Pêncşem , 1 Cotmeh 2020

Ji Kurdiya Tirkî Ber Bi Kurdiya Kurdî ve – Abdulkadir Bingöl

Ji wê dema ko ez xwe nas dikim û vir ve hestiyarîya min ya li ser zimanê Kurdî heye. Taybet piştî sala 1996-ê ko di wê mêjoyê de ez ji karmendiyê malnişîn bûm, êdî bikirdarî ez li ser zimên dixebitim. Di vî parçeyê zemanî de qehr û kula min, xewn û xeyalên min zimanê kurdî bû, hêjan jî welê ye.

Carînan ji ber ko zimanê dayikê bikar naynin ez ji hinekan dixeyidim. Car dibe ez civatên bi vî rengî diterikînim. Ez bi ko ve herim hiş û hidamê min li ser axaftinê kesên li wir e. Eger ew kesana bi kurdî biaxêvin kêf kêfa min e, heke na, dilê min diqurmiçe, ez xemgîn dibim.

Spas bo Xwedê ko vê hestiyariya min berê xwe jî da bû sedem ko herî kêm ez heft pirtûkan dîyarî ziman û wêjeya kurdî bikim.

Hûn dikarin bibêjin ko ma çi hewceyî bi vê gotinê ye, ji xwe yên wekî te gelik hene û şev dikin roj, roj dikin şev, bênavbir bo vî zimanî dixebitin û sed qatan ji te bêhtir xizmet jî kirine. Û tu nabî toza simê hepsê wan. Erê rast e. Lê mebesteke min ya di vegotina vê çendê de heye. Yanê ez dixwazim bibêjim ko hestiyariya min ya li ser axaftin û nivîsandina kurdî wê rengê biguhore. Ji îro pê ve ez ê serê xwe bo axaftina ”kurdîya kurdî” biêşînim. Da kurdîya kurdî ji ”kurdiya tirkî” cihê bibe.

Dibe ko hûn bibêjin “kurdiya kurdî” jî çî ye, ”kurdiya tirkî” çî ye. Kurdiya kurdî ew e ko ji giyanê zimanê kurdî derneketibe, hem qalikê wê hem wateyê wê kurdî be. Kurdîya tirkî ewe ko qalikê wê ango peyvên wê kurdî be, lê wateya wê tirkî be.

Ez çi bibêjim, rûyê min li ber reş e, lê dema ko ez li hinek tv-yên kurdî guhdarî dikim û hin rojname û kovaran di heman şopê de ne dixwînim, min bibexşînin, lê kurdîya tirkî tê li ber çavê min.

Zinhar! Vê rexneya min weke xêrnexwaziya wê tv û rojnameyan nebînîn. Berevajî gelik kêfa min jî ji wan re tê. Bes ev kêfjêrehatina min a ji wan re bo rexnelêgirtinê nabe asteng.

Gotineke pêşiyan heye: “Here cem wî kesê te bigirîne, neçe cem wî kesê te bikenêne” Ev gotina pêşîyên kurdan rê li ber rexneyê vedike û feydeya rexneyê radixe ber çavan.

Serê pêşî ji destpêka nûçeyan ya: “Ji navenda nûçeyan a …tv. êvar baş temaşevanên hêja…” baş xuya dike ko ew bultena nûçeyan pêşî bi zimanê tirkî hatiye amade kirin paşê bo zimanê me hatiye wergerandin. Nûçe û gotarên ko di wê rojnameyê de cî digrin jî welê… Ma ev luksa amadekaran yan jî ya zimanê tirkî heye ko pêşî bi tirkî be paşê bo kurdî were vergerandin. Çima serê pêşî jî ne bi kurdî be? Ma qey zimanê tirkî gelik ji zimanê me dewlemendtir e, yan jî qey kêmasiyeke kurdiyê heye ko heta zimanê tirkî dikeve pêşiyê zimanê me?

Lewra dema tekstek ji zimanî tirkî bo zimanê kurdî tête wergerandin wê demê pirsgirêgeke bikaranînîn û wergerana biwêjên tirkî bo kurdî derdikevin holê. Wek tê zanîn di her zimanî de biwêj hene. Car heye ko biwêja zimanekî, bi heman peyvan di zimanekî din de jî hebe; carînan jî ew biwêj di zimanê pêşber de bi hin peyvên cûda û bi awayekî dî tê bikaranîn. Mînakên wan biwêjên ko hem di zimanê tirkî de hem jî di zimanê Kurdî de bi heman peyvan têne bikar anîn: “Şeytan dibêje…” (Şeytan diyor ki…), “agzindan çikti” (ji devê wî derket), “sirti yere gelmedî” (pişta wî nakeve erdê). Tu li şûna wan biwêjê tirkî yên kurdî bibêjî ti pirsgirêk dernakeve.

Lê tu nikarî “çok yaşa”ya tirkî ya ko dema yek dibêhnije de tê gotin wergerînî kurdî û jê re bibêjî “her bijî”. Hek tu welî bibêjî tu dê bibî pêkenok. Tu dikarî bibêjî “xêr be” Ya bêşber jî weke bersiv nikare “sen de gor”a tirkî wergerêne kurdî û ji bo te bibêje: “Tu jî bibîne” yan jî “bila bête serê te”. Dikare holê bibêje “Rehmet li dê û babê te” yan jî “Xwedê ji te razî be”. Mînakeke din: Ger tu biwêja tirkî ya “hem suçlu, hem guçlu”yê bi heman peyvan weke “hem tawankar e, hem jî bihêz” wergerînî kurdî şaşiyek e. Li şûna wê biwêja Kurdî ya “Pîrê tir kiriye, lê hê pîrê newekirî ye.” Ya rast e. Mînaka dawiyê: Biwêja tirkî ya “Aşagi tukursem sakal, yukari tukursem biyik” weke “Ez tûfî kim/tif bikim jêr rih, tûfî kim/tif bikim jor simbêl” tu wateyê îfade nake. Li şûna wê biwêjên kurdî yên weke: “Ez ho dikim bab dimire, ho dikim dê dimire” û “destê di bin berî de ye, derxênî wê bimerite, di bin de be wê biperçiqe” hene û ji derbirînê wê wateyê de bes in.

Mînak pir in. Ji ber vê çendê dema yek tekstekî ji zimanekî biyanî bo zimanê xwe wergerîne pêwîst e li biwêjên (deyim) herdu zimanan miqate be

Lê belê ji awayê wergera nîvis, nûçe û gotarên wan rojname, kovar û tv-yan dîyar e ko yê amadekar dest diavêje ferhenga birêz Farqînî û peyv li pey peyvê werdigerîne bo kurdî. Lê nenêrîye ka di wê bultenê (nivîsar) de biwêj hene, an na. Biwêjên zimanê tirkî hema bi heman peyvan werdigerîne Kurdî. Lê nanêre ka gotineke bi wî rengî di kurdîyê de heye an na; gelo kurdî-axêv dê jê fêm bikin? Jê fêm bikin jî dê ji sedî çend fêm bikin?.

Ez ê niha dest bi mînakan bikim:

1. “Gelo CHP diderize?..” Ango dixwaze bibêje “CHP’de çatlak mı var?” Gelo kê dîtîye lêkera derizandinê ji bo navdêrên razber hatiye bi kar anîn? Me her dîtiye hatiye gotin ko “dar deriziye”, “dîwar deriziye”, “ranê filankesî deriziye”

2. “…anî ziman…” Ev jî ji gotina tirkî ya “dile getirdi”yê hatiye kopîkirin. Gelo, mirov nikare bibêje got, “diyar kir”, “eşkere kir”

3-. “…di bin simbêlan re dikeniya…”. Fermo, ji we re wergereke ji biwêja tirkî ya “Bıyık altında guldu” yê. Diyare ko haya wî/wê amadekarî/ê yan jî nivîskarî/ê ji biwêjên kurdî tune ye. Ew kesê ko di nav kurdan de hinkê geriyabe û di sohbetan de mayîbe dê zanibe ko ew ne “di bin simbêlan re dikeniya” ye, “di bin lêva xwe de keniya” ye. Tu bibêjî ne girîng e, ha simbêl ha lêv, çi cudahî heye? Ez ê bêjim gelik cudahî heye. Ya me lêv e, ya tirkan simbêl e.

4. “…li pey xwe hişt…” ma hewce ye em bibêjin ev jî “..geride birakti…”ya tirkî ye. Li tu dera ko kurd lê dijîn de ev biwêj nînin. Li dewsa wê “Eve ewqas roj çûn”, “evqas roj/meh/sal li ser de derbas bûn” tê bikaranîn.

5. “Şer li ber derî ye”. Fermo! Ev wergera biwêja tirkî ya “Savaş kapida”yê ye. Di kurdî de biwêjeke bi vî rengî nîne. Di herêma Botan te ji bo tişta hatina wê nêzîk be holê tê gotin “haha bê, haha bê”, yan jî “ha bê, ha bê”. Ji dêl wergera biwêja tirkî ya “Şer li ber derî ye”yê dibû ko holê bihata gotin: Şer haha bê, haha bê, yan jî “şer nêzîk e”

6. “…jiyana xwe ji deste da…” Pir eşkere ye ko ev biwêja hanê ji biwêja tirkî ya “hayatini kayebetti”yê hatiye wergerandin. Baş e, gelo di kurdîya me de peyvên şûna wê bigrin nînin? Bê guman hene. “Wefat kir”, “mir”, “emrê Xwedê kir”, “canê xwe da”, “serê xwe danî”, “çavê xwe neqand/dada”, “temam bû”, “cihûmî”, “sekitî”, “kewitî”. Erê her çiqas peyva “wefat”ê bi erebî ye, lê ji hezar salî zêde ye ko di nav kurdî de ye û di derbarê mirina kesayetên ko di nav civakê de navekî wan hene de tê bikaranîn. Hersêkên dawiyê jî yan bo heywanan, yan jî bo kesên ev sifet ji wan re dîtin tê gotin.

7. “…serî li terorê da…” Ev jî wergera biwêja “terore başvurdu”yê ye. Qey ji dêl wergera biwêja tirkî mirov nikare bibêje “dest bi terorê kir.”, “rahişte terorê”.

8. “…tevahîya rojê…” Ev jî “gunboyu”ya tirkî ye. Li dewsa wê “heta êvarê”, “sibehê hetanî êvarê” tête gotin.

9. “…derabeyên dikanan îro nehatin vekirin” Gotineke bi vî awayî tune. Lewra ew wergera “kepenkler bugun açilmadi”yê ye. Rastî wê ya bi kurdî “Esnafan îro dikanên xwe venekirin.”

10. “…danîn ser maseyê…” Ev jî “masaya yatirdi” ya tirkî ye. Halehale di kurdî de jê re holê dibêjin: “Danîn ser berikê”, “danîn li ser merşikê, doşekê.”

11. “Bi saxî rizgar bû”. Ji “sag olarak kurtuldu”ya tirkî hatiye wergerandin. Rastiya wê “sax filitî”, “bi saxî filîtî”ye.

12. “Şêrê min…” wergera “..aslanim.”ê ye. Ya rastîya wê “berxê min.”e.

13. “Qîrek diteq e…” Ji “çiglik koptu”ya tirkî hatiye wergirtin Di kurdî de jê re “qîrînek hat”, “qîrînek tê” tê gotin

14. “Demîrtaş: “Ev şer nîne çi ye?” Ev jî ji tirkî hatiye wergerandin û eslê wê jî eve: “Bu savaş degildir de nedir?” Halehale li gorî giyanê zimanê kurdî hatiba nivîsîn dê holêba “Gelo ma ev ne şer bixwe ye?” yan jî “hek ev jî ne şer be nexwe şer çî ye?”
15. “…di axaftina xwe de cihek mezin da bûyera tacîz û destdirêjiyê…”. “Ciheke mezin da…” yanê “buyuk yer verdi” Holê gotiba çênedibô gelo: “Di nav axaftina xwe de gelik zêde behsa tacîz û destdirêjiyê kir.”

16. “…partiyên siyasî di perdeya herî bilind de diaxivin. “Di perdeya herî bilind de” ango “yuksek perdeden” Rastiya wê holêba ne çêtir bû gelo! “Xeberên ji xwe mezintir dibêjin”

17. “Hema her roj ez cilên xwe yên cuda cuda li xwe dikim.” Bêguman ev ji wergera tirkî ya “Her gun ayri ayri elbise giyiyorum.”ê tê. Hek te kurdiya wê divê fermo: “Ez her roj texlîteke cil li xwe dikim”

Ez dikarin van mînakan zêde bikim. Lê ne pêwist e.

Ji boyî nîşandana xetereyê ez ê vêya jî bibêjim: Wek çawa li bakur bi tirkî tête nivîsandin pişt re bo kurdî tête wergerandin em ferz bikin ko li Îranê jî pêşî bi farisî be pişt re bo kurdî û li Başûrê Rojava jî pêşî bi erebî be paşê bo kurdî were wergerandin wê demê werin seyr bikin ka dê zimanekî çawa derbikeve holê. Gelê me yê ko bi çar dîwarên sînoran ji hev hatî veqetandin dê çawa ji hev fêm bike.

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ne Rojek, Her Roj Roja Zimanê Dayikê ye

Îroj roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. “21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.