Ji Xanima Hêja Incil Selcuk Re

Xanim! Ji bawerîya xwe danekeve..! Gotinên te wek heyva çardeşevî di asmanê hişê min de raqisin..! Bi gulên vê Gulanê re xilîyan û hilm û bîna wan belav bû… Bi gotinên te re; mirin û zayîn, tarî û ronahî li dor min kom bûn… Wek zarokê ji tava heyvê bitirs, li xwe vegerîyam.. Û baranek hûr hûr bi ser min de barîya..

*         *          *

Xanim! Şerê di navbera heyvê û ewran de, xemgînîyê bi ser min de dibarîne..! Geh heyv li asman dikeve, geh di nav golên avê de diraqise.. Geh ewir wê di nav per û baskên xwe de nebedî dike.. Lê her heyv li ber xwe dide, di nav perçeewran de, serê xwe derdixîne û devij kenê xwe bernade…

*         *          *

Erê Incil xanim! Ji heyamê biçûkanîya min ve, di zivistanî de baran dibare.. Pezkovî bi aramî di qontar û newalên welatê min de diçêrîyan.. Şivan û gavanan bi azadî strana (Eyşana Elî, Lawikê Metînî, Hawer delal û Sebra Dila.. ) digotin.. Îro ro, penaberên welatê min bi dûv hev de rêz dibin.. Sîyabend û Xecê têne kuştin.. Beko razî nabe evîn evîn be..!

*         *          *

Ji bawerîya xwe danekeve ezbenî! Ez bejna xwe ji şêrejinên mina te re ditewînim.. Carekê dilê me bi Qada Osman Sebrî li Qamişlo xweş bû, ew jî bi demê nebedî bû!

Qamişlo, 13/5/2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply