În , Berfanbar 14 2018
Home / Forum / Nivîsxane / Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn baş zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û şevbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine ji me re bêje û şevbuhêrkê destpê dikir..?

Bi guhdarîkirina çîrokan re zilaman çixare ji qutîyên xwe dipêçan û qutîyên xwe ji hev re davêtin.. Hundirê odê tije dûyê çixareyan dibû.. Min jî, xizmeta wan dikir, li ber destê wan diçûm û dihatim; av û çayê li wan digerand û bi wan re li çîrokan û şorên wan guhdarî dikir..

Li gor ku tê bîra min wek van çîrokan dihatin gotin: Memê Alan, Rustemê Zal, Xanê Çengzêrîn, çîrokên Mîrê Bota, Gurîyê Qedê (Sîyamed û Xecê), Silêmanê Sindî, çîrokên Kose û Berkose, çîrokên Pîra Sihirdar, çîroka Zeynebat sed û yek bi serî de hat wek ku nehat, çîroka Çoder, çîrokên Şêr, Gur û Rov.. û gelek caran jî stran di nav re dihatin gotin..

Destpêka civatê xeberdan ji aş û bajar bû; bi qalûqultên gundîyan destpê dikir; filan çûye Amûdê.. Bêvan cotê xwe xelas kir.. Mêvanê Hemo ji Serxetê hatine.. Mainek bi sewalên Rigo de teqya ye.. Wê Mano keça Şerîfo ji kurê xwe re bixwaze.. û çîroka şerên Bûbilana û Temika li ser gundê Nicim û Xerabkortê çardegîsin dikirin..! Qala berberîya Omerîya û Bûbilana, Mehmûdkîyan û Etmankîyan dikirin.. Mêranîya Elîkê Bettê û Şemûnê Hina Heydo ji hev re digotin.. Behsa şewata bajarê Amûdê û reva Seîd Axa Deqorî ji ber balafirên Fransîzan dikirin.. Qala misilmantîya eşîra Bûbilana ya ku li ser destê şêxê Darê misilman bûye ji hev re digotin û di nav re qerf û henek li hev dikirin wek vê qefê: Ji yekî ji eşîra Bûbilana pirsîn: Hûn Êzidî ne an Misilman in? Li wan vegerand: Bi Pîr Kemal, kalkê min Êzidî bû, Şêxê Darê dibêje hûn misilman in?

Du-sê pismamên bavê min hebûn Birko, Şikrî û Silo baş zanîbûn çîrokan bêjin, tim li odê bûn. Dema ku ode ji mêvanan vala ba, min doza çîrokan li wan dikir.. Ku ne bidilê wan ba, ji min re digotin her ku em gotinekê an hevokekê bêjin divê tu bêjî ê. Û wiha, bi her gotinek wan re min digotê…

Konê Reş

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir