Vexwendname
Navenda PENa Kurd wê di rojên 03.08 – 05.08.2018an de li bajarê Braunschweig /Almaniya çalakiya Rojên Wêjeya Kurdî di bin sernavê Nirxandina Islama Siyasî di Eyneya (neynika) Wêjeya Kurdî de bi rê ve bibe. Di vê çalakiyê de wê 40 nivîskar, helbestvan û weşangerên Kurd ji Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê beşdar bibin. Emê gelekî dilşa bibin, ku Tu jî di van rojên wêjeyî de di nav me de bî. Her wêjevanek wê bi kurtî xwe û berhemeke xwe pêşkêş bike. Di navberan de hûnermendeke/î kurd bi mûzîka xwe wê civînê geş bike. Mebesta me ji vê çalakiyê ew e, ku em ji nêzîk ve hev û berhemên hev nas bikin, ji ezmûneyên hev hîn bibin, giyanê hevpejirandin û dêmokratiyê di nav xwe de xurttir bikin.
1. Vexwendname vekirî ye, ew ji her wêjevaneke/î kurd re ye
2. Derdanên rê her kes bi xwe dide
3. Derdanên cihê civînê 165,00 € ne, ew ji bo 2 şev xew (odeyeke yekkes), 6 danên
xwarin û vexwarinê ne.
Wendestraße 30
38100 Braunschweig / Deutschland
Navenda PENa Kurd Postbank Hamburg
IBAN: DE76 2001 00200001 122207
BIC: PBNKDEFF
Dr. Zerdesht Haco
Xiyasedin Zaroj Stêrk
Alan Pîrê
Dawid Yesil
rojen-wejeyi-2018@pen-kurd.org
Têbînî: Pereyên ku ji bo navnivîsandinê werine şandin, nema dikarin li xwedî vegerin.