Jimara 141ê ya Nûbiharê derket…

Di vê jimarê de Mustafa Dehqan wergereke Mem û Zînê ya bi zimanê Suryanî kiriye mijara nivîsa xwe. Werger sala 1885an li Misûlê çêbûye û cara yeke, di Nûbiharê de behsa wê dibe.

Du nivîs mijarên wan nêzîkî hev in: Nivîsa yekê Bahadîn Hawar Kerboranî û Emrullah Deniz pevre amade kirine û di Serjimara Komara Tirkiyê ya sala 1927an de li şopa Kurdan û zimanê wan geriyane. Herdu nivîskaran bi îstatîstîkan li bajarên Kurdistanê û gelek bajarên din rewşa Kurdan û zimanê wan bi me diyar kirine. Nivîsa din, ya Nihad Öner e. Ewî jî bi navê “Di Belgeyên Dewletê de Bajarê Agirî” li ser bajarê Agirî û derdora wî nivîsek amade kiriye. Li gor belgeyên heman demê, nifûsa jin û mêran, gelên vê heremê, ziman, ol, rewşa xwendinê, bînasazî, avahiyên li bajaran, rewşa tenduristiya gel, aborî, rewşa zewacê, heywanên herêmê tev bi îstatîstîkan hatine dayin.

Nivîseke din ya bala meriv dikşîne nivîsa Mesûd Serfiraz e. Serfiraz di nivîsa xwe ya bi navê “Kurtedîroka Berhevkirina Stranên Kurdî” de madde madde li ser çavkaniyên stranên Kurdî yên ku hatine berhevkirin sekiniye û di vê mijarê de bîbliyografiyeke baş amade kiriye.

Hevpeyvîna vê jimarê dîsa Nihad Gültekin, bi rojhilatzan û hunermend Aslîka Qadir re çêkiriye.

Naveroka vê jimarê bi lêkolîn, hîkaye, folklor, çîrok, biyografî, hevpeyvîn û bi helbestên curbecur weha ye:

Süleyman Çevik/ji Editor

Berken Bereh/Haîkû

Mustafa Dehqan/Versiyoneke Garşûniya Kurdî ya Mem û Zinê (Werger ji Îngilîzî: M. Şirin Filiz)

Rojen Barnas/Rehm û Wefa

Murad Celalî/Di Adata û Rusûmatname’ê Mela Mehmûdê Bazîdî de: Eslê Kurdan û zimanê wan

Sidîq Gorîcan/Deh Haîkû

Adar Jiyan/Hevnasîna Nûbiharê û çanda xwendinê

Mesûd Serfiraz/Kurtedîroka Berhevkirina Stranên Kurdî

Bahadîn Hawar Kerboranî-Emrullah Deniz/Di Serjimara Yekemîn ya 1927an de Gelheya Bajarên Kurdistanê û Rewşa Zimanê Kurdî

Berken Bereh/Çi dibe loo zemano

Nihat Öner/Di Belgeyên Dewletê de Bajarê Agirî

M. Zahir Ertekin/Qeda bi finda derewîn keto

Maruf Xeznedar/Hejar (Ji Soranî: Ziya Avci)

Cîhan Roj/Çîrçîrok û talana li ser ‘çîrçîrokan’

Hafizê Şîrazî/Bo derdê me nîne derman hewara (Werger ji Farisî: Hayrullah Acar)

Shahîn Bekir Soreklî/Günter Grass û berhema bi navê Dahola Tenekeyî

Sîpanî/Çilê 2017a

Abdullah Can/Seîdê Kurdî û Mistefa Paşayê Keçel

Aslîka Qadir/Asûriyan jî, Ermeniyan jî şayî û şînên xwe bi stranên Kurdî kirine (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin)

Nejla Sado/Serboriya Keran

Mewlana Celaleddînê Romî/Were îro me bi te karek heye (Werger ji Farisî: Hayrullah Acar)

Besra Pîranî/“Neke bi serê kesan!..”

Johann Wolfgang von Goethe/Fikra Azad (Werger ji Almanî: Abdullah İncekan)  

Yasîn Osman Hesen/Qani‘: Helbestvanê Mezlûman (Ji Soranî: Mehmet Yıldırımçakar)

Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra/Kilamên Litfiya Mala Şûşa

N. Mem Dem/Firmêsk

Têkoşer Kurd/Du Mirov

Merve Şivan/Ax bang dide diqîre

Hanefi Taşkın/Mela Hesenê Kaçkarî û mersiyeyên wî yên li ser Şêx M. Maşûq

Talat İnanç/Şîna Kalerindê Dilovan

***

Ji Edîtor

 

Ji jimara 141ê merheba!

Li welatên pêşketî û demokrat, çi ji bo çêkirin û guhertina qanûnan, çi ji bo pêşerojê û çi jî li ser meseleyên îdarî sîstema dewletê destûr dide ku xelk here ser sendoqê û gotina dawîn xelk bibêje.

Ev rêya maqûl û însanî, bi referandûmê welatiyan dike mudaxîl û şirîkê îdareyê û ji me re dibêje ku li wî welatî demokrasiyê cihê xwe girtiye.

Kurdan jî 25ê Îlonê, di atmosfereke rehet de, di nava aştiyê de referandûmeke demokratîk çêkirin û ji %93yê dengdêran jî ji serxwebûnê re “erê” gotin.

Li van welatana gelek kes nizane hilbijartin çi ye, lê Kurdan rabûn referandûm çêkirin û dengê xwe ji bo serxwebûnê dan.

Paşê hûn dizanin çi bû; ji her alî ve nîfaq û fesadî xistine navbera me û ev sekna me bêmane kirin.

Helwesta Tirkiyê û Îranê ji bo her Kurdê dunyayê birîneke mayende ye.

Li şûna me, milletek din ev referandûma bikira, jixwe tu qiyamet ranedibû.

Bi van gotinan naxwazim Kurdan ji xeta û qisûran paqij bikim.

Lê bila ji Kurdan tu kes, li ser mexlûbiyeta hinekên din ji xwe re li feydeyekê negere.

Îxanet jî, mexlûbiyet jî kêmasiya me ye.

Çima emê îxanet bikin, çima emê mexlûb bibin? Çareya vê çi ye, em lê bigerin.

Berê jî gelek caran em ketine û rabûne. Sibehê çi firset wê derkevin pêşiya me, em nizanin. Kurd milletek qedîm yê vê coxrafyayê ne; her cara ku em ketine ji berê xurttir rabûne.

Dixwazim balê bikşînim ser çend maddeyan:

1-Me careke din dît ku dewletên dora Kurdan dijminê hev bin jî, li ser meseleya Kurdan di navbera wan de îtîfaqek ebedî heye. Dewletên dunyayê jî eger ji dostaniyê, eger ji menfîetê li şûna Tirk, Faris û Ereban îro Kurdan tercîh nakin.

2-Me careke din dît ku “kurmê darê ne ji darê be, zewala wê tuneye.” Wekî gelek caran îro jî em bi darbeya dijmin mexlûb nebûne.

3-Rast e, me kesî ewqas bertek nedipa; lê dibêjin, herkes li benda êrîşek weha bû, wê wextê çima rayedarên Kurdistanê tedbîr negirtin?

4-Madem em dewletê ava dikin, di kîjan dewletê de du artêş hene? Çima heta niha we pêşmergeyên xwe nekirine yek?

5-Divê Kurd weke millet bifikirin. Heta nebin millet, xêra hevudu nexwazin û yekîtiya xwe çênekin bi ser nakevin, dunya jî qîmetê nade wan.

***

Bi çend gotinan behsa vê jimarê jî bikim.

Piştî ku Berken Bereh edîtoriya helbestên me dike, qalîteyek aniye helbestên kovarê. Ji ber keda wî em jê re spasdar in.

Edîtorê me yê helbestê Berken Bereh di nivîsa xwe ya hêja de behsa şaîrên vê jimarê kiriye, ez jî hem ji wan re, hem jî ji rêzdar; Mustafa Dehqan (werger: Mehmet Şirin Filiz), Murad Celalî, Adar Jiyan, Mesûd Serfiraz, Bahadîn Hawar Kerboranî-Emrullah Deniz, Nihat Öner, Maruf Xeznedar (werger: Ziya Avci), Cîhan Roj, Shahin Bekir Soreklî, Abdullah Can, Nejla Sado, Besra Pîranî, Yasîn Osman Hesen (werger: Mehmet Yıldırımçakar), Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra û Hanefi Taşkın re spasî û malavayî dikim ku bi nivîsên xwe ev jimara Nûbiharê dewlemend kirine.

Çêkerê hevpeyvîna vê jimarê dîsa Nihad Gültekin e. Nihad Gültekin bi rojhilatzan, hunermend Aslîka Qadir re hevpeyvînek xweş çêkiriye.

Heta jimarek din bimînin di xêr û xweşiyê de…

Süleyman Çevik

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply