Ji Qur’ana Pîroz Em Dûr Ketin û Qur’an Hat Berdan

Wexta ku zarok bûm, ne diketim menzela ku Qur’an tê da bû, ditirsiyam. Me wek pirtûkeke ku li mirovan dixe didît. Em jê ditirsîyan ku dest dirêjkin.

Hîn biçûkiyê de sûra destnimêjê hat raxistin lê pêşiya me. Me nikaribu vekirna, çav bigeranda. Qur’an biketa erdê me bê destnimêj nikaribu rakira. Lewra Qur’an li me dixist û me şaş dikir.

Dema em mezin bûn pirtûkeke li durê hiş me dît. Nay fêmkirin, bi tenê tê xwendin. Bi tenê me xwend. Her meh me xetm derdixist, lê me fêm nedikir. Me xebat li ser fêmkirinê jî nedikir, lewra ne dihat fêhmkirinê û pirtûkeke ser aqil bû.

Bi tenê ji bo xêrê dihat xwendin, bê fêm kirin, bê jiyana wî, bê rêberî, bê girtina exlaqê wî û bê perwerdehiya pirsgirêkan.

Pişt re li diwaran hat mîxkirin, toz girt di nav refan de. Ji bo stariya malê dihat daliqandin. Ji bo nezerê; tirsê, bereketê, şîfayê dihat xwendin û nivîsandin, li stûyan dihat daleqandin, bû nivişt. Lê ne bo şîfaya dilan.

Rewşa oldarên civakê ku wiha be ka gelo rewşa zêdehiyê civakê (ku nezanin, ji bawerî û perestiyê dûr in) çawa ye. Zêdeyê wan jî ji hundirî Qur’anê ne agahdar in.

Çawa ku di xwendina Qur’anê de mirovên bi tecwîd û xweş xwendinê de tequzin û xelata distînin hene. Mirovên xwendina bi Erebî nizane, bi nivîsên Tirkî û Kurdî dixwîne û ji ber dikin jî hene.

Cemaetên vê demê jî doza xwe sparê Qur’anê dikin lê belê Qur’anê nizanin, fêm nakin, nikarin bixwînin, bi tenê bi çavê ustad û şêxê xwe dinêrin û şîrove dikin.

Belê ayeta “Xwedayê min! Bi rastî komala min ji vê Qur’anê dest berda“, tarîtiya ku em ketinê baş diyar dike.

Vî, sarkirina ummetê ji Qur’anê jî em karin bibînin. Lewra di vê mijarê da Beîuzzeman Seîdê Kurdî di Risaleyên xwe da wiha dibêje; Di parlementoya Îngilizan de mirovek Qur’anê rakir û wiha got: ‘Ev Qur’an, heta ku di nav misilmanan de be em nikarin serdest bin û li wan re fermanrewatî yê bikin. Em çawa bikin ger em vê pirtûkê ji nav wan rakin yan jî em wan jê sar bikin…’

Gelo gihîştine armanca xwe?

 Abdulbasît Kuçuk

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply