Sêşem , 24 Sermawêz 2020

Jin Aşitiya Jiyanê ye

Jin bi rastî xalêkê jîyanê ye. Jîyan bê wê nabe.Helbet azadîya jîyanê jî bê jin nabe. Belkî yên ku destpêka gotarê bixwinin, wê bibêjin bêhna feministî tê, lê belê rastîya jîyana jînên Kurdan bûye wekî feministî.

Qedera jina bi hatina dinyaye dest pê dike. Jin ji hatina dinyayê dest li ber xwe dayînê dike. Him bi şert û mercên  jîyanê ,him bi zilamên ku zordarî dide li ser mêjîyê jinan re  mijûl bûne..Ji xwedî kirina zarokan dest bigrin , heya li ber jîyan dayînê her tim di tekoşînekê de ne. Bi her awayê  xwe ji mirovên bêexlaq parastine, lê belê ji ber hestên dayik bûne carna jî  jîyana xwe winda kirine..Lê ev parastin carna bûye dawîya jîyana wan.

Gelek caran jin  di şerên cîhanê de  xwe avetînê ber zilaman. Em li rojevê dinêrin ku, taybetî  jinên Kurd di civakê de li ber mêran   cîh digrin.  Yanî bi qurtasî  jin di jîyanên civakî de rola xwe dileyzîn. Divê mirov ev cîh girtin bûnê şaş fehem neke,Lewra   ne bi hejmaran di civakê de ne, bi hebûnên xwe di civakê de ne û civak bi nêrînên xwe   guhertine.

Di civînan de êdî jin li ber mêran cîh digre, ji zilaman bêtir bi lêz tevdigerin û diaxifin. Fikrê xwe bi axaftinekî  vekirî û bi mantiqî didin fehemkirin. Heta mirov dikare bibêje êdî jin mijarên civakê dîyar dike.Bi tena serê xwe beşdarî bernameyan dibin, biryarên xwe dikarin ew bi tena serê  xwe bidin. Divê derê de dixwazim tiştekî taybet   bibêjim û binim bîra her kesi,  ‘’jin dema van tevgerîyên xwe dikin helbet bêhurmetî li ber zilamên xwe nakin’’. Beşdarbûna wan yê  bernameyan  jî bi rewşên xwezayî dibe. Meriv ji li xwe kirina lîbasan wan jî fehemdike. Lewra  dîsa bi kirasên xwe yên reng bi reng tevlî bernama dibin,rengên ku li ser fîstanên wanê xwesteka azadîya netewîyê nîşanê me  didin. Helbet ev xwesteka ne ji ber xwendina pirtuk an xwe hîşyar kirinê tê , ev hestên dila ye, kişandina eşên jîyanê ye, guhdarên destanên e’gîdane û hwd..
Mirov  dizane ku di dilê jinan de ;  eş,jan derd û qul û hwd  bi qal kirine kêm nabe,bi qal krinê  hew nerm  dimîne.  Ji ber vîya yê ku ,di hevokên klaman de  ,stranan  de ,helbestan  de  her tim şewatek heye. Mirov li ser hestên jinên Kurd nikare  peyvan  bibêje, lê belê  bi ya min ji dîlê wan sê peyv derbas dibe; ‘’ Jîyan, Azadî û Aşitiye’’….

Carna dibêjim heger meriv bixwaze bi destê jinan,bi hestên wan ; şerên cihanan  dikare bide sekinandin. Lewra di dîrokê de gelek caran wisa bûye. Em li îro dinêrin di temamî dinyayê de jîyanekî bê hezkirin tê jîyîn. Insanan  ji hevdû heznakin ,hestên hevpar najîn . Jin ji zilam herkî diçe durdikeve , zilam jî ji  jin durdikeve.Gelo bila  herkes ji xwe  bipirse; jîyanekî hevpar maye? Heger jin bi tena serê xwe tevbigere, an zilam bê jina xwe bike û wusa tev bigere we çawa jîyanekî hevpar bimîne?  

Ji ber veya bi dest girtînê  pirsgirêkên jîyanê encax ji holê were rakirin. Bila zilam nebêjin jin êdî nezana ye, nexwendaye û ji dinyayê paşte mayî ye.Lewra em dibinin ku êdî jin kalîkê xwe şikênandine, heta gavek li ber mêran dimeşin. Ji bo vîya lazime mirov danûsandina fiqran bi hevdûre bike. Helbet jin heddê xwe, zilam jî heddê xwe bizanibe baştire. Heger jin xwe texê şuna mêr, an mêr xwe texê şuna jin çê nabe.

Erqê her kesî bi hatina dinyayê dîyar bûye. Lê ev mafek nade mirovê ku ,meriv yekê din bin destê xwe de bipelçiqîne.  Heger parvekirin dinav mirovan de bibe ew civak pir peşdikeve. Civaka Kurdan jî ber bi vê alîyê ve  diçe . Jin êdî beşdarî bernameyan dibin, fiqrê xwe bi dengê kî  bilind dibêjin, helbet qirînê wan jî tên bihîstin û tên  qebûl kirin. Rewşenbîrî û aqilmendîya wan , di nava kurdan de tê zanîn. Jinên Kurdan êdî Sîyasetmedarin,Ronakbîrin,Rewşenbîrin û Aşîtîxwazin.Jîyan bi şêr bûna yeke  re derbas nabe….

Bi gotînen bav û qalan; Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e…

 

Sevda Kaplan

www.candname.com

About baweri

Avatar

Check Also

Jiyanek Dijwar (Bîranîn-Çand-Çîrok) Ya Suleyman Demirkol

Ez şexsê nivîskarê pirtûka ‘Jiyanek Dijwar’ nas nakim, lê nivîskar Suleiyman Demirkol tiştên di pirtûka …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.