Ji Folklora Kurdî Çend Xweşbêj-2

6- Kevanî pir bûn, xwarin şewitî:

Ev gotin bi naveroka xwe nêzê ya jimar 5 e. Dema di malekê de kevanî pir hebin, yan çend berpirs û serkar hebin, xwarina li ser êgir û karên din li pawuka hevûdu duhêlin, kes bi ser ve naçe û wisan kar dimîne heta ku li valahiyê diçe.

7- Destê tenê, naçe ser xwarinê:
Ev gotina Pêşiyan camêrî û nandariya Kurdan eşkere dike. Bêguman ev gotin ji du aliyan ve, çi di warê eşîrtî û çi jî di warê civakî de, giringiya xwe li nêv Civata Kurd heta îro parastiye.
Di torevaniya kurdî de:
a) Mirovekî tenê dema li ser xwarinê rûdine, bangê kesên li dora xwe jî dike, da bên û pê re bixwin.
b) Ji bo mana bi hevûdu re, jiyana kesên weke bira û kurap di eynî malê de berdewam dike.

8- Nexwarî, nevexwarî, bi simbêlan ve mayî:
Ev cûre nexweşî ku heta îro jî mixabin li nava xelkê me rûdidin û em tev êşa wan xirabiyan dikişînin. Yek ji Kurdan li kurê hebe, dibe ku hatibe serê wî jî, yan jî dibe ku pê agahadar bûbe.
Mesela: Yek hîç hay ji tiştekî tune, destên wî neketiye nava xirabiyan, lê gelş, teşqele, bobelat û nebûkarî dikevin stuyê wî.

9- Heger bi hirî ba, wê li nav kerî ba:
Tiştê ku ji vê gotinê tê zanîn, bi kurtî ev e: Kesê ku baş be û feydedar be, wê li nava miletê xwe be û sûd bigehîne miletê xwe. Na eger kesê ku ji xelkê xwe re ne kêrhatî be, ew bi civata xwe razî nabe, diçe dikeve nêv civateke dî û li gor tore û çanda wê civatê dilipike.

10- Hespa çê, alîka (êm/alif) xwe zêde dike:
Kesên yan civata ku qenc, jîr û zana be, xelk jî dê bi qencî behsa wan bike. Ev gotin, vê Gotina Pêşiyan jî tîne bîra mirov: Kedkirê xwe, şêrînê dilê xelkê!

Bi hêviya lêkolîn û lêgerînine baş û serkeftî, her şad û bextewer bin…

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply