Ji Evîna Rojên Kevin: Li Qazîmaziyan rast dihatim

Di destpêka salên 1960î de, heyamê ku Cemal Abdulnasir serokê Sûriyê û Misrê bû, temenê min dor neh-deh salî bû. Di wan çend salan de baran li Cizîrê nedibariya.. Dexil û zevî hişk diman û xizaniyek zor konê xwe di ser gundê min û tev gundên Beriya Mêrdînê re vegirtibû.. Hin mal di gund de hebûn, nanê cehî dixwarin.. Sako û kirasê hin zarok û zilaman pînekirî bûn, hin bê pêlav bûn; di germa havînê û serma zivistanê de pêxwas dimeşiyan û pêlavên hina jî pînekirî bûn..! Min Çarox jî di lingê hinan de didît.. Tu dikarî bibêje ku Otomobîl nebûn, gundiyan ervanê nanê xwe bi erebeyên dewaran an li ser pişta ker, bergîl û qantiran dibirin aşên Amûdê an Hilêliyê an aşê mala Qoç li gundê Topiz, dihêran. Bi berbanga sibehê re diçûn, derangî şevê dizîvirîn..

Salên ku baran baş ba, di werzê çinîna zeviyan de zilam ji Serxetê (Çiyayê Omeriya û Tora Mihelmiya) bi qaçaxî dadiketin Binxetê, di gundên Beriya Mêrdînê de palevaniya dexlan dikirin. Piştî ku paleyî xelas dibû careke din bi qaçaxî dizîvirîn welatê xwe. Hingî derbasbûna sînor – di navbera Serxet û Binxetê de – ne wiha asê û dijwar bû.

Çinîna dexlan bi das û qeynaxa bû. Ji bo çinîna zeviyekî deh-duwazdeh palevanî rêz dibûn, sermelekê palevaniya serê rêza wan digirt û dest bi berê xwe û çinîna zevî dikirin. Gelek caran sermelekê wan di ber paleyê re stran digotin, palevanya jî lê vedigerand, wek nimûne ev stran:

Êvar e xweş êvar e

Sî daket ser zinar e

Êvar e ne sibe ye

Sî daket ber derge ye

Malno! Li bextê te me

Me berde wextê me ye

Êvar e ne nîv roj e

Sî daketiye ber roj e

Êvar e kevra sî da

Navbêna memka xwê da

Malno! Li bextê te me

Me berde hê li me roj e..

Gotinên strana sermelekê palevaniya bi liv û şingîniya dasên palevaniya re dihat hunandin û wek sîmfoniyek (Symphony) xweş deng vedida.. Hingê min av di cewdikekî de li ser pişta kerê ji wan re dibir û bi zerikekê li wan belav dikir.. Pêre jî min li wan temaşe û guhdariya stranan dikir..

Car caran jî, di nav wan dexl, frieze, şûv û zeviyan de bi hevalekî xwe re li hêlînên çûkan digeriyam, geh min hêk di wan hêlînan de didîtin û geh çêlîkên çûkan û gelek caran li Qazîmaziyan rast dihatim..

Ezbenî! Çîrok dirêj e..

Konê Reş, Qamişlo 01/08/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply