Pêncşem , 24 Îlon. 2020

Ji Irf û Adetên Kurmancî; Xal û Xwarzîtiya Aliyan û Kasikan

Sed mixabin ku ta roja îro me ew zargotina xwe, wek ku pêdiviye nedaye hev, me ew irf û adetên xwe yên Kurmancî ku temenê wan hezarê sala ye di ser guhên xwe re avêtiye..! Ew zargotin, irf û adet çilo û çawa bin, pêmayên me ne, kesayetiya me, şaristaniya me di wan de belû û diyar dibe û dawî eynika pêşketina civaka me ne..

Berî çend rojan di civaka du kalemêrên kurd de bûm, di nav pirs û bersivên li dor irf, adet û sincên civak û eşîrên kurdî de, ez agahdarî çîroka xal û xwarzîtiya Aliyan û Kasikan kirim. Berê, qet hayê min ji vê irf û adeta Kurmancî nebû.

Aliyan herêmek mezin e, li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, Evdê Axa Marê serokatiya wê dikir û Kasika eşîrek kevnar e di Sinceqa Xelaf Axa de, Axayê wê Abdulazîzê Ehmedê Usiv e.

Abdulazizê Ehmedê Usiv 1912-1993 Axaye eshira

Gotin: Dema ku jina yekî dimir, xezûranên wî (Mirovên jina mirî) dihatin beşdarî di guhestina termê wê de dikirin. Eger zilamê jina mirî, dilê wî bi ser jina wî û zarokên wî veba û nedivîba pêwendiyên wî û malxezûranên wî ji hev qut bibin û dûrî hev kevin, piştî veşartina jina xwe, bi mebest li ser gorê wê rûdinişt û dima.. Ta ku yekî ji malbata xezûrê wî pêve biçiwa, bi milê wî bigirta û ew rakira.. Ew rûniştina wî li ser gora jina wî, daxwaza jinek din bû ji malbata xezûr.. Û neferê ku ji malbata xezûranên wî pêve biçûwa, bi milê wî bigirta û ew rakira, bersivek erênî bû..

Salihe Mareê Axa û kurê xwe Macid-Rîdaniye

Di sala sala 1954an de dema ku (Bedhaبدعة/1928-1954) keça Şêxmûsê Ehmedê Ûsiv yek ji axayê eşîra Kasika bû û kebaniya Ridêniyê Salihê Marê Axa 1925-2003 bû mir, Abdulazîzê Ehmedê Ûsiv: 1912-1993, axayê eşîra Kasika digel mirov û birazyên xwe di guhestina termê wê de beşdar bûn. Piştî ku veşartin zilamê wê Ridêniyê Salihê Evdê Axa li ser gora wê rûnişt û ranebû.. Anku ji malbata xezûranên xwe xwest ku li gor irf û adetên Kurmancî jinek din bidinê..

Dema ku Abdulazîzê Ehmedê Ûsiv dît ku zavayê wan Ridênî li ser gorê rûniştiye, naskir ku doza jineke din li wan dike, ji ber ku keçên wî yên berzewac nebûn, zanîbû ku keçek biraziyê wî Mecdelê Şêxmûs bi navê (Lemha/لمعة1935) heye, temenê wê dor 17 salî ye, bang lê kir û got: Mecdel! Here bi Ridênî ve wî rake.. Doza jinek din wek Bedha li me dike, keça te Lemha berzewac e..

Lemha Mecdelê Ehmedê Usiv 1935 Teshiyê direse..

Piştî ku min ev çîrok ji wan kalemêran bihîst, min xwest ji malbata Marê Axa û Ehmedê Usiv Axa jî teqeze bikim.. Wan jî, ji min re bicî û cûan kir û gotin; piştî çil rojî me Lemha da Ridênî û niha pirek zarokên wan hene û hîn Lemha li jiyanê ye. Û ev wêneyên wan dane min.

Erê ezbenî, berê wek vê adetê di nav civaka me a Kurmancî de pir belav bû.. Ev yek jî, ji hezkirina du malbatan xwe bi xwe dihat û hem jî ji ber hezkirina jin û mêr û zarokan bû.. Nedivîbûn dûrî hev kevin û ji hev qut bibin.. Erê.. Erê ezbenî zargotin û kultura me li ber talanê ye, siyasetmedarên me bi diyaloga; hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye, serî li me gerandine!

Salihê Mareê Axa1925-2003 -Rîdaniye

Konê Reş-Qamişlo, 22/8/2017

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Raweste ezbenî.. te agahdar bikim?!

Carna tu neçar dibî, dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.