Însan, hem bi nasnama xwe û hem bi bi heqîqeta xwe însan e. Cennet, pêzanina yekbuna bi Xweda re ye.
- Ji ên ku ji min hez dikin daxwaza min: li ser hîdayet û bilindahîyê meşandina wan e.
- Ji zincîra cehaletê bêtir, êşek esaretê tune.
- Rêya herî qenc rastî û rêberê herî baş îlîm e.
- Ji eşk û exlaq rintir hebun tune.
- Xwedê tu azad afirandî, bila çikosî te neke bende.
- Ger tu dixwazî li cem Xwedê bibî evd û li cem mirovan bibî însanekî meqbul bi heddê xwe zanibe.
- Alimê ku eşkere îsyan dike û cahilê xwe daye îbadetê ez xemgîn kirime.
- Ji destê mirovê bêhawa, ava heyatê be jî, venexwe.
- Kesê ku Xwedê bi wan xweşe ew kesin ku; ji hukmê Xwedê re razî bune.
- Xizneya herî mezin rûmet û namûs e.
- Peznê rezîlan dayîn, rezîlî ye.
- Kemalî, axaftina rast û rastbune.
- Rastî rêya xelasîyê ye. Zarokên xerab, rumeta malbatê xirab dike û derbê li derbasbuna wan dide.
- Zilamtî, ji ehdê xwe re wefa û li ser soza xwe sekin e.
- Rindiya rast, exlaqê baş, xuyekî xweş û edeb e.
- Kesê ku xwe bixîne bêexlaqîyê, esaleta ku ji eslê wî jî tê nikare wî xelas bike.
- Ji civaka ku exlaq di destê bêexlaqan de buye lîstik tu xêr jê nayê.
- Hûn layiqê çibin, hûnê rastî wî tiştî werin.
- Eyba herî mezin, bi eyba ku di te de heye, tu yekî din pê şermezar dikî.
- Nerehetîya nava malbatê, deyn û nexweşî heyatê dike zîndan.·
- Nexweşîya rûh ji xirsê tê.·
- Merivên ku ji xerîban dûrtir ketine hene.
- Edalet quweta xwe ji wijdanê digre.
- Ê bi xwe û hebuna xwe zanibe, bi heq jî dizane.
- Hezkirina însan, hestê herî mezin e.
- Peyva arifan nîmet û sikûta wan jî hîkmet e.
- Sirra di însan de, xizna Rehman e.
- Ê bi çav re sibeh buye.
- Bi çogên xwe na, bi dilê xwe bi dînê xwe ve bigre.
- Tewazû mirov dike xwedî rûmet.
- Dijminê mirov, zikê mirov e.
- Derîyê ku tu dîsa nikarî vebikî, negre.
- Eger tu bi wijdana xwe bişêwirî, tuyê dev ji karê xerab berdî.
- Hurmetê nîşanê pîrekê bide. Lewra ew dîya mirovan e.
- Ji we pêvtir tu kes selametê nade we.
- Gazinan ji demê neke, te xerabî bi destê xwe bi dest xwe xist.
- Zimanê xwe ji pesindayînê jî, ji zemkirinê jî biparêze.
- Ji sûcê xwe pêvtir ji tu tiştekî netirsin.
- Kesê ku rêya xwe şaş bike, nikare rê nîşanî kesî bide.
- Kesê di ser pira rastîyê de derbas bibe, di ser Siratê re jî derbas dibe.
- Ji merivan ên ehdê xwe xerab dikin, ew kesin ku bi xwe nizanin û eslê xwe înkar dikin.
- Ewên hev û din effu dikin, Xweda jî wan effu dike.
- Êmafdar maf diparêze.
- Ên bi sirê nîmeta şukir dizanin, pirr hindik in.
- Çîrokbêj, îlîm û hezkirina îlîm dikuje.
- Şeytan quweta xwe ji nezanîyê digre.
- Kesê ku kefîlê wî bi quwet be, îflas nake.
- Di nava dil û HEQTEALA de perde tune.
- Ê hezdike, ji ya hez kiriye gilî nake.
- Xalweta te Xwedê be, her der ji te re xelwetgah e.
- Dinya ji bo dostên Xwedê secdegah, û warê danustandinê ye.
- Tiştê ku dibuhure diçe ne deme, umir e.
- Xebat, îbadeta herî mezin e.
- Hêrs, ji hinguv şêrîntir û ji jahrê tealtir e.
- Sîya ê xwar jî xwar e.
- Cezayê xerabekî hezar baş dikşîne.
- Rastîyêne bi qiyasa mirovan, mirovan bi qiyasa rastîyê nas bike.
- Eslê îbadetê paqijî û terikandina karê xerab e.
- Eger hûn dixwazin di pêy mirinê de bijîn, di pêy xwe de berhemekî ku namire bihêlin.
- Mirovê nede pêy îcabê demê, ji kafî şûnde dimîne.
- Heyat, xelatek rind ya Xwedê ye.
- Bi bawerîyeka yêqîn razan ji nimêja bi guman çêtir e.
- Ji xwe re berî rê, rêhevalekî, berî xanî, cîranekî bibîne.
- Heraman ûr hezim neke jî, wijdan hezim nake.
- Gava tu soz didî lez neke, lewra soz namûs e.
- Herkes edaletê dixwaze lê herkes nikare adil be.
- Ji mezinê xwe re hurmetê bike, ji piçûkê xwe re bi şefqet be û ji merivên xwe hez bike.
- Wê dawîya her mîhnetê were, bi sebir be.
WERGER: FİKRÎ AMEDÎ-siretnesihet.blogspot.com