Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû

Weşanên Aryen, bi 2 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendevanan.

Weşanxaneya ku bi gelemperî xebatên girtiyên siyasî digire dest û di navbera girtîgeh û xwendevanan de pireke ji wêjeyê ava dike, pirtûka çîrokan a nivîskara bi nav û deng Asli Erdogan “Avahiya Kevirî û Ên Din” wergerand kurdî û çap kir. Wergera pirtûkê ji hêlâ Erd Agron ve ku ew bixwe jî zêdetirî 20 sal in di girtîgehê de ye û bi pirtûka xwe ya “Dîwana Hestiyan” tê nasîn hate kirin. Pirtûka din a weşanxaneyê çap kir jî romana Mahmut Yamalak a bi navê “Rêwingî” ye. Romana ku ji 338 rûpelan pêk tê, romana Yamalak a 3yemîn e.

AMED / Xwebun.org

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply