Ji Nûbiharê 10 Kitêbên Zarokan!

Ev deh kitêbana, wekî set bi navê “Daristana Şêrîn” weşiyane. Neh heb ji wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek hatine amadekirin.

Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e.

Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din.
Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din…

Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterê baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan.

SETA DARISTANA ŞÊRÎN JI VAN KITÊBAN PÊK TÊ:
1-Poşmaniya Mar
2-Kanûgrû Gogo
3-Sihorîka Tirsonek
4-Hechecika Delal
5-Malbata Meymûn Xanim
6-Çirçirk û Cîranên Wê
7-Xewa Piling Pîlo
8-Roja Bavan
9-Roja Dayikan
10- Reşbelaka Daristana Şêrîn

Nîşe: Ev kitêbên zarxweş, ji bo zarokên xweşik niha li standa Nûbiharê ya Fuara Tuyapê ye.

Derbar Rêvebir

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply