Ji J&Jyê Şeş Pirtûkên Nû

Weşanxaneya J&Jyê bi çapkirina pirtûkên nû, di xizmeta zimanê kurdî de ye. Di demeke ku zextên li ser zimanê kurdî zêdetir bûne de, weşandina pirtûkên kurdî nîşana xwedî derketina li zimanê xwe û evîndarîya zimanê kurdî ye.

Ji van şeş pirtûkan sê jê helbest in. Yek, Destana Cizîrê ya Mehmet Aydogan e. Ya duyem bi navê “Û Hêdîka Hun ê ji Kirasên Xwe Derkevin” ya Şêro dalînî ye. Ya sêyem bi navê “Jina ji Ximavê” ya Amedê Xursî ye.

Pirtûkek Ferheng e, bi zaravayê kirdkî, bi navê “Vervate” ye, ya Umer Faruk Ersoz e. Du pirtûk jî lêkolîn in. Yek xebata Ezîzê Cewo ye, bi navê “Êzîdîtî Divê Mirov Rastîya wê li ku Bigere” hatîye çapkirin. Lêkolîna din jî bi navê “Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî” xebata Gerînendeyê me yê Giştî Ahmed Kanî ye.

Lîsteya Pirtûkan bi Rêkûpêk

Rêz Nav Nivîskar Cure
1 Destana Cizîrê Mehmet Aydogan Helbest
2 Û Hêdîka Hun ê ji Kirasên Xwe Derkevin Şêro dalînî Helbest
3 Jina ji Ximavê Amedê Xursî Helbest
4 Vervate Umer Faruk Ersoz Ferheng – Kirdkî
5 Êzîdîtî Divê Mirov Rastîya wê li ku Bigere Ezîzê Cewo Lêkolîn
6 Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî Ahmed Kanî Lêkolîn

Ji bo kirîna pirtûkên J&J yê bitikînin…

Çavkanî:  Rojnameya Kurdistan

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply