Ji Xwedê Re Nameyeke Eşkere – Faik Öcal

Ev çil sal e zimanê min di nav xwînê de gevizî, hezar sal e  dilê min xwewendakirî.

Zimanê min diyariya dayika min, dilê min xelata Xwedeyê min bû.

Zimanê min hawar û qêrîna miletê min, dilê min ezmûna Xwedayê min bû.

Ev çil sal e zimanê min li ber tîrên zaliman, hezar sal e dilê min  ber gulleyan.

Her bombeyek  bobelatek j’belayê; kok û rihê min dişeqin ey eman…

Her gulleyek ji tofanê girantir; hest û hizrên min tarûmar, nayê gotin.

Xwedayê min!

Devê min nagere ne ji kesî re bêjim, min hêz nîne bêjîm jî.

Tenê ji Te re dibêjim, gilî û gazinên xwe ji Te dikim, mîna ku bi dayika xwe re sirr û razên xwe parve bikim.

Rêya me tim dûr û dirêj, zor û zehmet , sext û dijwar û rijd bû.

Pira me ya siratê li vir de dest pê kiribû.

Mezintirîn ya zilmê , ji kok û rihên xwe veqetandine, ji esl û esasê xwe dûrketine, ji bingeh û sirûşta xwe qewirandin û bişaftin e, xewn û xeyalên xwe bi zimanekî biyanî dîtine.

Xwedayê min! 

Min, Tu bi zimanê dayika xwe naskirî û hezkirî. Heta niha min xewnên xwe bi Kurdî dîtin û xeyalên xwe bi Kurdî xemilandin.

Lê yên dij min û Te, dij me û Te dixwazin ku zimanekî biyanî di navbera me bixin.

Xwedayê min! 

Nehêle ku bi zimanekî biyanî xewnên xwe bibînim û xeyalên xwe bixemilînim.

Xewnên min, bi zimanê dayika min azad dibin û difirin.

Xeyalên min, bi zimanê dayika min ebedî û mayînde dibin.

Şîrê dayika min, bi zimanê dayika min ji min re helal û şîfadar dibe.

Kewên Gozel bi zimanên xwe kilamên xwe yî herî xwerû û delal dixwînin û dilîlin.

Qûyên bedew bi zimanên xwe stranên xwe yî herî xweşik û rindik distrên.

Û xezalên Serêkaniyê bi zimanên xwe bangê li karxezalên xwe dikin, bi aramiyeke bêpêl, bi xemeke bêdawî, bi axaftineke bêpeyv û lal.

Ez bi zimanê mêtînger û dagirkeran, bi dengê zalim û zordaran, bi bêhna durû û sêxtekaran nikanim kilamên dilê xwe bistrêm.

Ez bi zimanê şelaf û qeşmeran, sixûr û cehşan, xayîn û xwefiroşan nikanim stranê xwe yî rindiktirîn bistrêm.

Ez bi zimanê nankor û fehmkoran, nezan û ehmeqan, sivik û hovikan nikanim ji zar û zêçên xwe hez bikim, nevî û nevîçirkên xwe nas bikim…

Nikanim di şevên xwe de bibim roniya çavên koraso.

Nikanim çirûskên mejiyan bikim feda ji tarîperestan  re.

Nikanim yên ku ji rêya xwe nizanin re bibim rêving.

Nikanim ji şerxwazan re malekê ava bikim.

Nikanim bi zimanê desthilatdaran gulan biçînim, gulavan belav bikim, guldexwînên xwe berhev bikim.

Ji bo çi tim peyvên xerîb û mişextî têne serê zimanê min?

Ji bo çi tim di bin zimanê min de kulên xedar derdikevin?

Ji bo çi tim hespên sêwak di bin zimanê min de dikevin xewên bêxewn?

Xwedayê min!

Min pişta xwe daye du sûreyên Te.

Li aliyekî min de sûreyê Rûm bang dike, di aliyê din de jî Hûcûrat.

Li aliyekî min de ba tê, di aliyê din de bahoz radibin.

Li aliyekî min de Xanî dimeşe, di aliyekî min de Feqî dihere.

Xwedayê min!

Zimanê min biparêze û dilê min bigire û qet bermede.

Bi ziman û îmana xwe ve ez î muhtacê Te me.

Ji bo xatirê sûreyên Rûm û Hûcûratê, ziman û îmana min ji zilma hemû Romiyên Reş biparêze.

Bi vê minasebetê Roja Zimanê Zikmakî yên Kurdên ku li ser dinyeya malkambax de belavbûyî pîroz dikim.

Zimanê me hebûna me ye.

Zimanê me rûmeta me ye.

Û zimanê me namûsa me ye.

Mîna ku Celadet Elî Bedîrxan gotibû, yan mebêjin em Kurd in, heke ku we got em Kurd in hingê hebûna xwe, rûmeta xwe û namûsa xwe biparêzin.

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply