1- SÊ NEZAN:
Dibêjin, sê nezam hene li dinê:
Yê ku li riyan here bi tenê
yê ku bi evrazî ve here û vexwî tutinê
yê ku mala xwe deyne rex mala bavê jinê.
2- “Mêr co ye, jin qafo ye”:
a) Li gor ku ji vê gotinê tê zanîn, mêr ji aliyê aborî ve destên wî vekirî ne. Lê eger jina wî zana be, wê li pêşiyê bizivire û mal bide hevûdu.
b) Yan jî, eger mêr weke avê karibe mal bîne hindur û jin jî ne mîna derî be, ango pêşî lê negire yanî destberdayî be, mal disanê vala dibe.
3- “Sûk tijî qumaş e, mele bê şaş e”:
Gelek mane ji vê gotinê derdikevin:
– Yek dewlemend e û dil nake ku malê xwe bixwe û pê xwe rind xwedî bike. Li ser vê meselokê, ev gotina hanê jî tê bîra mirov: Koşkal bê pêlav in.
4- Dinya hemî milk e, mêr divê hilke:
Heke meriv mêr be, li ku derê hebe meriv dikare bişixule û xwe xwedî bike. Mêr hene ku bê kêr in û nikarin bişixulin. Dibêjin, em ê herin dereke din û li wirê bişixulin. Lê ew kesên wisa herin kurê jî, wê nikaribin xwe xwedî bikin.
5- Mala têrjin, xiradibe ji bin:
Li gorî rewşa demê, gava di malekê de sê-çar û zêdetir jin (bûk) hebin, her yekê kar li pawuka ya din dihêle. Ev dibêje; çi ji min re lazim e, ya din dibêje; çi ji min re lazim e, ya dîtirkê dibêje; pa çi ji min re lazim e. Ha wisa her yek ji wan, karê malê li hêviya ya din dihêle û kar li erdê dimîne, kes nake. Lê eger di malê de jinek tenê hebe, ew jin dizane ku karê malê yê wê ye û karê xwe li hêviya kesî nahêle.
Zeynelabidîn Zinar
www.candname.com