Ji Evîna Rojên Kevin 110, Çûna Hotêla Hotêla Baron li Helebê

Ji mêj ve min divîbû herim Hotêla Baron ya navdar li Helebê. Ewa ku her dem têkoşerên azadiya Kurdistanê, di sala 1926/1927’an de lê dibûn mêvan û bidim ser şopa Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî dema ku haziriya damezirandina (Komeleya Xoybûnê) dikirin.

Hotêla Baron; ji hotêlên herî kevnar û navdare li Sûriyê û Helebê. Ev hotêl di sala 1909’an de hatiye vekirin, di sala 1911’an de qata duyemîn di ser re hatiye bilindkirin. Xwediyên wê du birayên Ermenî, ji malbata Mezlûmyan in. Kolana ku hotêl li ser hatiye avakirin, di sala 1946’an de bi rengekî fermî navê wê bûye kolana Baron. Berê, bi navê kolana Goro dihat naskirin. Gotina Baron bi zimanê Ermenî bi wateya (Birêz e).

Hotêl wek dîdevanekê ye ji dîroka Ewropiyan re ya ku bi Rojhilata Navîn û Sûriyê ve girêdayî ye. Ji ber ku gelek kesayetiyên navdar ji qiralan, serokkomaran, wezîran, nivîskaran, zanyaran li vê hotêlê bûne mêvan û problemên xwe tê de gengeşe kirine wek: Qral Feysel, qralê Swêdê, Şahê Îranê, Laurence Ereban, Charles De Gaulle, Cemal Abdulnasir, Hebîb Bûrqêba, Kemal Ataturk, Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dema ku wan û Ermeniyan bingehê komeleya Xoybûnê datanîn û her wiha gelek kesayetiyên din.

Li hotêlê ez çav bi xwediyê wê (Armên Mezlûmyan) ketim, yê ku navê wî li ser navê bapîrê wî Armênê mezin, damezrênerê hotêlê hatiye danîn. Min xwe pê da naskirin ku ez nivîskarekî Kurd im, li dor malbata Bedirxaniyan û rola hotêla Baron di girêdana pêwendiyên Kurd û Ermenan de dixepêrim. Wî, qehweyek ji min re xwest û ev diyalog di nav me de çêbû. Min jê re got:

– Ji sala 1926/1927’an û pê de hotêla we (Baron) li Helebê xweş pir û bêhinvedan bû ji endamên ku komeleya Xoybûnê re, ew ku di 5ê çêriya pêşî de sala 1927an de li Libnanê bajarê Bhemdûnê hatiye damezirandin.

Di wê salê de, Mîr Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek rewşenbîr û axayên Kurdan yên ku ji Cizîrê, Efrînê û Kobanî dihatin li hotêla we bi Ermeniyên partiya Taşnaq re diciviyan û kar û barê xwe û damezirandina avakirina komeleya Xoybûnê dikirin û tê re derbasî Beyrûtê dibûn. Gelo ti pêzanînên te li ser vê yekê hene?

– Matmayî û bi tirs li min guhdarî kir û got:

– Ez nizanim. Belê min ji bavê xwe bihîstiye ku gelek ji rewşenbîr û axayên Kurdan li hotêla me bûne mêvan. Bapîrê min ne di partiya Taşnaq de bû. Tu ji kû zanî?!

Min lêvegerand:

– Ez dîroknivîs im. Eger ne endamê wê partiyê be, dêmek ew mêldarê wê bû û ji ber vê yekê navê bapîrê te jî li Turkiyê qedexe bûbû?

– Na, ne bapîrê min û ne bavê min ne hevalên partiya Taşnaq bûn. Navê bapîrê min hat qedexekirin ji ber ku ew hevalê tevgera Erebî bû di Sûriyê de.?!

Piştî ku min qehweya xwe vexwar, wî hotêl jî şanî min da û têra xwe ji min re behsa  dîroka hotêlê û navdariya wê kir.

Min jê re got: Ez ê herim.

Wî got: Bela em hev bibînin.

Min got: Ser çava..

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply