Duşem , Rêbendan 21 2019
Home / Kovargerî / Jimara Nûbiharê ya 145an derket!

Jimara Nûbiharê ya 145an derket!

Di vê jimara dawîn de jî nivîsên lêkolînî, hîkaye, folklor û li ser ziman helbestên curbecur hene. Çend nivîs û helbest ji zimanên curbecur bi Kurdî hatine wergerandin.

Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, li ser rewşa zimanê Kurdî û li ser xwendina bi zimanê Kurdî sekiniye.

Ahmet Aras di nivîsa xwe de bi zimanekî trajîkomîk behsa îşkenceyên Delû Kemalê ku di salên 1930î de li Serhedê yek ji fermandarên alayên siwarî bûye û helwesta gundiyan dike.

Berken Bereh li ser Mem Ronga, Nihad Gültekin li ser Casimê Celîl, Abdullah İncekan li ser Mueyed Teyib û Hanifi Taşkın jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsiye.

Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û Bûyera 31ê Adarê sekiniye.

Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Kemal Nasıroğlu jî li ser alozî û tevliheviyên Kurmanciya nivîskî sekiniye.

Hevpeyvîna vê jimarê Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi şagirdê Reso, bi dengbêj Mihemedê Beyro re kirine.

Bi Kurtî naveroka jimara 145an weha ye:

Nivîsên nesir:

  • -Edîtor/Süleyman Çevik
  • -Berken Bereh/Stêrek geş a şi’ra nûjen: Mem Ronga
  • -Ahmet Aras/Me çi dî, me çi dî, çi nedî!
  • -Nihat Gültekin/110 Saliya Casimê Celîl
  • -Îsmaîl Şems/Wesifandin û Dahûrîna Mem û Zîna Xanî (ji Farisî werger: Yunus Dilkoçer)
  • -Abdullah Can/Seîdê Kurdî û Bûyera 31ê Adarê
  • -Abdullah İncekan/Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib
  • -Murad Celalî/Kurmanciya Serhedê û Devoka Gundê Taxilka.
  • -Mustafa Dehqan/Destxetên Kurdî ji Koleksiyona Parlementoya Îranê (ji Îngilîzî werger: Mehmet Şirin Filiz)
  • -Shahîn Bekir Soreklî/Firrîn
  • -Murad Canşad/Leyla û Mecnûn Ra Yew Qisim: Tazîr
  • -Serdar Şengül/Fêkiyê Xerîb
  • -Ûsivê Beko/Cemalê Berxvan (ji Kirîlî werger: Şemoyê Memê)
  • -Sadiq Hîdayet/Seyê Eware (ji Farisî werger: Bargiran Şanaz)
  • -Mihemedê Beyro/Pîrê min RESO ye! (Hevpeyvîn: Ömer Güneş & İbrahim Şahin)
  • -Mihemedê Xarpêtî/Hûrkirina Goncên Mazik..! -Bîranînek ji jiyana min-
  • -Evdî Hesqera-Elî Yoldaş/Kilama Şêhîn
  • -Nasir Kemaloğlu/Alozî û Tevliheviyên di Kurmancî de
  • -Îsmet Bor (Arêkerdox)/Fendê Cînîyan (Vatoxe: Gül Bazencîr)
  • -Hanifi Taşkin/Xelîfe Remezanê Abiriyê
  • -Rewşenxweda Amedî/ “Her tişt vedigere ser koka xwe!”
  • -Besra Pîranij/Kereng dertên ji kaşan!

Şi’rên vê jimarê jî ev in:

  • -Rojen Barnas/Aveka Gurr
  • -Mewlana Celaleddînê Romî/Cana li xerîbiyê ma ne bes ku dimînî (Ji Farisî werger: Hayrullah Acar)
  • -Berken Bereh/Şîretname.
  • -Bextiyar Elî/Hewaya Taze (Ji Soranî: Rêbîn Mihemed)
  • -Kevok Mizgîn/Tîpên navê te
  • -Ali Bayram/Neçe
  • -Johann Wolfgang von Goethe/Cesaret û Zanîn (Ji Almanî werger: Abdullah İncekan)
  • -Sidîq Gorîcan/Heft Haîkûyên havînê (Ji îngilîzî werger)
  • -Sabrî Vûral/Min tenê nahêle êș
  • -Dilazad A.R.T/Tertoqî
  • -Qedrî Sipranî/Dumalikên Serbixwe
  • -Yehya Omerî/Qewlê Bedewiyê

NIVÎSA EDÎTOR

Ji jimara 144an merheba!

Wexta kesek salê çend meqale û kitêbên Kurdî bixwîne û ji tiştên dixwîne fêm bike, em dikarin bibêjin ew kes xwendevanê zimanê xwe ye.

Îjar li Tirkiyê çiqas xwendevanên zimanê Kurdî hene? Herçiqas di vî warî de kesekî îstatîstek çênekiribe jî li gor firotina kitêb û kovarên Kurdî em dikarin reqamekî texmînî derxin.

Gelek kesan salên berê bi zimanekî rexneyî digotin, biqasî xwendevanên Kurdî nivîskarên Kurdî jî hene. Ev gotin rast bû, lê bi baweriya min, evê heqîqetê ji pirbûna nivîskaran bêhtir, kêmayiya xwendevanan ji me re digot.

Di van du-sê salên dawîn de xwendina Kurdî pirr ketiye; lê eger em îro, bi 20-25 sal berê ve qiyas bikin, li gor wan salan jî xwendin gelek zêde bûye.

Dîsa jî dema em bi nifûsa Kurdan qiyas dikin, nivîskarên Kurdî, bi taybetî jî xwendevanên Kurdî gelek kêm in.

Ji bo zêdebûna xwendevanan cazîbeyek tunebe; tiştin tunebin ku meriv xwe li ziman bigre, mixabin xwendina Kurdî jî ewqas dibe.

Gelek sebebên vê rewşa îro hene; sebeba herî mezin jî hem li bazara Tirkiyê hem jî di çavê Kurdan de bêqîmetkirina zimanê Kurdî ye.

Li Tirkiyê li pênc zanîngehan beşên Kurdolojiyê hene; ji wan deran mamosteyên Kurdî mezûn bûne.

Ka bipirsin çend kes wekî mamoste tayin bûne? Di van du-sê salên dawîn de jî çend kesan ev beş tercîh kirine?

***

Delû Kemal di salên 1930î de yek ji fermandarên alayên siwarî ye û li Serhedê ketiye pey fîrarên Seyidan û Berazan, li gundiyan curbicur îşkenceyan dike; Ahmet Aras di nivîsa xwe de bi zimanekî trajîkomîk behsa helwesta gundiyan û van bûyerên wî dike.

Berken Bereh li ser Mem Ronga, Nihad Gültekin li ser Casimê Celîl, Abdullah İncekan li ser Mueyed Teyib û Hanifi Taşkın jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsiye.

Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û Bûyera 31ê Adarê sekiniye.

Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Kemal Nasıroğlu jî li ser alozî û tevliheviyên Kurmanciya nivîskî sekiniye.

Hevpeyvîna vê jimarê Ömer Güneş û İbrahim Şahin bi şagirdê Dengbêj Reso bi Mihemedê Beyro re kirine.

Wekî din, nivîs û çîrokên vê jimarê ev in: Îsmaîl Şems (werger, Y. Dilkoçer), Mustafa Dehqan (werger, M. Şirin Filiz), Shahîn Bekir Soreklî, Murad Canşad, Serdar Şengül, Ûsivê Beko (werger, Ş. Memê ) Sadiq Hîdayet (werger, B. Şanaz), Mihemedê Xarpêtî, Evdî Hesqera-Elî Yoldaş, Gül Bazencîr (arêkerdox: Îsmet Bor), Rewşenxweda Amedî û Besra Pîranij.

Rojen Barnas, Mewlana Celaleddînê Romî (werger, H. Acar), Berken Bereh, Bextiyar Elî (werger, R. Mihemed), Kevok Mizgîn, Ali Bayram, Johann Wolfgang von Goethe (werger, A. İncekan), Sidîq Gorîcan, Sabrî Vûral, Dilazad A.R.T, Qedrî Sipranî ûYehya Omerî jî şairên vê jimarê ne.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Süleyman Çevik

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir