Ji Weşanên J&J Sê Pirtûkên Nû

Ji Weşanên J&J sê pirtûkên nû derketin. Didu pirtûkên helbestan û yek jî yê hevpeyvînan.

Di Goristanê de Stêrkên Azadiyê
Xecê Şen / Hevpeyvîn / Weşanên J&J / 80 rûpel / 2017

Pirtûka “Di Goristanê de Stêrkên Azadiyê” ji aliyê Xecê Şen ve hatiye amadekirin. Şen ku ew bi xwe demek di girtîgehê de maye wê çaxê ligel Medya Yaklav, Xelat Encu, Zeynep Avci û Devrim Elegez hevpeyvîn kiriye û pirtûk wekî pirtûkek hevpeyvînan hatiye amadekirin û weşandin. Ew kesên ligel wan hevpeyvin hatiye kirin nêzî bîst salan e girtî ne û pirtûk hest, ramanên wan nîşan dide.

Paytextên êşê
Necat Baysal / Helbest / Weşanên J&J / 72 rûpel / 2017

Pirtûka “Paytextên Êşê” pirtûka helbestan a Necat Baysal e. Baysal ku di sala 1988’an de li Nisêbînê hatiye dinê, ji ber bûyerên siyasî 5 salan girtî maye, niha li Almanyayê dijî û ev yekemîn pirtûka wî ye. Ew di helbestek de wisa dibêje: ”

FERMANA 74’an
Detê sibehê di paxila şevê de
Û di fereca gunehan de
Xwe radestî fermana te dikin

Çiya ziwa
Lêv qelişî
Dê wenda
Û namûs di doxîna oleke bêsimbêl de
Xulekên dawî dijî!

Lîlan Be dil
Medya Yaklav, Devrim Elegez, Xecê Agirî / Amadekar: Xecê Şen / Helbest / Weşanên J&J / 62 rûpel / 2017

Pirtûka helbestan “Lîlan Be Dil” helbestên sê jinên girtî di nava xwe de dihebîne. Medya Yaklav û Devrîm Elegez helbest nivîsîne û Xecê Şen ew ji bo weşandinê amade kirine lê du helbestên wê ku dema ew girtîbû nivîsîbûn jî di nav de cih digirin.

Helbestek ji pirtûkê:

“DEXESÎ
Bi heft tas ava kibnê
Çavên xwe şûşt
Serê xêliya xwe di agir da kir
Gotina jehrî di hubrê re derbas kir
“Kurmancî zimanek baş e”
Lê careke din bi tirkî binivîsî
…..!”

Çavkanî: DiyarName

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply