Ji Paşa Amedî kitêbek nû: ÇÎN Û MAÇÎN

Çîn û Maçin di edebiyata rojhilat de bi nav û deng e. Herdu kelîme ge bûye nav, geh bûye navên welata… carna jî bûye navê warê nenas û cihê dûr; weka çiyayê Kafê ne heye ne jî nêz e. Çi awayî dibe bila bibe di nav me Kurdan de jî bi awayeke çîrokî jî hatiye gotin û di çîrokê gelêrî de cih girtiye.

Pirtûka “Çîn û Maçîn” nivîskar Paşa Amedî amade kiriye û di Weşanxaneya Nûbiharê de hate weşandin û ji 20 heb çîrokan pêk tê.

Pirtûka Paşa Amedî ya ewilî Çûka Keko Peko/Pepûk di Weşnxaneya Nûbiharê de hatibû weşandin (2013) çapa wê qediya bû, Nûbihar dîsa Çûka Keko Peko ji nû ve çapkir.

Ev herdu pirtûkên çîrokê li Fuara Amedê de di standa Nûbiharê de li pêşberê xwendevanên xwe be û nivîskar Paşa Amedî wê beşdarê fuarê be û pirtûkên xwe dest nîşan bike.

Fuara Pirtûkan ya Diyarbekirê li Diyarbekirêdi rojê 28 îlonê de dest pê dike, di 6 Cotmehê 2019an de dawî dibe.

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply