Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê “Sûr û Toledo” ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin. Pirtûka ku bi ebata piçûk (11×15,5) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. “Sûr û Toledo”nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. Em dikarin bivêjin ku qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…Ne tenê qesas herwiha lehengên weka Serbazê mirinê Ahmo jî wek hêmayake berxwedanê derdikevin pêşberî me. Şaêr bi berhevkirina Tajo û Dijleyê hem ji aliye dîrokî ve hem ji ji aliye rewşa heyî dide berhev.
…Toledo
Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo
Bi xwe ewle
Destbirakê Dîjle, Tajo!
Tu diherikî bi lez
Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe
Û dest bide destbirakê xwe
Dîjle…
Tajo
Li qiraxên te pornixî ne
Di cemeda dîrokê de
Şowalyên te
Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê
Bûne sîmbol di nava pêlên te de…
Sûr û Toldeya Zerdeşt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê.
…Îro
Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle…
Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne
Di bêkesîya xwe de dixurrimin
Di bihara ‘emrê xwe’y ciwan de…
Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê
Xendek li ‘emre min tên kolan
Li kuçekorên kevirî
Xweşikîya te weke ronahîya rojê
Misebiba qetla min e
Zarokên min dimirin
Siberojên sêwî ava dibin bi navê te
Toledo
Ev şi’êr rexnekirina şer e, hesab pirsîna ji qederê û vexwendnameya aştiyê;
…Wêrekîya min zarokên min e
Di cengê de bêserûber
Nihirîna min hilnayê di tu zimanî de
Bêmecal dimînin zarokên min
Gava bi Dîwarê Kîmyasalê’v radipelikin…
Zerdeşt Cemal bê hêvî nîne û dîvêje:
…Demsal, jinûve ji xwe diwelide
Careke din xwe diwelidîne
Li Sen û Benê
Li Derîyê Mêrdînê
Ji nû ve diwelidin
Ji bin axa kumSor
Zarokên min…
Sirûşa zarokên min
Şoreşgerên qehreman in, di dîroka romantîk de
Mirî careke din sax dibin
Di ‘emrê min de…
Elbet ev helbest di bi bandora Şerê Xendeqan de hatiye afirand, ewqas bandor li şaêr kiriye k u di geştekî de ciwantiya xwe hinda dike.
Geştgehek e tu, Toledo
Lê digerim
Di dîroka çîrokan de
Te di miradê xwe’y şabûyî
Ciwanî pîr kir..
Em bi gazinc in ji rijandina xwîna xwe; qelema şaêr me nivîsandiye.
…Mirina min misteheq e di bêkesîyê de
Li Toledoyê, Qetil
Li Sûrê, kiryarek ji rêzê ye
Rijandina xwîna min….
Mirov dikare; Sûr û Toledo’yê weke belgeyeke Dîrokî binerxîne. Gava bala me dikeve ser vê sedsala qambax Rewşa mirovatiyê radixe li ber çavan Dîmenê di qelşê zemên de ava bûne Îro bûne Gûernîka li rûpelê sûretê Cîhanê…Ew birînek xedar û nekewîya’ye Lorîkên Dayikan êdî li ser dergûşên Sûr’ê dinalin bê gûman… Dîrok Behra bûyerên şaristaniyê’ye. Îro Sûr’e do Gûernîka bû Qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…
Zerdeşt Cemal, di sala1966’an de li Heramya/Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdînê ji dayika xwe bûye. Niha li Îzmîrê dijî.
Pirtûkên wî yên çapbûyî
1= Rimbaud’a / Şiir/1.Baskı /2012/ Weşanên Na/ İzmir
2= Yalnızken Mırıldandıklarım/Şiir/1.Baskı /2016 Weşanên Na /İzmir
3= Yaraların İmbiğinden Damıtılmış Mısralar / 2017/ Weşanên Na/ İzmir
4=Çıplak Giyinik Şiirler/1.Baskı/Şiir/2018/ Weşanên Na/ İzmir
Çıplak Giyinik Şiirler/2.Baskı/Şiir/2018/ Weşanên Na / İzmir
5= Sê Koçrewan/Şi’êr/Çapa /2018/ Weşanên Na/ İzmir
6= Mevsimleri Geç Kalbim 1.Baskı./2019/ Weşanên J&J/ Amed
7= Mevsimleri Geç Kalbim 2.Baskı 2020/ Weşanên Na/ İzmir
8=Toledo ve Sur’un düşündürdükleri /2020/ Weşanên Na/ İzmir
İzmir
- Sûr û Toledo /2021/ Weşanên Na/ İzmir