Ji Îhsan Culemêrgî du romanên nû

Weşanxaneya Lîs ku hin pirtûkên xwe di beşa “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” de diweşîne 2 romanên nû pêşkêş kirin. Nivîskar Îhsan Culemêrgî ku mijarên dîrokî dike roman bi diduyên nû li pêşberî xwendevanan e.

Nivîskar Îhsan Culemêrgî di sala 1944’an de li Culemêrgê hatiye dinê. Di sala 1965’an de li Amedê xwendina xwe ya mamostetiyê qedandiye. Piştî 9 salên mamostetî ew hatiye sirgûnkirin û wê çaxê wî dest ji kar berdaye. Di nav rêxistinên kurdan de kar kiriye lê di dema Derbeya 12’yê Rezberê de çend caran hatiye binçavkirin û 4 mehan jî li Girtîgeha Amedê girtî maye. Heta niha çend pirtûkên wî hatine çapkirin. Yek ji aliye muhîm ê Culemêrgî ew e ku mijarên dîrokî bi zimaneke xweş dike roman. Wî di serî de, sala 1995’an çîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan kiribû roman û pirtûk ji APEC’ê, piştî çend salan jî li Tirkiyeyê ji Avestayê derketibû. Îhsan Culemêrgî bi xebata xwe didomîne û niha bi diduyên nû li pêşberî xwendevanan e. Pirtûkên ku ji Weşanxaneya Lîs derketine kêliyek muhîm a ji dîroka kurdan pêşkêş dikin.

Çîroka dîrokek ‘Ezemşêr’

Ezemşêr navê romana nivîskar Îhsan Culemêrgî ye û nû derket. Culemêrgî di vê romanê de xwendevanan dibe sala 1617’an. Osmanî bi rêya Waliyê Wanê Tekelî Mehmet Paşa eşîrên kurdan ên derdorê kom dike û dixwaze êrîşê bibe ser Sefeviyan. Tekelî Mehmet Paşa bang dike, mezinên eşîrên kurdan ligel bi hezaran leşkerên xwe tên qadê lê paşa Mîrê Hekariyan Ehya Beg biçûk dixe û dîl digire. Ezemşêrê ku bi rastî jî şêr e dê derkeve meydanê. Ya baş berdewama wê di romanê de bixwînin. 

Nivîskar Culemêrgî careke din bibîrxistina vê kêliya dîrokî û tiştên hatiye û hê jî tê ser kurdan baş nîşan daye.

Çîrokeke bi êş ‘Momê’

Romana din a Îhsan Culemêrgî bi navê “Momê” ye. Momê li zozana Meydanbelekê ya Hekariyan bêrîvanek e, buxtan lê tê kirin. Momê ya bê guneh tê cezakirin, yanê kuştin. Çîroka Momê çîroka êşê, çîroka gelek bêrîvan, çîroka gelek keçên kurdan e. Culemêrgî ji stranan “Momê” romana xwe honandiye û pêşkêş kiriye.

Hin pirtûkên Culemêrgî yên heta niha derketine:

– Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan / Roman / 1995

– Hakkari Suretleri / Xebatên çandî, bi tirkî / 2006

– Zeynel Beg / Roman / 2018

– Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan / Dîrok / 2019

– Momê / Roman / 2020

– Ezemşêr / Roman / 2020

– Şîna Şengalê / 2020/ Lêkolîn

 

Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply