Ji Ekola “Riya Teze” -1-

Riya Teze di sala 1930an de, li payîtexta Ermenistanê, li Yerîvanê  dest bi weşana xwe kiribû. Xwendevan û nivîskarên ku li dora rojnameya “Riya Teze” xwe komkiribûn, bi serê xwe hêzeke siyasî û çandî bûn. Roj bi roj xwe xwurt dikirin û berheman diafirandin. Şansê wan yê mezin ew bû ku di dîrokê de gelek Kurdên siyasî dem bi dem derbasî Yerîvanê bûbûn. Ev kesayetiyên siyasî bûbûn çavkaniyên romana Kurdên Yerîvanê. Heta nivîskar bi xwe gelek caran ew kesayetî bûn ku dibûn mijara romana xwe. Nivîskarên ku xwe dabûn der û dora “Riya Teze” dixwendin, dinivîsandin û berhemên xwe belav dikirin. Di nava berhemên wan de ji nivîsên rojane heya roman û helbestan her cûre nivîs peyda dibûn. Lê divê mirov behsa çavkaniyeka dinê ya bavê roman, helbest û pexşanê bike: Destan…

Gelek dengbêjên navdar û xwedî bîrên gelek kûr û fireh di nava dengbêjên Yerîvanê de hebûn. Ev dengbêj serpêhatiyan ji demên berê, bi dengê xwe, bi xwe re anîbûn heya Yerîvanê. Tişta herî girîng jî ew bû ku dengbêjên Yerîvanê ne tenê yên deverekê lê ji gelek deverên Kurdistanê koçî wê derê kiribûn. Gelek rengîn û dewlemend bûn. Heta mînak; xelkên eşîra Stûrkiyan mirov dikare bêje ku di demên berê de, ji Çiyayê Şengalê hatibûn der û dora Sîpanê Xelatê û ji wê derê jî, du sed sal berê, di ser Çiyayê Sînekê de derbasî Yerîvanê bûbûn. Ew bi xwe re çandeke cüda û piralî anîbûn. Ji bilî wan jî ji der û dora bajarê Wanê gelek eşîr derbasî aliyê Yerîvan û Çiyayê Elegazê bûbûn. Hele eşîrên ji federasyona Sîpkiyan ku li dora Xelatê û Sîpanê Xelatê dijiyan, ji ber gelek mijarên dijwar û nexweş koçî Yerîvanê û dora wê derê bûbûn. Ji Ixdirê, Dîgorê, Qersê, Ardaxanê, Bêgiriyê, Ercîşê, Panosê, Qerekosê û der û dora wan bi deh hezaran Kurd koçî Yerîvanê û dora Yerîvanê kiribûn. Ji xwe gelek Kurdên der û dora Ixdirê,Qersê û Erdexanê terş û tareşên xwe derbasî zozanên Ermenistanê dikirin bi taybetî jî gelek ji wan dibirin Çiyayê Elegazê. Ew Elegaz a ku helbestvan Fêrikê Ûsiv di gelek helbestên xwe de, ji helbestên xwe re kiriye mijar.

Li Yerîvanê, li gund û nehiyeyên dora Yerîvanê, Kurd ji xwe re civatan ava kiribûn. Di gelek gundan de dengbêjên wan hebûn. Dengbêj carna bi mêvandarî diçûn gundên din û civatê geş dikirin. Civatan digerandin. Bi hev re diketin lacê. Ji bilî dengbêjan bilûrvan, meyzen, zirnevan û diholvanên wan gundan jî hebûn. Dîrokzanên wan gelek caran behsa rojên berê dikirin da nesla nû ji koka xwe qut nebe. Qewimandinên ku bav û kalên wan dîne, an ew bûyerên ku ji mezinên xwe bihîstine, weke dîroka devkî digihandin zarokên xwe. Di “Malên Gund” an de, an ciyê ku komun lê nebûna, ev civatên han di malên “Maqûlên Gundan” de dihatin gerandin. Çîrok, serpêhatî, kilam, destan, beyt, animasyon, metelok,  û gelek cûreyên çandî di van gundan de dihatin jiyandin.

Şansê herî zêde yê Kurdan ew bû ku rojnameya “Riya Teze” derket. Başe, wê nivîskarên rojnamê çi binivîsandina? Nivîskar ji bilî wergerê muhtacê van hemû cûre nivîsan bûn. Nivîsar mecbûr diman û berê xwe didan gundên Kurdan. Li malên Kurdan diciviyan û berhevkariya wêjeya Kurdî dikirin. Li aliyekî ji bo rojnamê materyalan didan hev û di rojnamê de diweşandin. Li aliyê din ji bo xwe, bi taybetî ew kesên ku dixwestin di pêş de bibin nivîskarên serbixwe, agahî, belge û dokumantan ji xwe re berhev dikirin.

Ew nivîskarên ku xwe dabûn dora Riya Teze, paşî bûn romannivîs, helbestvan, şirovekar, berhevkar, werger, muzisyen û hwd. Xebatên gelek hêja kirin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply