Pazartesi , Ocak 18 2021

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!
Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan.
Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene:
Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din…
Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimî û wextên nimêjê cî girtine.
Kartonên ku îsal bi salnameyê re hatine dayin çar in:
Heskîf, Medreseya Sor, Mizgefta Mezin a Diyarbekir û Qesra Îshaq Paşa.

About ziman

Avatar

Check Also

Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir