Çarşem , Pûşper 19 2019
Destpêk / Agahî-Nûçe / Jimara Nûbiharê ya 146an derket!

Jimara Nûbiharê ya 146an derket!

Roja Zimanê Dayikê Pîroz be!

Jimara Nûbiharê ya 146an derket!

Di jimara 146an de jî nivîsên lêkolînî, hîkaye, folklor û curbecur helbest hene. Wekî her car çend nivîs û helbest ji zimanên din bi Kurdî hatine wergerandin.

Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, “ji vir pêve jî wê rûpelên Nûbiharê ji bo kedkarên zimanê Kurdî vekirî bin” dibêje…

Di vê jimarê du hevpeyvîn hene. Nihat Gültekin bi nivîskarê Rohat Alakom re hevpeyvînek çêkiriye. Alakom behsa welatê xwe Qersê, çûyina xwe ya Ewrûpayê, nivîskariya xwe ya Kurdî û gelek tiştên din kiriye.

Melahat Göktaş û Baha Akhanê jî bi akademîsyenê hêja Kemal Silêmanî re hevpeyvînek çêkirine. Silêmanî bi giranî li ser sedsala dawîn ya dewleta Osmanî sekiniye; bi kurtî fikra îslamî, dewlet, dewleperwerî û şexsiyetên wê demê bûne mijara hevpeyvîna wî…

Edîtorê Nûbiharê yê şi’rê Berken Bereh li ser têkiliya wêje û civakê nivîsiye.

Egîdo Cimo sazbendekî Kurdan yê bi nav û deng bû; 31ê Çileyê Paşin de wefat kir. Salihê Kevirbirî li pey wefata wî, ji bo Nûbiharê li ser vî kesê ku ji muzîka Kurdî re xizmeteke mezin kiriye nivîsiye.

Mustafa Dehqan ev çend car in di mateyalên Suryanî de li şopên Kurdî digere û tiştên balkêş derdixîne. M. Şirin Filiz ev nivîsa M. Dehqan ji bo Nûbiharê ji Îngilîzî wergerandiye Kurdî.

Murad Celalî di vê jimarê de romana Wezîrê Eşo “Sîber”, ji aliyê tema, rexne, îronî, şexs, cih û demê ve bi hurgilî nirxandiye.

Ahmet Aras bîranînên 480 pêşdahatiyên qampa Sêwasê, siyaseta xwe ya nav TİPê, li meseleya Kurdan nêrînên çepên Tirkan û bîranîneke xwe û ya Mihri Belli kiriye mijara nivîsa xwe.

Yûnis Amedî gundê xwe Memelan ku li ser Erxeniyê ye bi her alî ve bi zimanekî herikbar daye nasandin.

Mela Mûsayê Celalî alimekî dema me ye, gelek kitêb nivîsandine û gelek feqî li ber destê wî perwerde bûne. Hanifi Taşkın û Enis Dilmaç di vê jimarê de jiyana wî nivîsandine.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Maruf Xeznedar (werger: Z. Avcı), Shahîn Bekirê Soreklî, Şeyhmus Orkin, Sakî (werger: B. Şanaz), Evdî Hesqera, Serdar Şengül, Dilazad A.R.T. û Mahmudê Hesbêra di vê jimarê de cih girtine.

Şairên vê jimarê jî ev in: Berken Bereh, Hafizê Şîrazî (werger: H. Acar), Rainer Maria Rilke (werger: A. İncekan), Sidîq Gorîcan, Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Nejla Sado, Merve Şivan, Helket Îdris Abid (werger: S.Tutan), Ce’ferqulî Zengilî (werger: Ş. Pehlewanî), Kevok Mizgîn, Seyda Ronahî û Suat Baran…

Naveroka jimara 146an

Naveroka jimara 146an

  • -Süleyman Çevik: Ji Edîtor
  • -Berken Bereh: Wêje û Civak
  • -Mustafa Dehqan (Wergera ji îngilîzî: Mehmet Şirin Filiz): Gramerek Kurdî ya Garşûnîxet ji Bexdadê
  • -Salihê Kevirbirî: Mîrê Mey û Bilûrê: Egîdê Cimo
  • -Rohat Alakom (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin): Divê Kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin –
  • -Berken Bereh: Li ber Radyoya ji min re mîrate mayî
  • -Murad Celalî: /“Sîber”a Wezîrê Êşo û yan jî bûkên dikevin ber destê xesî-xezûrên xirab
  • -Hafizê Şîrazî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar): Eywan û şaneşîna çavên min hêlîna te ye
  • -Ahmet Aras: 27ê Gulanê, Feodalîta Kurdan û Şoreşa Mihri Belli
  • -Rainer Maria Rilke (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan): Rîsaleta Mihemed
  • -Maruf Xeznedar (Veguhestina Ji Soranî: Ziya Avci): Şikoyê Hesen
  • -Kemal Silêmanî (Hevpeyvîn: Melahat Göktaş – Baha Akhan): Yek dixwaze li vê dinê Kurdan bibe bihûştê, yê din dixwaze li dinya din!
  • -Sidîq Gorîcan: deh HAÎKÛyên êşzêm
  • -Yûnis Amedî: Memelan: Hesreta salên dirêj…
  • -Ahmed Arif (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç): Lê ku min qet ji bîr nekir
  • -Hanifi Taşkın-Enis Dilmaç: Jiyana Seydayê Mela Mûsayê Celalî
  • -Fırat Keklîk: Ew roj bû
  • -Nevzat Eminoğlu: Şêr şêr e, ha jin e ha mêr e!
  • -Nejla Sado: Rovî û Dîk
  • -Shahîn Bekir Soreklî: Mirina Xezalekê
  • -Merve Şivan: Warê min
  • -Şeyhmus Orkin: Bedîuzzeman Furûzanfer û Xebatên wî yên li ser Mesnewiyê
  • -Helket Idris Abid: (Weguhestina ji tîpên Erebî: Seyfullah Tutan) Payîz
  • -Saki (Wergera ji Îngilîzî: Bargiran Şanaz): Pencereya Vekirî
  • -Evdî Hesqera: Kilama Bavê Fexriya kê deraniye?
  • -Ce’ferqulî Zengilî (Latînîzekirin: Şêrko Pehlewanî): Dest Beste Towe Nakem
  • -Serdar Şengül: Kevoka Reş
  • -Dilazad A.R.T: Straneke ku li ser bûkan tê gotin: Xerîbê
  • -Kevok Mizgîn: Qulingê Sotîdil
  • -Mahmudê Hesbêra: Li Kolika Semsûrê hin edet û baweriyên berî û piştî jidayikbûnê
  • -Seyda Ronahî: Şêr û xulam
  • -Suat Baran: kitêba elbakof

Nivîsa Edîtor

Nivîsa Edîtor

Ji jimara 146an merheba!

Heta niha gelek kesan bi nivîs û helbestên xwe di Nûbiharê cih girtine, naveroka Nûbiharê dewlemend kirine û hêz dane vê xebata me…

Herçiqas Nûbihar aîdê derdoreke Îslamî be jî her tim deriyê xwe ji her fikr û nêrînê re vekirî hiştiye. Ji ber ku di baweriya xwe de hişk nîne, qîmetê dide azadiya fikrî û ji hemû baweriyan re hurmetkar e.

Dema em li jimarên Nûbiharê yên derketine dinêrin, jixwe vê esasê dibînin; gelek kesên fikren jihev dûr, di Nûbiharê de nivisîne, xwe li vê derê îfade kirine.

Bi vê munasebetê dixwazim bibêjim, ji vir pê ve jî wê rûpelên Nûbiharê ji bo kedkarên zimanê Kurdî vekirî bin…

Dizanim hin kesên hêja hene, mixabin hê li Nûbiharê nenivîsîne; hêvîdar im roj were ew jî hêz û destekê bidin vê xebata me…

***

Di vê jimarê de me cih daye du hevpeyvînan. Nihat Gültekin bi nivîskarê me yê hêja Rohat Alakom re hevpeyvînek çêkiriye. Kek Rohat behsa welatê xwe Qersê, çûyina xwe ya Ewrûpayê, nivîskariya xwe ya Kurdî û gelek tiştên din kiriye.

Melahat Göktaş û Baha Akhan jî bi akademîsyenê hêja Kemal Silêmanî re hevpeyvînek çêkirine. Silêmanî bi giranî li ser sedsala dawîn ya dewleta Osmanî sekiniye; bi kurtî fikra îslamî, dewlet, dewletperwerî û şexsiyetên wê demê bûne mijara hevpeyvîna wî…

Edîtorê me yê şi’rê Berken Bereh li ser têkiliya wêje û civakê nivîsiye.

Egîdo Cimo sazbendekî Kurdan yê bi nav û deng bû; 31ê Çileyê Paşin/Çile de wefat kir. Salihê Kevirbirî li pey wefata wî, ji bo Nûbiharê li ser vî kesê ku ji muzîka Kurdî re xizmeteke mezin kiriye nivîsiye.

Mustafa Dehqan di mateyalên Suryanî de li şopên Kurdî digere û tiştên balkêş derdixîne. Mala kek M. Şirin Filiz jî ava be, ji bo Nûbiharê van nivîsên M. Dehqan ji Îngilîzî werdigerîne Kurdî.
Murad Celalî di vê jimarê de romana Wezîrê Eşo “Sîber”, ji aliyê tema, rexne, îronî, şexs, cih û demê ve bi hurgilî nirxandiye.
Ahmet Aras hin bîranînên surgûnên qampa Sêwasê, siyaseta xwe ya nav TİPê, li meseleya Kurdan nêrînên çepên Tirkan û bîranîneke xwe û ya Mihri Belli kiriye mijara nivîsa xwe.

Yûnis Amedî gundê xwe Memelan ku li ser Erxeniyê ye bi her alî ve bi zimanekî herikbar daye nasandin.
Mela Mûsayê Celalî alimekî dema me ye, gelek kitêb nivîsandine û gelek feqî li ber destê wî perwerde bûne. Hanifi Taşkın û Enis Dilmaç di vê jimarê de jiyana wî nivîsandine.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Maruf Xeznedar (werger: Z. Avcı), Shahîn Bekirê Soreklî, Şeyhmus Orkin, Sakî (werger: B. Şanaz), Evdî Hesqera, Serdar Şengül, Dilazad A.R.T. û Mahmudê Hesbêra di vê jimarê de cih girtine.

Berken Bereh, Hafizê Şîrazî (werger: H. Acar), Rainer Maria Rilke (werger: A. İncekan), Sidîq Gorîcan, Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Nejla Sado, Merve Şivan, Helket Îdris Abid (werger: S.Tutan), Ce’ferqulî Zengilî (werger: Ş. Pehlewanî), Kevok Mizgîn, Seyda Ronahî û Suat Baran jî şairên vê jimarê ne. Mala tevan ava be…
Heta jimara din, bimînin di nav xweşiyê de.

Süleyman Çevik

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Googleê ji dezgehên çapemeniyê 4,7 milyar dolar qezenc kir

Hûtê teknolojiyê yê Amerîkan Googleê, ji berhemên dezgehên çapemeniyê yên ku online xizmetê pêşkêş dikin, …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *