibe? Min çewt fahm nekin, êş û elema min ne ji kar avêtinêbû, ji valahiya ku ez tê de bûm û tenêtiyêbû.

Ez dîsa bi metroyê ve hatim Qasimpaşayê. Menzela min ê ku min kirê kiribû, pir germbibû. Min xwe dirêjkir û nivîsa ku min diwar de kolandibû xwend: ‘‘Menzela min merzelê min e.’’ Ew şevên dirêj û bêdawî hatin bîra min, Ên ku ez tena serê xwe heta şeveqê di menzela xwe de bêxew disekinîm. Min serê xwe vegerande diwarê dinê: ‘‘Dinya boş e, kerê xwe bifroşe, xwe bide koşe.’’ Ez keniyam, hinekî kêfa min hat. Ez rabûm min bizmarekî bi zeng hilda û diwêr de, cihekî vala maye de nivîsî: ‘‘jin, cin, bizin… Xwedê mihefeza meriv lê bike.’’

Serhad BARAN

www.candname.com                                                                                           

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.