Ji Mehmet Oncu Pênç Pirtûkên Folklorê Yên Nû

Îsal pênç pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu li ser folklora Kurdan hatin amadekirin û bi hevre hatin weşandin.

Pirtûkên wî ên ku ji berhevkariya li qadê pêkhatînê ev in:

1. Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê

2. Guldesteyek Pêkenokên Gelêrî: Berhem ji 21 çîrokên gelêrî pêk tê. Hemû çîrok ji nava civakê hatine berhevkirin. Herhem nimûnekeye ji gencîneya zargotina kurdî.

3. Serhatî û Serborîyên Kurdan: Pirtûk ji 259 kurteçîrokên gelêrî pêk tê. Nivîskar bi salan li herêmên cüda cüda xebatên berjevkirina zargotina kurdî kirine. Di encama xebatên wî de gelek berhemên zargotinê amadekirine. Ev berhem jî yek ji wan xebatên wî ye. Di xwendine her çîrokê de mirov xwe li dîwana çîrokbêjan hîs dike.  

4. Kulîlk û Şikevlatû (Fabilên Kurdî): Pirtûk ji 141 fablên kurdî pêk tê. Nivîskar bi salan li herêmên cuda cuda xebatên berhevkirina zargotina kurdî kirine. Di encama  xebatên wî de gelek berhemên zargotinê amadekirine. Ev berhem jî yek ji wan xebatên wî ye. Di xwendine her fablê de mirov xwe li dîwana çîrokbêjan hîs dike.

5. 101 Gotinên Pêşiyan, 101 Çîrok: Gotinên pêşiyan, gotinên gel ên bi kakil in ku di heman demê de bi hêza xwe, teşe didin jiyana gel. Gotinên pêşiyan, ji destpêka dîroka gelan heta roja me, ji bawerî û kevneşopiyên gel dawerivîne, li gorî qaîdeyên rûniştî bi qalibên diyar tenê gotin û nivisîn. Her gotineke pêşiyan darêzekê, dersekê, hukmekî an jî şîret û pendekê,dahêneke bedewkar, derûniyekê, qerf û henekeke estetîk û rexneyekê dihewirîne. Her gotineke pêşiyan, teqez cara pêşîn ji aliyê kesekî zana û şareza ve hatiye gotin. Paşê navê wî kesî hatiye jibîrkirin. Lê ji ber ku ziman zindî ye, di pêvajoya dîrokê de tevî xwe, gotin û kilîşeyên xwe jî veguherandine. Ango halê xwe yê dawî stendine. Di vê berhema ber destê we de, hûn dikarin serkaniya gelek gotinên pêşiyan yên Kurdan bibînin. Her wiha, ew gotinana ji kîjan sedem û bûyeran pêk hatine, di çi wateyê de, bi kîjan şêwazê û ji bo kê tên gotin,hûn dikarin bibînin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply