Ji Peymana Lozanê 94 sal derbaz bun !

Berî 94 sal Peymana Lozanê hate vaje kirin, ku Kurdistan bi hûkma vî peymanê bu 4 parçe. Peyman di 24.07.1923’de bi amadebuna Britanya, Italya, Fransa, Yunanistan, Belçika, Romanya, Japonya û Bulgaristan hatibu lidarxistin.

Tevaya welatên ku di kombuna Lozanê de beşdar dibun, yek armanca wan hebu. Çi cur berjewendî dikarin jibo dewletên xwe bidest bixin. Tirkiyê, ku bi temamî ketibu destê „Ittihatî Terakî“ yanî nijadperestên Tirk, dixwestin bi hemu hewldanên xwe pêşî li ber amadebuna Kurdan di civînê de bigrin.

Welatên desthilatdar, bi taybeti Britanya û Fransa, ku nu ji şer derketibun û dixwestin nexşeya Rojhilata Navînê ji nu ve bikêşin, çavên xwe ji neamadebuna Kurdan re girtibun. Û bi vajekirina Peymana Lozanê fermiyet dan destê Tirkiyê, ku Tirkiyê dikarîbu hemu mafên rewa ya miletê Kurd bin pê bikin.

Pişti vaje kirina Peymana Lozan ta roja îro, li seranserî Kurdistan, bi sedan hezar Kurd hatin kûştin, bi milyonan Kurd ji welatê xwe hate durxistin, bi deh hezaran gund û stargehên wan bêserûber bun.

Her çendî Tirkiyê rola esasî di tasfiye kirina Kurdan de dileyizt, lê „Xeşîmiya“ welatên wek Fransa, Britanya, Italya tu caran nayê ji bîr kirin.

Bi gotinekî din; tevaya welatên Awrupa ji encamên gemar ji Peymana Lozan berpirsyarin. Wek em hemu dizanin miletê Kurd jî qonaxek gelek hasas û dijwar derbaz dibe. Ji bona wê, divê welatên navbirî bi taybetî piştevaniya miletê Kurd bikin.

Em dibînin, ku welatên navbirî bi navê welatên hevpeymanan alikariya Kurdan dikin, lê divê alikariya wan piştî encamê Referandumê jî berdewam be.

Ew tenê bi vî hawayî dikarin xwe bidin efukirin.

Eger na, wê demî divê mirov pirs bike; Gelo welatên Awrupa Kurdan tenê di şerê DAIŞ’ê de bikar tînin ?!

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply