Ji Nûbiharê 8 Pirtûkên Nû

ŞAHÊ DENGBÊJAN RESO

 

Di dinyayê de hin ‘tişt’ û qad hene ku bi tenê xasî miletekî ne û tenê ew milet wî tiştî dike û jê fêm dike. Dengbejî jî qadeke wisan e ku bi tenê xasî Kurdan e û ji rêgehên wan ên herî xwemal e.

Di nav vê qadê de ciyê Dengbêj Resoyê Gopala gelek taybet û girîng e. Wî di nav vê qadê de terz û rêçek li pey xwe hiştiye ku dengbêjan jî dane dû wî.

Di vê kitêbê de li ser terz, rêç, jiyan û berhemên vî dengbêjê mezin û binavûdeng hatiye sekinîn.

 

 

MÎREKTIYA BITLÎSÊ DI ÊWRA EVDAL XAN DE ( 1618-1664)

Çawa ku Mele Mehmûdê Bazîdê jî behsê dike, “Dijmin” dema ku êrîşê Kurdistanê bikira divê pêşiyê Mîrektiya Bitlîsê dagir bikira. Ji ber ku Bitlîs deriyê Kurdistanê bûye. Di dîroka Bitlîsê de, ji malbata Şerefxaniyan dewra Evdal Xan jî “serdema zêrîn” ya Mîrektiya Bitlîsê ye. Evdal Xan, di demeke kurt de bajarê ku di navbera du Împaratoriyên cîhanî de (Osmanî-Sefewî) mabû û bûbû qada şeran, kiribû qonaxeke şaristaniyê.

 

Li ŞEDADIYÊ Du Jinên Ermen

 

Dewleta Şedadiyan di navbera salên 951 û 1199an de li rojhilatê Qafqasyayê di navbera Çemê Kurê û Erezê de hikûm kiriye.

Di bin hukmê vê dewletê de bajarên girîng yên wekî Divîn, Anî û Genceyê hebûn. Di heman demê de Kurdên Rewadî li hêla Azerbeycan û Tebrîzê jî hikûm kirine.

Ji vê dewletê hinek eserên wek mizgeft, pir û medrese îro jî li ser piya ne.

Şedadî digihêjin Rewadiyan. Rewadî jî silsileya wan digihêje Kurdên Hezbaniyan. Mixabin ev dewleta ku malbata Silhedînê Eyûbî jî ji nav xwe derxistiye ji aliyê gelek kesan ve nayê naskirin.

Nivîskarê vê romana dîrokî bi vê kitêbê hewl daye xwe ku reşayiya li ser xanedana Şedadiyan rabike…

 

 

 

HEWARA MERWANIYÊ Çiyayê Rûtik e

 

Xanedan Merwaniyan ji sala 983yan hetanî sala 1085 sed salî hikûm kiriye. Bi sedema ku perde li ser dîroka Kurdan hatiye kişandin mixabin wekî gelek hêjayiyên me ev xanedana han jî nehatiye naskirin. Çi wextê ava bûye, şexsiyetên vê xanedanê kî ne, çi eser li pey xwe hiştine, li ku derê hikûm kirine baş nayê zanîn…

***

Dema avakarê dewleta Merwaniyan Badê Kurê Dostik di şer de li dora Mûsilê tê kuştin, rêveberî dikeve destê xwarziyê wî Ebû Elî Kurê Merwan. Dewleta Merwaniyan jî navê xwe ji vî kesî digre…

Xanedana Merwaniyan di mîrantiya birayê Ebû Elî, Nasruddewle de, dema xwe ya herî hêzdar jiyaye.

Nivîskarê vê romana dîrokî dewleta Merwaniyan kiriye mijara vê kitêbê û xwestiye perdeya li ser vê xanedanê rake…

 

Dîwan-Mela Ehmedê Zinarexî

Dîwana Mela Ehmedê Zinarexî ji nav weşanxaneya Nûbiharê derket. Mela Ehmedê Zinarexî ku îsal (2018) di meha Adarê de rehmet kiribû, xelkê wîlayeta Şirnex qezaya Hezexê ye. Seyda gelek kitêbên Kurdî yên dînî û edebî nivîsîbûn û di nav seydayên devera xwe de bi vî aliyê xwe temayuz kiribû. Wî ne tenê dîwanek bexşî zimanê Kurdî kiribû, herweha piraniya kitêbên xwe yên dînî jî bi Kurdî û şêwazeke edebî nivîsîbûn.

Me wek weşanxaneya Nûbiharê xwest li vî nirxê xwe xwedî derkevin û dîwana Zinarexî ya ku ji gelek aliyan ve orjînal e pêşkêşî cîhana edebiyata Kurdî bikin. Dîwan ji aliyê akademîsyenên hêja Taha Nas, Tahirhan Aydın, Abdurrahman Adak û Zülküf Ergün ve hem bi kurdiya latînî, hem bi kurdiya Erebî hatiye amadekirin. Herweha di destpêka dîwanê de ji aliyê Taha Nas û Abdurrahman Adak ve li ser biyografiya Seyda û aliyê wê yê edebî du lêkolîn jî cih digirin.

 

 

 DERDÊ WELAT – DÎWAN-

 

Serda Selaheddîn, yek ji wan şairên me yên jîr e ku heta niha nehatiye nasîn. Hêj di medreseyê de feqiyekî nûciwan bûye dest bi şiîrê kiriye. Ew ji ekola medreseya Mela Zahirê Tendûrekî ye. Gelek balkêş e ku Serda di wî temenê xwe yê pir ciwan de şiîrên pir estetîk û kûr nivîsîne.

Serda Selaheddîn, di 22 saliya xwe de ji cîhana fanî xatir xwestiye û ber bi aramageha baqî ve bar kiriye, lê di du salên dawiya jiyana xwe de tim bi nexweşiyê re mucadele kiriye û di wan du salan de şiîr pir hindik nivisîne; şiîrên xwe bi piranî heta 18-19 saliya xwe temam kirine.

Şiîrên Serda, hemî bi wezinkî hatine hûnandin û mijara wan bi piranî li ser netewperwerî, Kurdistan, rewşa Kurdan, evîn û siruştê ne…

 

 

1925 Hareketi Azadî Cemiyeti

 

1925 Hareketi, meydana geldiğinden bugüne kadar Kürtler arasında sözlü olarak çok konuşulmuş, hayatını kaybedenler üzerine ağıtlar yakılmış, yasları tutulmuş ve dengbêjlerin olaya ilişkin yaktığı ağıtlar dinleyenlerde her zaman bir milli direnç ve sahiplenme duygusu bırakmıştır. Kürtler arasında sözlü olarak çokça konuşulan bu olay ne yazık ki yazılı olarak fazla irdelenmemiştir.

Başkaları bu hareketi yazarken de hem keyfi yorumlamışlar hem de milli karakterden uzaklaştırıp lokal bir başkaldırı olarak lanse etmişlerdir.

Öyle ki Hareketin ismini bile Kürtler koyamadı. Bütün bu çabalar hadisenin ardındaki örgütlü ve planlı hareketi örtmek içindi.

Tahsin Sever, hem sözlü hem de yazılı dokümanlardan yola çıkarak ‘görünmez kılınanları’ bu çalışmasında ortaya çıkarmaya çalışıyor.

 

 

Hâmîsiz Şâir, Babasız Metin

Ehmedê Xanî’nin ölümsüz eseri Mem û Zîn üzerine hazırlanan bilimsel çalışma

       Bloom’un Nietzsche’den ödünç aldığı “Eğer iyi bir baba yoksa, bir tane yaratmak şarttır” ifadesinden hareketle söyleyecek olursak, Ehmedê Xanî, “babasız” olan Kürt mesnevi edebiyatında “selef ” ve “baba” şâir olarak görülecektir. Nitekim, Bloom’un “Shakespeare dünyayı, dünyanın onu etkilediğinden çok daha fazla etkilemiştir” düşüncesine benzer bir şekilde, Xanî de gerek eserleriyle gerekse düşünceleriyle, sadece Kürt edebiyatında değil, Kürt kültür, sanat ve düşünce hayatında günümüze kadar süren bir etkileme yaratmıştır.

 

Ayhan Tek’in Mem û Zîn’i Bloomcu bir okuma modeliyle ele aldığı ve “babasızlık” gibi izleklerle metni açımlamaya çalıştığı bu eserinde, Mem û Zîn’in kanonik bir metne, Xanî’nin de bir “baba”ya dönüşümünün teorik okuması yapılmaktadır. Xanî’nin, muktedir Doğu edebiyatının kanonik dizgesine Kürtçe ile dâhil ettiği eserinin aynı zamanda çeviriler yoluyla Osmanlı edebiyatındaki serüveni, çeviri metinleri üzerinden bilimsel bir hassasiyetle anlatılmaya çalışılmakta. Bu bağlamda Mem û Zîn ve çevirileri etrafındaki tartışmalara yeni yaklaşımlar getiren bu çalışmanın bir diğer amacı, tercüme geleneği çerçevesinde metinlerarasılık ve karşılaştırmalı edebiyat bağlamındaki tartışmalara katkı sunmaktır.

 

Klasik şiir geleneğini iyi derecede idrâk etmiş, bilinçli ve yetkin bir şâir olarak Ehmedê Xanî ve Mem û Zîn’i hakkıyla irdelenmemiştir. Klasik edebiyat geleneğinde önemli bir yer edinmiş Mem û Zîn’in Kürt edebiyatındaki macerası bir yana Türkçe ve diğer dillerdeki yankısının da işlendiği bu eser Kürt edebiyatını yeniden okumaya bir çağrı aynı zamanda.

 

Çandname

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply