Ji Folklora Kurdî Stranek: Eyşa Balê

Li beri derdorên bajarê Rihayê bi navê “Terkoxlî” axayek hebû. Xulamekî wî jî hebû navê wî Balê bû. Lawekî Terkoxlî hebû navê wî Usif û keçek Balê jî hebû navê wê Eyşê bû. Balê temamê tehsîlat, danûstandin û tomarkirina malê axê dikir. Terkoxlî jî li cihê xwe rûniştî bû, serkab bû. Axayê eşîrê bû. Dem derbas bû, Xwedê Teala ku heqiya Terkoxlî anî û Terkoxlî ku mir, êdî her tişt ket destê Balê. Di demeke kurt de Balê bi darê zorê axatî zeft kir û li şûna Terkoxlî rûnişt. Usifê lawê Terkoxlî jî êdî xort e. Û dilê wî ketiye Eyşa: keça Balê. Dibê jin xelkê ji Balê re got: ”Dilê Usifê lawê Terkoxlî di qîza te de heye.” Balê jî fikirî û ji xwe re got, “Ger Usif bi qîza min re bizewice wê darê bavê xwe zeft bike û li şûna bavê xwe bibe axe û ez ê jî careke din bibim xulamê berê.”

Li ser vê bihîstinê Balê li ser Usif dest bi zextan kir ku wî ji gund biqewirîne. Balê, her car xulam û rêncber li Usif disîqilandin û dibeziyan Usif û gef lê dixwarin. Êdî debara Usif nemabû ku li gundê bavê xwe bimîne. Piştî ku asta zextan gelek zêde bû Usif û pîra diya xwe ji gundê xwe bar kirin û çûne gundê ku jê re dibêjin gundê Çetê. Salekê du salan gundiyên Çetê ji bo nav û dengê bavê wî ew xwedî kirin. Rojekê gundiyekî ji Usif re got, “Xwedê heqê te ji Balê re nehêle, lê belê wiha nabe. Dewarên me bişemirin û gavanê me tuneye, hema biçe ber dewaran û pariyek nanê bêminet bixwe.” Piştî vê pêşniyarê Usifî dest bi gavantiya wî gundî kir. Bi vî awayî sal û dem derbas bûn.

Di gundekî Ereban de ku nêzîkî gundê ku Usif lê gavantî dikir, reşkalekî dewlemend Eyşa qîza Balê ya ku dilê Usif keti bûye ji xwe re xwest. Û Usif jî ev xeber bihîst… Êdî dawet e. Dengê def û zirnê bi pêlen bayên biharê re li bêvila/ber guhê Usifê ku li rexê gund dewar diçêrandin dixist. Usif lê nihêrî ku dawet e û hirbiyên keçikan kesk û sor li ba dibin. Usif got, “Bi aqilê min Eyşê ji min re digot dilê min di te de heye û min jî jê re digot dilê min di te de heye, dê ka ezê herim diceribînim, heke dilê Eyşê di min de hebe jî dê derkeve holê û tunebe jî wê derkeve holê.” Usifî dewar bi Şemir berdan û berê xwe da nav dawetê. Li nîzikî dawetê ket hewşokekê, pişta xwe da dîwêr û rûnişt. Lê nihêrî ku Eyşê jî biskê xwe şeh kiriye, pora xwe ya zêrîn honandiye, çavên xwe kil kiriye, xwe xemilandiye û tê dawetê. Eyşê ku çav li Usif ket singa xwe sipart dîwarê hewşê û li Usif nihêrî. Usif jî li Eyşê nihêrî û bang wê kir:

Hey lê hey lê …
Te konê bavê min danî, sebr û qinyata dile min tu yî lê lê lê
Lê lê Eyşê malî bavê şewitiye bila vê sibê ji xema dile min û te ra
Li me nehatana hêlekana bayê xerbî sura bakê Halanê,
Na na wele bila lê neda li çiyayen Tersûs û Mêrsînê
Li hidûdê Ergenê û Qonyayê li nav Kurd û Kurmancên
Haymanayê berxa min berxa min…
Na na wele bila lê neda li binî Pozantiyê,
Derbas nekira deriyên tunêlan,
Arê Xwedê bi mala bavê te ketê, îroj canê min xwarin
Kelmêşen vê cîhanê oy oy…
Na na wele bila lê neda li çiyayên Gawirdaxê,
Li kelemên derxê, li kutikên darên sindiyanê,
Li her çend malên Qerexanê, li Îskel û Bêlanê,
Wele zalimê bavê te zalim e ku îroj ezê avêtime darê surgûnê
Ji gundê Ereba ez ê avêtime gundê Çetê,
Ma xizaniye li mala min danî, îroj dizgîna min kin kiriye
Ez mame li ber ker û golikên xelkê, li dû naxir û garanê
Berxa min berxa min oy oy…
Na wele bila dîsa hêlekana bi baya lê neda
Li gundê Ûlir û Mîzanê, li Geliyê Darê Sokanê
Berjêr neba Xilfetiyê û serê Tisê Eyranê,
Li esmer û dîlberê li gundê Şikranê,
Li qoce-bajarê Ûrfayê, li her du qûçên Nemrûd,
Golên Eynzilxê û Xelillûrrehmanê,
Berjêr neba eşîrê, Cîmêlî Binî Essafa germa Herranê,
Lê neda li qûçên Çobanê û her du cendermekên pîsikî,
Gundê Mihemmedî Xanê, berxa min oy oy…
Na wele bila hêlîkana vî bayî lê neda,
Li qoce bajarê Weranşarê, li çasira konê bavê edlê
Dîrekê Kurdistanê,
Li malmezina reşa û rodina li deşta Erebanê canê oy,
Na na wele hêlikana vî bayî bila lê neda li pîkê vê govendê,
Şê biskên te yî şê, Rebbî Xwedêyo bila nequlipanda
Ser fitla şa’irê û bêxwedîka vê kitanê, hey lê hey lê,
Arê xwedê bi malî bavê te ketê, ez bala xwe didimê,
Te qorên zêran qoşme kiriye, cenîkên xwe yên kalî
Gewrî ma’den î zêran î, ez nizanim tê vê sibê bejna xwe yî dildarî
Ji kîjan Ixoxliyê xelkê re te daye ber xeml û ber dûzanê
Berxa min berxa min,
Wele ji xêra Xwedê re vê sibê, min destê te bigirtaya û
Em pozekî têketana nava vê govend û vê dîlanê
Wele tirsa min ji vê miradê min re here heya qebrê
Xwîdana sukranê lê lê lê …

Eyşê bang li Usif dikir:
Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo hey lo Usifo,
Arî Xwedê bi malî bavê te keto,
Bila vê sibê ji xema dilê min dêla xelkê re, li me nehata,
Surek ji sura bayê Meraşê,
Le bila lê neda li Êlikê û Elbistanê, li dûza Meletiyê,
Û herçend malên Qerebaşê, li Çiyayên Kewa li Deşta Bîngolê,
Li bejn û bala min î keçikê li pîkê vê govendê,
Li bejn û bala min î xipşê, min xezalê,
Li tilîkên min î zeytûnî, tevî gustilan û per û qaşê oy oy,
Lê arê Xwedê bi malî bavê te keto, ma keç û qîzên Çetê,
Rojê carekê li serê min top dibin û dibên lê lê Eyşê,
Ji dinyayê dilê te ket Usifê kurê Terkoxlî, ku gavanî gundê Çetê ye,
Wele zilamekî çirkîn î namûsiz e, newêre were vê govendê ji tirsa,
Herçend qurişên aşiq û şabaşan lo lo lo…

Usif digot:
Hey lê hey lê hey lê hey lê dîna min dîna min …
Le malî bavê şewitiyê, Xwedê zane tu çiqas bigere,
Li Kurdistana me tu nabîne xovardakî mîna min,
Ez çi bikim, xizaniyê li mala min daniye û feqîriyê kin kiriye,
Lîwan û dizgîna min,
Lê lê Eyşê te kir tu zanî, wele min digot belkî,
Tu kiêlek ji kiêlên serî tewlanî,
Min nizanibû tu bergîlekî ji bergîlên axur-sîçanî,
Wele te vê galgala nola gulak bêşataşa li bejn û bala min da,
Te dil û gurçikên min deranî,
Xwedê zanî ezê heqê heft salan gavanîka xwe top bikim,
Bidim textorekî Elemanî, û çiqas vê birînê derman bike neke,
Tu car rehet nake şûna vê galgalê,
Min û te me talî bi hev re neanî,
Bê bavê te ez kuştim,
Kanî heqê xwîn û heyfa min kanî?

Eyşê digot:
Lo lo lo lo lo lo lo Usifo malî bavî şewitiyo ma te elam e, te xêr e
Min digot qey tu kurê Terkoxlî mêrekî mêr î,
Min nezanibû li ber du laqirdî û derewê qîzikên xelkê tu xwe nagirî,
Erê li ber çavên xelk û alemê dibêjin Eba Usifî qetiyaye û bi pîne ye,
Wele gava çavên min li bejn û bala te dikeve,
Ez dibêm qey Eba Usif Ebak şuxilê Humusê û Hemayê,
Qolinc bi surme ye, pêxil bi şurik û bi têl e,
Xwedê zane di pey çavê te re ezê li xwe heram bikim,
Çûna dawetan, nêrîna xortên xelkê û xwarina goştê pezê nêr e,
Ez dê terka bejn û bala te nekim heya mirinê,
Min dahêlî qebrê nekin û ser çavên minî reşî belek,
Bi xuşikî axa kendêle lo lo lo…

Usif digot:
Hey lê …
Lê lê Eyşê malî bavê şewitiyê
Xwedê zanî ji milk û mal û meaşê vê dinyayê tu ji min re ba besî,
Malî bavê şewitiyê te îro sîng û sepetê xwe dayê dîwarê hewşê
Hêlikana bayê xerbî,
Ez bala xwe didimê cotê memikên te nola cotek marê teyar,
Serê xwe rakirine dane bin kirase te yî şînî melezî,
Ezê teminatekê li te bikim, ger ez bimirim
Wan zendên xwe yê kal û gewr nexe bin serê her teresî,
 Hey lê…
Lê lê Eyşê malî bavî şewitiyê
Bihar e, sibe ye destên min cemidî ne vê sibê ez nikarim hûkim,
Ma tê bîra te îsal heft salên min û te qediya te ramûsanek dabû min,
Xwedê zane hîn tehma wê di bin zimanê min de ye,
Ez qêmîş nakim ne daqurtînim ne tû kim,
Lê tu rabe destên xwe bide destên min emê hev du birevînin,
Bila xelk û alem bibêjin Usifê kurê Terkoxlî Eyşa Balê birî
Û ortelixa eşîrê kiriye kavil û wêrane,
Hey lê…
Lê lê Eyşê malî bavê şewitiyê,
Şeva çûnî na şeva berê min xewnek dibû duh na pêr,
Min xwe berdabû cenûbî xetê, min bala xwe dayê,
Konê Ereban vegirtine li berîkê me yê jêr e,
Çît û perdak herîrî vegirtine li şûna werê,
Ez bûme nola gurekî, ji gurên sebatê,
Min çît û perde qelaştiye û min bala xwe dayê
Tu ji ber min hol dibû nola xipşekê ji xipşê xezêl e,
Min destê xwe avêtiye qawîşê guliyên sor sosinî,
Min devê xwe dikir hinarûkên rûkan,
Min dîbû xuşîna hilan û moriyan bi ser min û te de,
Wele min digot qey xara pismaman bi ser me de girtine,
Gava min serê xwe bilind kir min bala xwe dayê
Şurte şurta xwînê ji lêvan dinuqutî ser navranî şerwêl e,
Min bala xwe dayê her du lêvên min
Qelaştine yeprax û pelikên guhêr e,
Cana min cana min… 

Fîkret Koşar

(Ev nivîs ji malpera Nûbiharê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply