Ji XWE’da û wê de

Çorê Arda, di çîroka XWE’DA de, xwestiye kanonan red bike û bi qethî ji bin nîrê wan derkeve; bes redkirina kanonan ew biriye li kanoneke dîtir hesilandiye. Piştî biryarekê xwestiye bivê, “Gere nivîskar di lîstika nivîsînê de miqîm rola kesê/a mirî bilîze. (Foucault a.g.y. rp.54) Bes ji dêvla “nivîs”, “meqsed”a nivîskêr veguhêzîne, “meqsedê” “nivîs” veguhêztiye û “şanîdanî [tiştê xwestiye şanî xwendevên bide]” ji “wateyekê” derbasî wateyeke din [neyînî] bûye. Nivîskêr derb di lîstika “nivîsînê” de xwariye, bes nemiriye; lê belê bi awayekî veşarî, esil a derba xedartir ji xamê de xwariye “nivîs”e; bes ne nivîskêr rola kesê mirî lîstiye û ne nivîsê. Axir lîstika “nivîsê” û “nivîskêr” di neqeba pevçûnek lihevkirî û hevdu redkirinê de çûye-hatiye; di encamê de bêyî hay jê hebe, nivîs û nivîskar ji aliyê “peyvê”ve têkçûne; lewra “nivîs” ji tixûbê qopiya qopiyê xelas nebûye [lewra “peyv”jî qopiya “deng” e]. Û nivîskar bi sînorkirina “peyvê” re, ji aliyê “peyva” sînorkirî hatiye bisînorkirin. “Ji ber ku “nivîs” “peyvê” qopî dike, dibe qopiya qopiyê; bi awayekî bi qusûr berdevkiya “peyvê” dike. Ji ber ku “peyv” ne sabît in, di xumamiya “wateyê” de, bi lîstika “nivîsê” ve tê girêdan. Madem “nivîs” bi xwe lîstikek e, “şanîdanî” ji wateyekê derbasî wateyeke din dibe; loma jî dêmeg “wate”, miqîm li permutasyonê dihukume. (Federman/a.g.e. rp.92)
Axir nivîskêr xwestiye bi tûmerî xwe di lîstika nivîsînê de bikuje, lê meqseda wî nehiştiye; loma jî “peyv” di xumamiya wateyê de bi lîstika nivîsê ve zexim nehatiye girêdan, wateyên xumam veguhêziyê wateyên girîft û eşkerebûn jê welidî ye.
Wateya “felsefeya edebiyatê” veguhêziyê “edebiyata felsefeyê” û qereqter ji dêvla bibin kirdeyên xweser, bûne navgînên sext î ne ruhber. Loma jî “mêrtî” bûye xwediyê hukmekî qewîn û “jin”ê mîsyona xwe wenda kiriye.
Tevî hemû pêkerên neyînî jî, çîroka XWE’DA, silavê dide çîroka gerdûnî û cihekî qewîn di zemên de ji xwe’r çêkiriye.

H. Kovan Baqî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply