Gotinên Watedar
Bi gotinen kin wateyen berfereh armanca pêşgotinaye. Ev gotin bi tecrûbeyên bav û kal, dê û dayêpîra hatina avakirin. Bi awayekî emanetî gihaştiye me, em jî bikaranîna wa emanetî zar û zaroken xwe bikin. Hem di bê neyê jibîr kirin ku şarezahî/medenîyet bi gihaştina raman û tecrûbeya avadibê.

Ji kaniya Zanînê Çend Dilop

Ev gotinên pêşîyen me bi hedaneke/sabreke mezin û di demeke duvdirej de hatine nivîsandin. Di nava sê/3 sala de min ev gotin ji devê ciya/dayika xwe bihistin û ji ber ku ji bîramin neçin di dema ku min dibihist di wê demedê dinivîsî. Ev gotin li civata li gora bûyerên ku çêdibûn di hatin gotin. Bi taybetî pîreken cîranan di hatin mala me û diaxivîn. Carna nasen me di hatin mevandarîya me diaxivîn. Dema min pêşgotin ji devê wa dibihist dûbarekirina gotinan ji wa dixwest. Ji ber ku rast binvîsênim. Bi taybet ciyamin/dayikamin kanîya gotinên pêşîyanbû.

Ji bo çanda mirovatî min ev nivîsîn. Hem ji ber ku rojek werê ez ne bêjim ka min ji bo çanda xwe çikir? A rast ev xebat ne tiştekî gelek giran û bihaye, lê ya ji destê min hat evbû. Bi vê xebat û lêkolîna piçûk ez gelek kefxweşbûm. Ji bona alîkarîye ji ciya/dayika xwe Latîfa û kesên ku min ev gotin ji devê wan girtin re gelek spas dikim.

Bi gotinen kin wateyen berfereh armanca pêşgotinaye. Ev gotin bi tecrûbeyên bav û kal, dê û dayêpîra hatina avakirin. Bi awayekî emanetî gihaştiye me, em jî bikaranîna wa emanetî zar û zaroken xwe bikin. Hem di bê neyê jibîr kirin ku şarezahî/medenîyet bi gihaştina raman û tecrûbeya avadibê.

Pêşgotin kanîyeke. Min ji vê kanîyê çend tilop av wexwar. Min dît ku meze/tahma ava kanîye gelekî xweşe, min xwest mirovên dî jî ji vê avê têr vexwûn.

Ev pêşgotin ji bihîstina devan hatina girtin. Fermo ji kanîya zanînê çend tilopa vexwûn…

  1. Hevalê hevala hene lê malê wan jev durin.
  2. Kêlê mirîyan tebaya mirîyan nakin.
  3. Xwedye sebre (hedanê), melîke Misre.
  4. Pîrîtî û sed eybîtî (şermîtî).
  5. Gireka ku bi desta vebê çima ti bi deva divekê.
  6. Destê xwarinê dirêje.
  7. Ciya (dayika) kurkî (kurekî) bê îmane (bê bawerîye).
  8. Bi xêra lawa yek dixwê nan û helawa.
  9. Êmerê çu Aferê, hat kerê berê.
  10. Anîna bûka germe germe, heme di berberîyê de nerme nerme.
  11. Bûkê benin ji mala mezin, qelenê we bidin bi hazar û hin.
  12. Çawa mîro/morî kara xweyî zivistane dikê, gerek (pewiste) însan (mirov) jî qute male bîde hev.
  13. Nan û xwê, xwê bi manî (bi wate).
  14. Heft xwuha werîsek ji biraya xwerê xelasnekirin.
  15. Bejnî hakîmî, malî mitirbî.
  16. Xeberê (nûçê) bê ara (bê şerma), evarê dikeve qule diwara, sibahî dirabin eynî emel (xebat) û kare.
  17. Şêx nebatina (navînî) lêbelê gelek tişt bi sere wî hatina.
  18. Nane wî liber ave çu, go ber xêra bave min bê.
  19. Xweş xebere (nûçeye) lê min jê ne bawere.
  20. Ava hedî hedî mi je acep dîtî.
  21. Benkê çaroxê bimêne hayirî, li nextê (qelen) nemêne hayirî.
  22. Bertîl kevira nerm dike.
  23. Ne ji fesat û êwanîyê bê yê rovî robinîro (robinîvro) çê sûkê.
  24. Mala têra, kevanî şêr e.
  25. Şujina çave xwe nabîne, gesine çave xelqe (miroven dî) dibîne.
  26. Jina bidin jinmirya, kera bidin kermirya.
  27. Gûndeke û gindoreke.
  28. Geyaye hewşê tahle.
  29. Deng ji gîska gurî neçû, çû li sere kanîye rî.
  30. Deynê asê, jê bike parsê. (le bipirse)
  31. Xewa bihara girane.
  32. Mirin kone Erebîye, li ber (devê) derîye hemû kesîye.
  33. Mirin ji mijgule çava nezîktire.
  34. Şitaxalî (peyîv) pelê pîvazeye.
  35. Xelk (mirov) geha Besrayê,
    Em gehan Rasayê. (Rasayê; devereke nezîkî Besrayê ye.)
  36. Keça mîrkî û ya gîzîrkî (alikare mîr) ketne ber nîrkî.
  37. Rovîkî gerok ji gurkî giredayî çêtire.
  38. Hebê şirik û şirik nebê keser (Behnteng) û kulik (hestir).
  39. Nîsan bûka welat e.
  40. Ji welî xwelî, ji xwelî welî dertê.
  41. Xwezî ez bûka xerîba ma, da wesfe (pesnê) mala bave xwe kiribana.
  42. Arvanê dawêtê bûbû arvanekî xêrê. (ji bo ê mirî)
  43. Şerê xwedîtîyê weke girê kotîtîye ye. (nexweşîyeke lewitandine ye)
  44. Bihar bûka welat e.
  45. Mala pîre stara pîrê.
  46. Ê bê ker e bê mefer e.
  47. Heçî bi male, bi xaltîk û xale.
  48. Mêr dimire nav jê dimênê, ga dimire çerm jê dimênê.
  49. Mal bi du pîran ma herduka lihevnekir.
  50. Bitrîtî ji gayê çoht re namênê.
  51. Ku agir ket çiye darê tirr û ê hişk pevre dişewitênê.
  52. Heta min xwe naskir emre (temenê) xwe xilaskir.
  53. Go ga ketin kêr zafin (gelekin)
  54. Şuxul (kar) çek e, li ber xwe ke, ku lazimbû (pewistbû) veke.
  55. Deng bi zerike ket çi rast çi derû.
  56. Ê bi lingkî (pîkî) hemberê gundkî
  57. Ê ce bixe kuware yê ce derxê.
  58. Hewîya hewî xweşik kir,
    jintîya jintî jêhatî kir.
  59. Heçî firîke dinya alem şirîke. (Firîk: tişte bi lib minak hinar, tû, genim…..)
  60. Min rezek danî bi nezanî.
    Xelk’e (miroven dîn) hat go em xwedî tû cinanî (gotineke pîrejinekêye. Ji bo bûka xwe gotiye)
  61. Ciya/dayika diza dudo tirra dikê.
    Yek ji tirsa,
    Yek ji eşka
  62. Mêr bi simbêl,
    jin bi xeftan,
    ker bi kurtan.
  63. Bîra go te jê av vexwart kevir ne avejiyê.
  64. Ji qahrê dikevê bahrê. (Mirov ji qahrê dikevê bahrê)
  65. Xelk (mirov) bi xalê xwe xeriqîn em bi ê xwe xeniqîn.
  66. Şuxul (kar) şêr e ku te rahiştîyê dibê rovî.
  67. Devera ku keyfa wê tê bilbile,
    devera ku keyfa wê nayê pişkul e.
  68. Dersa dê hilandiya/standiya. (ji bo kesen ku li deya xwe hatîye)
  69. Mevan û zêdekarî.
  70. Ji sisik kê mahserkê dideynê. (Mahser: qoncala ku tirî ji bo bibê dims dixinêde. )
  71. Bere girtiyê heps û zîndanan bê,
    Ber ne mirîyê goristanan bê.
  72. Ha di tûr da, ha di ûr de…
  73. Dê raqisî, kur fetisî.
  74. Mevan ji mevan nexweş, xwedîye malê ji her du yan nexweş.
  75. Bazara pêşî/a yekemîn gule.
  76. Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.
  77. Dewlemendî bi hinarêye/hûnereye, ne bi mal û peraye.
  78. Mala têr jin, xeradibê ji bin.
  79. Ava ser berîyê, zava bi dilê xesûyê.
  80. Qiz qaraçî xatûn olmaz. (Keça qaraçî nabê xatûn.) (her çiqas bejeyen vê pêşgotinê bi Tirkî bin jî di nav gelê heremê de gelekî bikar tê.)
  81. Şal dûr e ma mişar jî dûr e.
  82. Bi roj devê xwe, bi şev dêrîye xwe bigre.
  83. Mar ji pungê acizbû, pung çû li devê qula mar şînhat.
  84. Zor gêzera radikê.
  85. Dilê dê bi kur ve, ê kur bi çiyayê Qaf re.
  86. Dê û weleda (kura) şer kir,
    Bê aqila bawer kir.
  87. Kero nemire heta qîfal şinbibin.
  88. Mala pîrê gora pîrê.
  89. Çav dijminê xwe nasdikê.
  90. Te girt bernede, te berda peynekeve.
  91. Ker tine, kurtan hazirdikê/amadedikê.
  92. Nikarê kerê diçê li kurtan dixê.
  93. Mirî tirra nakin.
  94. Ne şuva kizinê, (şuva)
    Ne berxê ber bizinê, (berxe)
    Ne mêrê destê jinê. (mêre).
  95. Xaltîkê jê tê behna dayîkê.
  96. Bira biraye bazar li derê haye.
  97. Hosta necar,
    Raza wek hercar,
    Xwedê yek e, dergeh hezar.
  98. Êşa li hevalan, tîra li kendalan.
  99. Kî biwefaye, ew bav û biraye.
  100. Şerbike (sewîlk) nûye, ava cemidye.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply