Ev hest ji rûpelên sewdaliyekî hatine wergirtin, yê ku reway çanda evînê pir cara dixwast bı hêrs biçirînê, û bi ser de bendên dildariyê jî bê fedî binpê bikê:
Zagona berdewamiyê tekez dikê
Ku dibê ez wek çawa ajel çêlikên xwe bê xemgînî
Li çol û baniyan li şûn xwe dihêlê
te jî li cihê hevdîtinên yekem û dawî bihêlim
belê dibê hinekî wêrek bim
û te bê poşmanî jibîr bikim
Ne ji bo ku bi şanazî di civakê de bêjim:
çawa te kir
ez jî dikarim
bi hêsanî Mîna te bikim
lê dibê ez te jibîr bikim
ne ji bo ku birçîbûna ezeztiya xwe
hinekî bi rikberiya te têr bikim
lê dibê bi hêrs şopên te ji lênûsa xwe bavêjim
ji ber ku tu mîna hîmekî
bi ser zeviyê min de ji zû de hatiye xwar
û seba çavê bedewiya serûştê
û vehesa rûwê zemînê
dibê wêneyên te di gelîkî kûr werkim
da ku bê veger ji deşta bîranînê
hebûna te jî li dawiya ajotinê
wek mora qirala çawa li bin xêzên biryara dikevê
şûnwarên bîrhanînên te jî
wanî tapan kim.
————————-
Tapan kirin: dûz kirin.
Majêd a Mihemed