Birêz endama Navenda PENa Kurd di rojên 15.03- 17.03.2019an de Navenda PENa Kurd di bin sernavê
“Xwendina Berhemên Wêjeyî ji Dicle heta bi Elbe” bi chalakiyekê li bajarê Dresden / Almaniya radibe. Di vê chalakiya wêjeyî de nivîskarên alman, yên sorbî û yên kurd di hevdîtinek û hevnaskirinekê de ji berhemên xwe dixwînin.
Mebest ew e, ku nivîskarên kurd û nivîskarên alman û sorbî hev û berhemên hev nas bikin û destê dostanî û hevaltiyê bidine hev.
Riya beshdarbûna chalakiyê di bin mercên li jêr de ji hemû endamên Navenda PENa Kurd re vekiriye, emê bi beshdarbûna We dilxwesh û serbilind bibin.
Mercên beshdariyê:
1. Pereyên rê her kes bi xwe dide.
2. Pereyên hotêlê, 2 shev û tashtê 20 Euro beshdar dide. Yên mayî sharedariya bajarê Dresden û Navenda PENa Kurd didin.
3. Pereyên xwarin û vexwarinê her kes bi xwe dide.
4. Berhemên bêne xwendin divê bi Almanî hati bin nivîsîn, yan li Almanî hati bin wergerandin.
Bi gelek rêz û silavên me re
Komîteya Amadekar
Ûnis Bahram
Dr. Zerdesht Haco
Xiyaseddîn Zaroj Stêrk
16.01.2019
Peywendî: wejeya-kurdi@pen-kurd.org
20 Euro pereyên hotêlê dikarin werine darijandin ser kontoyê navendê:
Navenda PENa Kurd,
Postbank, Konto-Nr.
IBAN: DE76 2001 00200001 1222 07
BIC PBNKDEFF